30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî Ozturk 111 roj in di greva birçîbûnê de ye 

Girtî Nedîm Ozturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Xwişka wî Meral Halîsdemîr got ku birayê wê roj bi roj dihele û naxwaze birayê wê bimre

Girtî Nedîm Ozturk li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Ozturk dixwest li girtîgeheke din were sewqkirin û li dijî polîtîkaya binpêkirinan, di 24’ê nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû. Çalakiya wî di roja 111’an de didome. Ozturk, da zanîn ku di dema çalakiya greva birçîbûnê de 19 kîloyan zeîf bûye û laşê wî jî hêdî hêdî ditevize.

Xwişka Ozturk, Meral Halîsdemîr ku 2 roj berê çûbû serdana birayê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got ku tevî cezayê muebbeta giran li birayê wê nehatiye birîn jî li girtîgeha bi ewlekariya bilind bi tena serê xwe tê ragirtin. Halîsdemîr wiha domand: “Ji bo ku ji vir derkeve gelek caran serî li sazî û şexsên peywirdar da. Lê encamek bi dest nexist. Ragirtina wî ya li Girtîgeha bi Ewlekariya bilind, bêhiqûqî ye.”

 ‘Ji bo mafên xwe yên bingehîn dest bi greva birçîbûnê kir’

Bi domdarî Halîsdemîr anî ziman ku diviya birayê wê li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê nebûya û wiha pê de çû: “Serlêdanên wî bêencam man lewma dest bi grevê kir. Di roja 109’an de em çûn serdana wî. Ji 64 kîloyan daketiye 45 kîloyan. Dema min ew hembêz kir, destê min kete qefesa perasûyên wî. Hinek deverên milê wî, lingê wî yê rastê û ji kemaxê heta çokên piyên wî tevizî ne. Ji hêla hişî vî pirsgirêk nîne. Ji bo mafên xwe yên bingehîn dest bi greva birçîbûnê kir.”

Di berdewamê de Halîsdemîr got ku girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind hemû pêdiviyên xwe bi tena serê xwe pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Kekê min got ku nahêlin tev li sihbeta hevpar bibe. Her wiha cihê hewadariyê bi dîwarên bilindahiya wan 3 mîtroyan hatiye girtin. Di valahiyeke pir biçûk de asîman dibîne. Got ku hucreyên wan hewa, ronahî û ro yê nabînin. Li qata yekemîn a girtîgeha 3 qat de haya wan ji şev-rojê çênabe. Tenê hucreyeke 3 kes tê de dimînin heye û ew jî her tim bi kamerayan tê şopandin. Ez li gelek deveran çûm hevdîtinê. Eywanên hevdîtinê mezin bûn û em li gel peywirdaran diçûn hevdîtina vekirî. Lê me li Sîncanê di nava fanosa cam de hevdîtin kir.”

 ‘Ez naxwazim kekê min bimre’

Halîsdemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Di wê hucreyê de doşek, daşir, serşok û mitbax heye. Ma ev pergaleke çawa ye ku vê nêzikatiyê hêjayî mirovan dibînin? Gelo ew bi xwe dê bikarin 24 saetan di wan hucreyan de bimînin? Kekê min roj bi roj dihele. Ew di ferqa zanebûna siyasî ya van mirovan de nînin. Ev kes dê vê rewşê jî derbas bikin. Weke xwişka Nedîm Ozturk tekane ricayeke min heye, bila kekê min nemire. Kesên jin û zarokan dikujin û destdirêjiyê lê dikin tên berdan. Lê çima girtiyên siyasî nayên berdan?”