4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne

Hevseroka Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan têkildarî krîza darazê û “Destûra bingehîn a nû” bang li Meclisê kir û ev tişt got: “Em di şûna destûra bingehîn a darbeyê de ji bo destûrek bingehîn a nû ya demokratîk amade ne.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan li Meclisê di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî. Bakirhan têkildarî geşedanên rojane nirxandinan kir û bi mijara krîza darazê dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan anî ziman ku dîroka Tirkiyeyê “dîroka darbeyan e” û darbeyên sivîl û leşkerî yên berê bi bîr xist. Bakirhan operasyona binçavkirin û girtinê ya li dijî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedarên din a di 4’ê Mijdara 2016’an de pêk hat wek “darbeyê” pênase kir û got: “Sedema bingehîn a sedsala komarê ku bi qewimandina darbeyan derbas bû ew e ku demokrasî hîç nehatiye vî welatî.”

Bakirhan, destnîşan kir ku li vî welatî sedsal darbe qewimî ne û bi bîr xist ku serhildana rêberê kurd Seyîd Riza di salvegera 87’emîn de ye û got: “Pîrê me Seyîd Riza çi gotibû? Gotibû, ‘ev cînayet e, ev zilm e’. Sedsala bihûrî di van her du hevokan de veşartî ye. Gotinên ev cînayet e, ev zilm e gelek watedar in. Em carek din bang li van zîhniyetên darbekar dikin; rêyma me rêya pîrê me Seyîd Riza ye. Wê tu darbekar û zilmkar nikaribin li pêşiya rêya me bibin asteng. Em Seyîd Riza û hevrêyên wî bi rêzgirtin û minet bi bîr tînin. Bi wesîleya salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevrêyên wî de bang li Meclisê dikin; Bila navê Dêrsimê paş ve bê dayîn. Bila gora Seyîd Riza û hevreyên wî bê eşkerekirin.”

‘Birêz Ocalan berê pênase kiribû’

Bakirkhan bal kişand ser gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê mekanîka darbeyê û wiha got: “Heke ku hûn bêjin sedema van darbeyên pêk tên çi ye? Tê xwestin siyaseta demokratîk bê tasfiyekirin. Tê xwestin pirsgirêka kurd, bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin. Vê yekê birêz Ocalan gelek xweşik û baş pênase kiribû. Gotibû ku li Tirkiyeyê mekanîkek darbeyê heye û ev her timzindî ye. Ji ber ku vê mekanîka darbeyê teşhîr kiribû niha bi awayek dijwarkirî tê tecrîdkirin. Tecrîd cewhera mekanîka darbeyê ye. Heta ku rastiya tecrîdê li vî welatî neyê fêmkirin, dê rastiya darbeyê jî neyê fêmkirin. Mekanîka darbeyê aliyê herî tarî yê aqilê dewletê ye. Ev mekanîka darbeyê konsepta neçareserkirinê ya li dijî kurdan û hemû aliyên din e.”

‘AKP û MHP bi xwe mekanîka darbeyê ne’

Bakirhan axaftina xwe wiha domand:

“AKP û MHP bi xwe mekanîka darbeyê ye. Em vê pir bi eşkere tînin ziman. Ev mekanîka darbeyê ji sala 2015’an ve li Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dike. Em di rojên dijwar û ev desthilatdariya ku tiliya xwe ji her kesî re dihejîne de derbas dibin. Ev zîhniyeta darbekar ku çareseriyê pêk bîne hewcedarî bi qetlîaman û kuştinan dibîne. Nîşaneya vê yekê jî qetilkirina mirovan a li rojavayê Kurdistanê û bombebarankirina qadên jiyanê ye.

Dijminatiya li dijîi kurdî û kurdan

Ev zîhniyeta darbekar her roj hebûna gelê kurd û statûya wan înkar dike û zîhniyeta xwe ya yek milet didomîne. Zîhniyeta darbekar cudahî û pirrengîniyê tune didihesibîne. Alîgirên xwe têr dike û bi milyonan mirov birçî û feqîr dihêle û mehkûmî birçîbûnê û feqîriyê dike. Ka binêrin ev zîhniyeta darbekar çawa kurd û kurdî tune dihesibîne; mînaka vê ya dawî li Cizîrê qewimî. Mihrîcana çand û hunerê ya li Cizîrê ji ber ku bi kurdî bû qedexe kir. Dijminatiyê li hemberî çand û zimanê gelê kurd dike. Ev pergala ku destûrê dide şova çekdarî û cilên leşkerî ya li Barmanê, lê kargehên zarokan ên Gerok Ma’yê li Cizîrê qedexe dike. Dîwana Dengbêjan a Navenda Çand û Hunerê ya Birca Belek li Cizîrê qedexe dike. Di van mînakên dawî de jî carek din diyar bû ku çiqas cihêkarî û bêhiqûqiyê li kurdan dikin. Çi dibe bila bibe divê em li dijî vê zîhniyeta qedexekar û darbekar têbikoşin û berxwedana xwe mezin bikin.

