17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tebeqeya ozonê

Pûng Delav

Tenikbûn an jî qulbûna tebeqeya ozonê gelek caran bûye mijara nîqaşan. Qulbûna tebeqeya ozonê ji bo ekolojî karesateke mezin e.  Gelo tebeqeya ozonê çima evqas girîng e û ji ber çi tebeqeya ozonê zirar dibîne em ê behsa vê mijarê bikin.

Ji bo ku mirov behsa rewşa tebeqeya ozonê, tenikbûna wê û encamên wê tenikbûnê bike, divê mirov pêşiyê behsa pergala cîhanê bike. Ka li cîhanê pergaleke çawa li dar e û ev pergal heyîna cîhanê çawa diparêze, çawa şert û mercên jiyanê diafirîne?

Wek ku tê zanîn cîhan beşek ji pergala rojê ye. Heyîna wê bi rojê ve girêdayî ye.  Çavkaniya jiyana hemû giyanwer û riwekên li cîhanê roj e. Ku roj nebe, cîhan bi tena serê xwe nikare şert û mercên jiyanê biafirîne. Lê hemû tiştên ku ji rojê tên ji bo cîhanê ne sûdwer in. Hinek ji wan ziyandar in û divê cîhan xwe ji wan biparêze.

Pergala cîhanê ya xwe ji heyînên asîmanî û tîrêjên rojê yên ziyandar parastinê atmosfera wê ye. Ew xwe diparêze. Ji bo fêmkirina rewşê werin, em li pergala atmosfera cîhanê binêrin. Atmosfera cîhanê qad ango kureyeke ku ji gazan pêk tê û dora cîhanê dipêçe ye.

Rêjeya gazên ku vê qadê pêk tînin jî wiha ye; ji sedî 78,084 azot, ji sedî 20,946 oksîjen, ji sedî 0,934 argon yê mayî jî ji dûkela avê û têkeliya gazên wekî din pêk tê. Ji ber  ku cîhan li dora xwe digere atmosfer li cemseran tenik û li ekvatorê stûr e.

Atmosfera cîhanê ji tebeqeyên Troposfer, Stratosfer, Mezosfer, Termosfer, Îyonosfer û Ekzosferê pêk tê.

Troposfer, ji rûyê erdê dest pê dike û stûrî ango bilindahiya wê di navbera 8 û 14 kîlometreyan de diguhere. Hemû tevger û bûyerên hewayî di vê tebeqeyê de pêk tên.

Stratosfer, ev tebeqe jî piştî tebeqeya troposferê tê. Stûriya wê li derdora 50 kîlometreyan e.

Tebeqeya ozonê ya ziyandar ango ya ku dibe sedema germbûn, bandora serayê pêk tîne jî, beşeke vê tebeqeyê ye. Di dawiya (li ser) vê tebeqeyê de cih digire.

Mezosfer, Nêzî 80 kîlometre stûr e. Kevirên asîmanî yên ku bi ber rûyê erdê ve tên di vê tebeqeyê de tune dibin. Ji beşên Ozonosfer û Kemosferê pêk tê. Tebeqeya Ozonê ji bo jiyanê sûdewer e. Ev tebeqe, tebeqeya xweparastina cîhanê ye.

Termosfer, ev tebeqe navê xwe ji germahiya xwe digire. Li vir pileya germahiyê dibe ku bigihîje 2000°C’yan. Lê naşewitîne. Molekulên gazan ên ku germê ragihînin pir kêm in. Peykên çêkirî yên ku mirov ji bo asîman dişînin di vê tebeqeyê de ne.

Îyonosfer, li gorî enerjiya ku ji rojê werdigire mezin û biçûk dibe. Li vê qebeqeyê gaz wek îyon hene. Pêlên radyoyê di vê tebeqeyê de tên ragihandin.

Ekzosfer, tebeqeya herî jor a atmosferê ye. Feza ji vir dest pê dike. Bi qasî deh hezar kîlometre stûr e.

Mijara me tebeqeya Ozonê-Ozonosfer e. Ozonosfer beşeke tebeqeya mezosferê ye.

Ozon çi ye û çawa çêdibe?

