21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li aqûbeta Karday pirsîn

Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kiryar bên darizandin” ya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Kartayê ku dibinçav de hat windakirin, pirsîn

Li Amedê Xizmên Windayan û ÎHD’ a Amedê di hefteya 757’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê lidar xistin. Di çalakiyê de pankartên ku wêneyên windakiriyan li ser in hat vekirin. Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta  Îbrahîm Kardayê ku di 15’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Henê ya Amedê hatibû kuştin, pirsîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, malbatên windayan amade bûn. Di destpêka daxuyaniyê de nûnerê heremê yê ÎHD’ê Mehmet Tahir Saçakli axivî. Saçakli  diyar kir ku bi salane li windayan digerin. Sancakli got ku her çiqas bêjin kiryar ne diyare jî ew dizanin ku diyare û wiha got: “Ev 30 sale em li pey edaletê ne û heta pêk neye jî em dev jê bernadin. ”

Daxûyaniya vê hefteyê ji aliyê Endamê Komîsyana Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz hat xwend. Akdenîz di despêka axaftina xwe de diyar kir ku li di 15’ê tebaxa 1995’an de leşker bi ser gundê Gomeçê yê Amedê de digirin û Îbrahîm Kartay tê binçavkirin û wiha got: “Leşker gundiyan li qada gund kom dikin û ji wan dixwazin ku gund vala bikin. Beriya ku gundî eşyayên xwe ji malên xwe bigirin mal tên şewitandin. Leşker ajalên ku gundî debara xwe pê dikin jî bi çekan dikujin. Gundî Salîme Çakir a li dervahî gund li benda hevjînê xwe ye radigihînin ku hevjînê wê ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin.”

Li qerekolê gef lê tê xwarin

Akdenîz anî ziman ku hevjîna Kartay Salîme Çakir  bi zarokên xwe re li gundê cîranê xwe sitar dibe û wiha pêda çû: “Piştî ku 10 rojan li hêviya agahîya hevjînê xwe dimîne, bi xezûrê xwe re diçe Navçeya Henê û serî li Serdozgeriya Komarê dide. Ji ber ku dozgerî tu agahî nade malbat diçe Qereqola Jendermeyan a Henê. Li qereqolê jî rayedar bersiva “Îbrahîm Kartay nehatiye binçavkirin” didin malbatê. Piştî demekê bavê Kartay, Kadrî Kartay ji bo ku li kurê xwe bipirse carekedin diçe qerekolê. Lê ji aliyê kesên ku li qereqolê ne bi ser de gule tên reşandin û gefa ku careke din li kurê xwe nepirse tê xwarin.”

Dest ji hikmên demborî berdin

Akdenîz got ku hemû serlêdanên malbatê bê encam mane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Her çendî Kartay di dema binçavkirin û girtinê de ji aliyê hîn kesan ve hat dîtin jî binçavkirina wî hat înkar kirin. Careke din tu agahî jê nehat girtin. Di 28’emîn salvegera windakirina Kartay de em careke din daxwaz dikin: Bila rayedarên dadweriyê ji bo kujer neyên lêpirsîn û darizandinê, dest ji hikmên demborî berdin. Em dixwazin di bûyera ku dê rastiya dosyaya Kartay derkeve holê, hemû berpirsyarên vî sûcî bên tespîtkirin û bên cezakirin de lêpirsîn bê destpêkirin. Em ji bo Îbrahîm Kartay û ji bo hemû windahiyan edaletê dixwazin.”