Erdogan piştgiriya darbeyê kir

Herî dawî we jî guhdar kir. Nîqaşeke li ser Dadgeha Bilind û AYM’ê dest pê kirî heye. Me ji roja ewil ji vê yekê re got hewldana darbeyekê ye. Dadgeha Bilind gava ewil a hewldana darbeyê avêt. Darbeya esas jî ji aliyê Qesrê ve hate birêvebirin. Erdogan bi awayekî aşkere piştgiriya Dadgeha Bilind kir û piştgiriya darbeyê kir. Careke din îtîraf kir ku pêşengê vê hewldanê ye.

Bersiva Bahçelî da: Hevkarê biçûk hedê xwe bizanibe!

Hêza bingehîna hewldana vê darbeyê hevkarê biçûk e. Îro jî gurîniya hevkarê biçûk bû. Her hefte ji bilî guriniyê tiştekî nizane. Hevkarê biçûk dibêje bila em yek bin, tirk bin, hemû reng çilmisin, hiqûq û demokrasî nebe. Em jî li vê eywanê ji hevkarê biçûk re dibêjin me ji bo demokrasiyê bedelên giran dan, hêj jî em ê bidin, em ji gef û gurîniya te natirsin. Hedê xwe bizane li karê xwe binêre. Dest ji vî zimanê kîn û nefretê bihêle. Hevkarê biçûk fikra xwe aşkere dike. Dibêje an em ê AYM’ê bigirin an jî em ê weke xwe lê bikin. Desthilat bi vê hewldana darbeyê dixwaze pergala hiqûqê bi temamî biguherîne. Axaftinên Erdogan jî aşkera dike ku ev tiştên qewimîn hewldaneke darbeyê ya beriya niha hatiye amadekirin û plankirin.

Daraza netewî û xwemalî ya Almanya Nazî bû

Li aliyekî nîqaşên makeqanûna nû dikin, ji partiyên siyasî daxwaza piştgiriyê dikin li aliyê din ji darbeya darazê re dibin piştevan. Civakê tînin bahev. Çavkaniyên desthilatê penasekirineke pûç û vala ya weke netewî û xwemalî dikin. Ji bo Xwedê li ku dera cîhanê daraza netewî û xwemalî heye, em ji we bipirsin? Belê li cihekê ev hebû. Ew jî Almanyaya Nazî bû.

Ji ber wê yekê em dixwazin kesên daraza netewî û xwemalî ya Almanyaya Nazî dixwazin hişyar dikin. Em qet kedkarên Tirkiyeyê û gelên wê destûrê nadin vê. Daraz encax serbixwe û azad dibe. Baş e, em çawa hatin vê qonaxê? Bersiva vê girîng e. Di doza girtina HDP’ê de ma ne ev Dadgeha Bilind ku biryarên emsal ên DMME’yê nas nekir? Gelo ne Dadgeha Bilind bû ku hemû mûxalîfên li welêt bêdeng kir û mehkîmî biryarên nehiqûqî kir? Di her biryara ku dayî de ji aliyê siyasetê ve hate xelatkirin û teşhîrkirin ev Dadgeha Bilind bû. Dadgeha Bilind li şûna ku şûrê edaletê di destê xwe de bigire, hewl dide bi sinciya desthilatê civakê bifetisîne.

