19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

15 gundiyên hatin binçavkirin winda ne

15 gundiyên li gundê Peyindas ê girêdayî navçeya Tetwanê hatin binçavkirin agahî ji wan nayê girtin

Li çoltera gundê Peyindas ê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlisê di saetên sibeha 10’ê tebaxê de di navbera leşker û PKK’iyan de şer derket. Piştre leşkerên bi ser gund de girtin û 15 gundî binçavkirin. Li herêma ku şerên dijwar lê diqewimin, leşkeran gundî Kerem Arvas, Mûstafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras, Ahmet Çelîk û 7 gundiyên navên wan nehatin zanîn binçav kirin. Welatiyan anîn ziman ku leşkeran gef li Kerem Arvas xwarine û bi lêdanê binçavkirine. Ji 15 gundiyan agahî nayê girtin.

Malbatên gundiyên hatin binçavkirin diyar kirin ku agahiyê ji zarokên xwe nagirin û ji jiyana zarokên xwe bi fikar in.

Têkildarî welatiyên hatin binçavkirin ji saziyên têkildar tu daxuyanî nehatin dayîn.