13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir

Heyeta dadgehê danişîna doza derheqê rêveber û nivîskarên Ozgur Gundemê hatibû vekirin taloq kir

Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û ji ber nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin, der heqê rêveber û nivîskarên rojnameyê Huseyîn Aykol, Ayşe Batumlu Kaya, Eren Keskîn û Reyhan Çapan bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Bi eşkereyî ji bo sûc teşwîq kirine” doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin.  Ayşe Batumlu Kaya û Huseyîn Aykol bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn û parêzerê wan Ozcan Kiliç jî di danişînê de amade bû.

Ayşe Batumlu Kaya di parastina xwe de got ku beriya niha parastina xwe kiriye û xwest ji danişînan bê varestekirin. Parêzer Ozcan Kiliç jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.

Dadgehê danişîna dozê taloq kir

Şandeya biryar da ku Ayşe Batumlu Kaya ji danişînan bê varestekirin û xwe li benda biryara dosyaya Kaya ya li Dadgeha Îstînafê bigirin. Danişîna dozê taloqî 20’ê sibatê kir.