Ji CHP’ê re peyam: Me gotibû ku dê rojekê ev agir we jî bişewitîne

Ji bo kesên ku di sala 2016’an de ji bo rakirina parêzbendiyê dengê ‘erê’ dabûn jî divê tiştek were gotin. Em dixwazin tiştekê bînin bîra kesên ku li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe dernaxînin û kesên ku li dijî cudakariya li dijî kurdan û nûnerên wan dengê xwe dernaxînin. Yên ku di sala 2016’an de dengê ‘erê’ dan, tevî ku li dijî Destûra Bingehîn bû jî niha bi findan li Destûra Bingehîn digerin û dibêjin ’em daxwaza hiqûq û edaletê dikin’. Me wê demê got, ‘Ev agir wê rojekê bi rengekî bê û we hemûyan bişewitîne’. Destûr hate dayin ku ji bo kurdan hiqûqeke cuda bê pêkanîn. Lê belê qanûn ji bo me hemûyan pêwîst bû, me hingî bawer kir ku divê em li dijî van darbeyan li ber xwe bidin, em îro jî pê bawer in û em ê vê yekê bidomînin.

Hûn hiqûqê ji dewletê derxînin dê çete bimînin

Heta ku hemû pêkhateyên mûxalefeta civakî bi rengekî herî xurt dengê xwe bilind nekin, ev darbekar û pêvajoya darbeyê wê bidome û cesaretê bide wan. Gotineke bi nav û deng heye; Eger hûn qanûnê ji dewletê derxînin, çete dimînin. Yek ji wan peyvan e ku rewşa ku îro em tê re derbas dibin bi awayekî herî baş kurteber dike.

Niha di devê wan de gotinek heye. Dibêjin em dikarin bi polîtîkayên qanûnî û makeqanûnî van krîzan derbas bikin. Mîna darbeya 15’ê tîrmehê, dixwazin vê darbeya darazê bi navê ‘qenciya xwedê’ ji bo başiya xwe veguherînin. Li şûna demokratîkkirin û sivîlkirina Destûra Bingehîn a 12 ‘ê Îlonê û bersivdayîna li pêwîstiyên tevahiya civakê, wê bixwazin destûreke bingehîn a antî demokratîk çêbikin. Em ji niha ve hişyar dikin em ê tu carî destûrê nedin polîtîkayeke destûra bingehînî ya antî demokratîk û azadiyan sînordar dike. Em ê bi hemû hêz û keda xwe li dijî wê bisekinin.

Em ji destûreke bingehîn a demokratîk re amade ne

Em ji destûra bingehîn a nû re amade ne. Divê destûreke bingehîn a nû bê çêkirin. Em di şûna destûra bingehîn a darbeyê de destûreke bingehîn a demokratîk dixwazin. Lê em ê tu carî ji destûreke ku her kesî weke tirk dibîne, li gorî berjewendiyên zilamên yekreng newekheviya zayendê kûr dike, rêgezên dewlet û hiqûqa civakî tenê weke hubrê dibîne, her tiştî bi navendê ve girê dide, îradeya xwecihiyan tine dihesibîne û azadiya wijdan û baweriyê ji nedîtî ve tê re nebêjin erê. Jehrkûja li dijî darbeyê demokrasî ye. Rojên ne dûr in ku em ê vê destûra bingehîn a darbeyê bi hev re bavêjin nava çopê, di daxwaza hîn bêhtir demokrasî, hîn bêhtir azadî û wekheviyê de israr bikin.

Bang li meclisê kir

Kesên dixwazin ji darbeya Dadgeha Bilind, destûreke bingehîn a nû derxînin, mimkin nîne ku bihêlin li vî welatî her kes bi awayeke azad xwe îfade bike. Em ji vir dipirsin; gelo kesên hewl  didin li dijî AYM’ê derbeyê bikin dê bi kîjan aqilî destûreke bingehîn a nû çêbikin? Bi rastî jî ma dê ev destûra bingehîn me jî bigire nav xwe, dê bikare pirsgirêkên me çareser bike? Tenê heke destûra bingehîn li ser bingeheke demokratîk were avakirin dê binirx be û em di hizûra we de bang li Meclisê dikin. Werin em bi hev re destûreke bingehîn a demokratîk amade bikin. Ji bo amadekarina bingeha vê ji ewil em destê xwe deynin bin kevir. Werin em TCK’ê demokratîk bikin û qanûna TMK’ê ku me tevan diêxe hundir ji holê rakin, têkiliya di navbera herêm û navendê de jinûve diyar bikin, dawî li zexta vesayeta darazê ya li ser siyaseta demokratîk bînin, qanûna ewlekariya navxweyî ku ji hêla emniyetê ve weke çoyekî tê bikaranîn rizgar bikin û sererastkirinên nû yên ku dawî li tayînkirina qeyûman tînin derxînin. Werin em bingeha destûreke bingehîn a ku hemû kes bikare xwe tê de bi awayeke azad îfade bike, lihevkirineke demokratîk a li gorî rêgezên gerdûnî amade bikin. Nexwe nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû tenê dê bi xapandineke bisînor bimînin.