Tîrêjên UVC yên ku ji rojê tên û dirêjiya pêla wan di navbera 100 û 280 nanometreyan de  bi molekulên oksîjenê (O2) re reaksiyonê pêk tînin, dikin ku molekulên oksîjenê perçe bibin û du atomên oksîjenê derkevin holê.  Dema ku ev atom bi molekulên din re reaksiyonê pêk tînin, molekulên ozonê (O3) pêk tên. Molekulên ozonê, tîrêjên UVB yên ku dirêjahiya pêlên wan di navbera 280 û 315 nanometreyan de ye dikişînin nav xwe. Ozon ji ber wê enerjiya ku dikişîne nava xwe careke din wek atom û molekulên oksîjenê ji hev parçe dibe. Ozon nahêle ku tîrêjên rojê yên UVB bigihîjin rûyê erdê û giyandaran diparêze.  Ev ozon ji sedî 90’î ozona di atmosfera cîhanê de pêk tîne û wek ozona sûdwer tê binavkirin.

Lê kirinên mirovan zirarê didin xwezayê û hevsenga di xwezayê de têk dibin, zirarê didin atmosfera cîhanê jî. Atmosferê qirêjî dikin û rêjeya gazan kêm û zêde dikin. Guhertina rêjeya gazên di atmosferê de pergala hevsengiyê jî xera dike. Şertên jiyana zindiyan kêm dike yan jî ji holê radike.

Pirsgirêka qulbûna tebeqeya ozonê, encama kirin û nêzikahiyên mirov e. Ev qulbûn/tenikbûn li cemserên cîhanê pêk tê. Lewra tenikbûna tebeqeya ozonê jiyana li cîhanê dixe xetereyê. Gelo sedema tenikbûna tebeqeya ozonê çi ye? Gelo rast e ku mirov pisgirêkê bi tenê teknîkî rave bike û qala hişmendiya mirovan neke? Em bi teknîkî rewşê vebêjin: Tişta ku dibe sedema tebeqeya ozonê tenik bibe, hinek cureyên gazan in û wiha hatine dabeşkirin:

1- Gazên Kloroflorokarbon (CFC- DDT, Dîoksîn, Cîwa, Zirîç, Vînîlklorîd, PCB, Kukurtdîoksît, Sodyumnîtrat û Polîmer), bi piranî di pergalên klîmayan de, di çêkirina sarincan û pergalên sarkirinê de, di çêkirina kefikên ku ji bo cih û nivînan tên bikaranîn de, di parfum û deodorantan de, di çêkirina avên paqijkirina çîpan û amûrên elektronîk de di çêkirina derî û paceyên PVC de tên bikaranîn.

2- Gazên Halojen (flor, klor, brom, îyot, astatîn, tenesîn), di amûr û alavên destwerdana şewatan de û di çêkirina amûrên teflon de tên bikaranîn.

3- Metîl Bromîd (CH3Br), ji ber ku gazeke bi jehr e, di çandiniyê de ji bo kuştina kêzik û kurmikan tê bikaranîn.

Ya rast ev qadên bikaranîna van gazan ên ku hatin gotin, hinek qadên sereke ne hema bibêje tu qadeke hilberînê ya ku tê de neyên bikaranîn tune ye. Hinek jê di çêkirina xurekên amade de jî tên bikaranîn. Ev gazên kîmyewî yên ku di encama xebatên mirovan de li atmosferê belav dibin, bi demê re digihîjin ozonê. Li vir klora atomîk bi ozonê re dikeve reaksiyonê û wê parçe dike. Ji ber vê jî ew tebeqe tenik an jî qul dibe û jiyan li hemberî tîrêjên ultraviyole (UV) bêparastin dimîne. Cara pêşîn di sala 1974’an de hatiye tespîtkirin, ku gazên kloroflorokarbon zirarê didin tebeqeya ozonê û piştre mijar ketiye rojeva cîhanê.

Di sala 1985’an de tenikbûna li cemsera başûr hatiye tespîtkirin.

Di sala 1992’yan de jî ji aliyê peykan ve hatiye tespîtkirin ku ewrekî klor monoksîta zêde tê de heye, ji cemsera bakur ber bi bakurê Ewropayê ve tê.

Ji ber tenikbûna tebeqeya ozonê tîrêjên UV yên ziyandar digihîjin rûyê erdê û bandorê li jiyanê dikin. Ev tîrêj jî wek UVA, UVB û UVB tên dabeşkirin.

Dirêjiya pêla van tîrêjan di nav bera 100 û 400 nanometreyan de ye, bi çavan nayên dîtin. Çavên mirovan bi tenê dikarin tîrêjên ku dirêjahiya pêla wan di navbera 400 û 700 nanometreyan de bibînin.

