28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên zanîngehê serî li ÎHD’a Amedê dan

Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê li dijî zextên polîsan ên ji bo “sîxûrtiyê” serî li Şaxa ÎHD’a Amedê dan ûpiştî serîlêdanê daxuyanî dan

Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê li dijî xebatên sîxûrkirinê yên polîsan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Piştre jî li avahiya komeleyê daxuyanî hate dayîn. Ji xwendekaran Mehmet Fîdan, diyar kir ku piştî têkoşîna wan a ji bo zanîngeh xweser-azad bin û perwerde bi zimanê dayikê were dayîn, zextên sîxûrkirinê yên polîsan ên li dijî wan jî zêde bûne. Fîdan, wiha got: “Di van demên dawî de zextên sîxûrkirinê, gef û revandinê yên li dijî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê zêde bûne. Di 24’ê cotmehê saet di 19.00’an de li dora Hala Nû hevalê me Berdan Gunduz birevînin. Kesên ku xwe weke polîsan dan nasîn, çûn mala wî û hewl dan birevînin. Dema ev hewldana wan bi ser neketî, îcar heqaret û gef lê xwarin û ji wir dûr ketin. Herî dawî jî di 5’ê mijdarê saet derdora 06.00’an de çûn mala hevalên me yên jin. Ji hevala me ya jin re gotin ku ‘divê hûn di çarçoveya dosyayekê de îfadeyê bidin.’ Lê li şûna qereqolê birin derveyî bajar. Li wir gef lê xwarin û xwestin bibin sîxûrên wan. Piştre jî birin qereqolê û li wir dîsa zexta sîxûrtiyê lê hate xwarin. Ji ber ku ev daxwaza wan qebûl nekirin, dotmama wê derb kirin û rêbazên îşkenceyê yên JÎTEM’ê bi bîr dixin lê kirin.”

‘Em ê paş de gav navêjin’

Fîdan, da zanîn ku bi taybet jî sepanên gef, şopandin û tacîzê li dijî xwendekarên jin tên pêşxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji hêza ku em ji dîrokê digirin, dê bi tu awayî serî li ber zexta faşîst û polîtîkayên sîxûrkirinê netewînin. Em li vir careke din radigihînin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo zanîngehên azad-xweser mezintir bikin û ji daxwaza xwe ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê jî yek gavekî paşde neavêjin.”