Me di 11-12’ê mijdarê de konferansa xwe ya rêveberiyên herêmî li dar xist. Me hem konferansa xweser hem jî ya têkel li dar xist. Beriya wan jî me bi sedan bi hezaran civîn bi gel re li dar xistin. Me guh da fikr û pêşniyarên wan. Di vê mijarê de têkoşîna me ya dîrokê xwedî tecrûbeyeke pir mezin e. Ev civîn rê nîşanî me didin û dike ku em nexşerêya xwe ya serdema pêş diyar bikin. Em bi dirûşma ku dê di rêveberiyên herêmî de bi gelê xwe re tevbigerin û bajarên xwe ji bo gelê xwe birêve bibin derketibûn rê.

Dê gel diyar bike

Me di konferansên xwe de anî bû ziman û li pêşberî we careke din tînim ziman. Dê namzetên me bi hilbijartina gel û bi tevlibûneke berfireh bên diyar kirin. Em ê şaredariyên xwe yên ji hêla qeyûman ve hatine xespkirin dîsa azad bikin û ji wan bistînin. Her kes mereq dike bê ka em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên dema pêş de em ê xwedî nexşereyeke çawa bin. Di vê mijarê de her tim ji me pirs tên kirin. Dixwazim vê mijarê zelal bikim. Nîqaşên me yên di vê mijarê de hêj bi dawî nebûne. Lê belê çarçoveyek derketiye holê. Em dixwazin di vê mijarê de gelê xwe agahdar bikin. Piştî civînên bi gel re, gelê me ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî nirxandinên girîng kirin. Encamên derketin holê di heman demê de dê rê nîşanî me bidin û em ê di hilbijartinan de xurtir bi ser kevin.

Em bêvebijêrk nînin

Em ji xwe bibawer in. Piştî ewqas bedel û hewldanan, di serî de li Kurdistanê em ê li her deverê îradeya xwe di şaredariyan de nîşan bidin. Ez bi vekirî bibêjim ku, deriyên me ji bo tifaqan girtî nînin. Di serdema nû de hem li herêmê hem jî li bajarên rojava dê vîna gelê me teqez di rêveberiyên herêmî de bê temsîlkirin. Û ev nayê wê wateyê ku em di her tifaqê de cih bigirin. Em ê bi tu awayî bi kesên ku gelê me, kedkar naxwazin re tifaqê çênekin û heke hin derdor tifaqan li me ferz bikin jî divê bizanin ku em bê vebijêrk nînin.

Em ê hem li herêmê hem jî li rojava biserkevin

Em ê van tifaqên xwe bi eşkereyî bikin. Em bi kê re çi axivîbin em ê di serî de bi gelê xwe yê hêja re parve bikin. Fikr û bendewariyên gelê me jî ev in. Ya ku ji me tê xwestin ev e. Em ê ji pozîsyona ku li herêmê qezenc dikin û li rojava dide windakirin derkevin. Em ê hem li herêmê û hem jî li rojava bi ser kevin. Di demên berê de me ev yek gelek caran bi ser xist. Em ê dîsa bi ser kevin û di vê mijarê de em ji xwe bawerin. Dê li rojava şaredariyên me hebin. Dê li rojava jî gelê me di qedemeyên rêveberiyê de cih bigire.

Divê yek saniye jî vala neçe

Hevalên hêja; serdemeke zehmet û giran e. Dema em li êriş û gefên şirîkê biçûk dinihêrin; divê em piştevaniya xwe mezintir bikin û em ketin pêvajoyeke wiha. Di serî de têkoşîna demokrasiyê, divê em tevek bi hemû hêza xwe di xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî de cih bigirin. Divê yek saniyeya me vala neçe. Ev destkeftî encama bedel û kedên mezin in. Divê em xwedî li rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan derkevin. Dem dema piştevaniya bi wan re ye. Em ê qeyûm û hezkiriyên qeyûman di sindoqê de têk bibin. Bi vê bîr û baweriyê ez we tevan bi rêzdarî silav dikim. Em û gelên me dê bi ser kevin.”

Ajansa Mezopotamya