UVA, %95’ê tîrêjên ultraviyole pêk tînin. Ev tîrêj ji tebeqeya ozonê derbas dibin.

UVB, %5’ê tîrêjên ultraviyole pêk tînin. Ev tîrêj pir xeternak in. Tebeqeya ozonê nahêle ku ev tîrêj derbas bibin û bigihîjin rûyê erdê.

UVC, ev tîrêj ji bo tenduristiya mirovan ên herî xeternak in. Tebeqeya ozonê nahêle ku ew derbas bibin û bigihîjin me.

Gava ku mirov tenê teknîkî li meseleyê binihêre, mirov ê bi tenê behsa hinek daneyên kîmyewî û encamên wan bike û wan wek sedem nîşan bide. Lê ev ne rast e.  Sedema bingehîn hişmendiya modetnîteya kapîtalîst a ku sînoran nas nake û her tiştî dike qurbana kara xwe. Ji derveyî kara xwe tu pîvanan nas nake ye. Hişmendiya mirov a ku dixwaze bibe desthilatdarê xwezayê û xwezayê têxe xizmeta xwe, sedema bingehîn e. Pergala siyasî, aborî û civakî ya ku bi vê hişmendiyê hatiye avakirin, xwezayê têk dibe û dahatûya mirovahiyê dixe xetereyê. Bandora tenikbûna tebeqeya ozonê ango gihîştina tîrêjên ultraviyole ya rûyê erdê jî mirov dikare wiha vebêje:

Bandorên li ser tenduristiya mirovan: Yek ji encamên herî girîng, pençeşêra çerm e. Ji ber ku ev tîrêjên rojê digihîjin mirovan, mirovên zêde li ber tavê bimînin, bi vê nexweşînê dikevin. Dîsa pençeşêra şanan a bi navê Melenomayê jî ji ber tîrêjên ultraviyole çêdibe.

Herî zêde mirovên rengê çerm û porên van vekirî ji tîrêjan bandor dibin. Lê ev xetere ji bo hemû mirovan derbasdar e. Encameke din jî, bandorê li pergala xweparastina laş dike. Rê li ber gelek nexweşiyên din vedike. Bi taybetî jî zêdebûna nexweşiyên ji ber enfeksiyonê. Li herêmên nêzî ekvatorê jî zêdebûna nexweşînên wek herpes (pelepûçik, agirê şevê), simplere û leismaiassis hatiye tespîtkirin.

Bandorên li ser riwekan: Riwek ji bo ku geşbûna xwe temam bikin û mezin bibin, fotosentezê dikin. Riwek di dema fotosentezê de karbondîoksîtê (CO2) werdigirin û ozon (O3) jî di çavên bi navê stoma de dikeve hundirê riwekan. Riwek ji bo ku xwe ji ozonê biparêzin çaviyên (stoma) xwe digirin. Ji ber vê yekê fotosentez hêdî dibe-disekine. Ozon di encama oksîdasyonê de bandorê li pêkhateyên riwekan dike, nahêle ku mîtokondrî enerjiyê hilberîne. Ji ber vê yekê jî riwek dereng mezin dibin, kulîlk û fêkiyên wan kêm dibin. Pergala xweparastina riwekan qels dibe, riwek nikarin li dijî nexweşîn, kêzik û kurmikan xwe biparêzin. Dîsa li dijî hişkesaliyê jî qels dibin. Dema ku riwek nikaribin li dijî ozonê xwe biparêzin, pelên wan deqdeqî dibin, peqikên avê tê de çêdibin, zer dibin, zû pîr dibin û diweşin. Tîrêjên UV bandorê li dar û daristanan jî dikin û nahêlin ku şitlên nû şîn bibin an jî şînbûnê kêm dikin.

Qirêjîbûna hewayê: Zêdebûna tîrêjên ultraviyole di nav gazên ku hewayê qirêjî dikin de dibe sedema reaksiyonê, wan reaksiyonan lezgîntir dike û hewaya bajaran zêdetir qirêjî dike.

Ev yek jî zirareke mezin dide nexweşên astimê û kesên kal û pîr. Ew hewaya qirêjî ya li bajaran bi bayê re li her derê belav dibe û zirarê digihîne tevahiya xwezayê. Zeviyên çandiniyê jî bi qasî bajaran di bin bandora vê qirêkjîbûna endustriyel de dimînin.

Bandorên li ser ajalan: Hatiye tespîtkirin ku tenikbûna tebeqeya ozonê û zêdebûna tîrêjên ultraviyole di heman demê de bandoreke neyînî li jiyana alalên deryayan dike. Tîrêjên UV bi taybetî jî zirarê didin têjikên masiyan, canberî (karîdes), kevjal, jûjiyê avî, fîtoplanktonan û riwekên deryayan.

Fîtoplankton riwekên yekşaneyî yên kevzê yên ku di avê de dijîn. Di zeryayan (okyanûs) de tunebûna van riwekên yekşaneyî, dibe ku bi awayekî nerasterast bandorê li avhewaya cîhanê hemûyî bike. Lewre ji sedî 80 karbondîoksîta di atmosferê de ji aliyê van riwekan ve tê wergirtin. Ku ev riwek tune bibin, dê rêjeya karbondîoksîta di xwezayê de zêdetir bibe, ev jî dê bibe sedema têkçûna hevsenga atmosferê û rewşa serayî ango zêdetir germbûna cîhanê.

Avhewaya cîhanê dê ji binî ve biguhere. Ji bo ku ewrên li ser zeryayan pêk bên, pêdivî bi madeya kîmyayî dîmetîlsulfoksîdê heye. Û ev jî ji aliyê fîtoplanktonan ve tê hilberandin. Ku ev madeya kîmyayî kêm bibe, dê ewrên zeryayan jî kêm bibin.

Bi vî awayî jî dê pergalên ekolojîk ên avê têk biçin. Lewre ji ber bandora tîrêjên ultraviyole dê pergala xurekan jî têk biçe û bivê nevê dê plankton jî kêm bibin. Wek encama vê pêvajoyê dê xurekên mirovan jî kêm bibin.

Ajalên ku li bejahiyê dijîn, ji ber stûrbûna çermê xwe û rengê çermê xwe, li gor mirovan zêdetir ji tîrêjan tên parastin. Lê tevî vê yekê jî hinek ajal di bin bandora tîrêjan de dimînin.

Cureyên pençeşêrê yên ku bi mirovan re çêdibin, dibe ku bi ajalan re jî çêbibin. Çavên ajalan û çermê wan ê nerengîn zêdetir bi xetereyê re rû bi rû dimînin. Bi çêlek, bizin, mih, pisîk û seyan re tumorên (ûr, girê) çerm; bi hesp, mih, beraz û dewaran re jî tumorên çav çêdibin.

Bandora li ser alav û amûrên endustriyel: Ozon bi tenê bandorê li giyanweran nake, di heman demê de bandorê li gelek alav û amûrên ku mirov ji bo karên cuda bi kar tîne jî dike.

Ozon tiştên wek lastîk û boyaxê ji, hev parçe dike. Hêza wê ya oksîdasyonê pir zêde ye. Li gel ku berxwedêriya wan zêde ye jî dikare madeyên wek zîv jî veguherîne oksîdan. Bandorê li li tiştên plastîk dike, terkan li wan dixe û rengê wan diçilmisîne.

Qirêjîbûna ji ber ozonê: Gazên ekzosê yên ku li ber tava rojê dikevin nav reaksiyona fotokîmyewî, di ewrên ku ji dûmanê pêk tên de ozon û nîtrojendîoksîtê çêdikin. Bi vî awayî li beşên nêzî rûyê erdê yên atmosferê de qirêjîbûna ji ber ozonê derdikeve holê.

Tedbîrên ji bo parastina tebeqeya ozonê: Piştî ku mijar ket rojevê û xetere hat dîtin hinek tedbîr hatine wergirtin û hinek peymanên navneteweyî hatine morkirin. Yek ji van peymanan Protokola Montrealê ya ku di sala 1987’an de hatiye pejirandin e.

Li gorî vê protokolê divê bikaranîna gazên ku dibin sedema tenikbûna tebeqeya ozonê, gav bi gav bên hindikkirin û piştî demekê ew gaz êdî neyên hilberandin.

Ger ku ev tedbîr bi tevahî bên bicihanîn, dibe ku heta salên 2050 û 2060’î tebeqeya ozonê veguhere rewşa xwe ya asayî. Lê gelek dewletên ku ew protokol pejirandine, li gor berjewendiyên xwe tev digerin û xalên protokolê bi cih neynin.