5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmaniyê konferansa jinên kurd

Li Silêmaniyê Konferansa ku jinên êzidî, kakayî, zerdeştî, feylî û mesihî tevlîbûne di bin pêşengtiya TAJÊ de bi coşek mezin destpêkir. Konferans bi lorîna Dayê Şemê ya êşa hemû jinên esîr da jiyîn û axaftina vekirinê destpêkir. Di axaftina vekirinê de ji bo pêşîlêgirtina jenosîdan banga yekgirtina jinan hat kirin

Konferansa jinên ji bawerî û civakên cuda bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê li saet di 9:45‘an de li Silêmaniyê li eywana Dawa Otelê destpêkir. Konferans bi dirûşma:“Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye” dest pê kir. Ji Ranya, Silêmanî, Kerkûk û Helepçe jî ji gelek sazî û dezgehên jinan jin tevlî konferansê bûne. Jinên Feylî jî ku di dîrokê de gelek caran rûbirûyê fermanan hatine, di konferansê de amadebûne. Konferans bi beşdariya mêvanên ji baweriyên êzidî, kakayî, zerdeştî û mesîhî destpêkir. Jinên êzidî bi cil û bergên xwe tevlî konferansê bûn.

Di destpêka konferansê de Dayê Şemê ku Endama Koordînasyona TAJÊ ye sûprizek pêk anî û ji bo beşdarvanên konferansê lorînek li ser fermanê vegot û bo wesîleya kêliyên hestiyar ku êşên hevpar yên hemû jinan hate hîskirin û zindî kirin.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Reham Heço ve hat kirin. Heço di despêka axaftina xwe de xêrhatina hemû beşdarvanên konferansê kir û di salvegera 9’an ya fermana 3 Tebaxa 2014’yan de di şexsê qurbaniyên fermana 74’an de tevahî mirovên ku di komkujiyên li ser axa Iraqê de pêkhatî ne de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr anî û wiha pêde çû; “Bêguman di qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’yan de herî zêde jin bûn qurbanî. Di şexsê jina êzidî de civaka êzidî di qirkirinê re derbas bû. Jinan femîsayid jiyan kirin. Her wiha 3504 jin dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li bazarên koletiyê hatin firotin. 9 sal li ser derbas bûn. Hîna jî hêjmarekî mezin aqûbeta jinên êzidî nayên zanîn û 1340 dîlgirtî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Jenosayda 3’yê Tebaxa 2014’yan ya li ser civaka êzidî pêkhatî, ji aliyê 13 welatan ve bi fermî wek jenosîd hatiye qebûl kirin. Ew gavek girîng û erênî ye. Em wek TAJÊ vê biryarê bi wate dibînin. Lê tenê biryar girtin bes nîne. Pêwîste ji berpirsên vê qirkirinê hesab bên xwestin û ew werin darizandin. Lê mixabin hîna ev jenosîd ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûl kirin. Hêjî ji DAIŞ û hevkarê wê hesap nehatiye xwestin.”

‘Hevgirtina hemû jinan ferze’

Heço di axaftina xwe de got: “Di nava aramî û azadiyê de yêkbûna çand û baweriyan wê zilma li ser tevahî jinan û civakê têk bibe. Em bawerin ku ev konferans jî bi nîqaş û biryarên xwe re wê rê ji bo azadî û aramiyê veke. Ev jî teqez ji hevgirtin û hêza jinan derbaz dibe û li ser me jî ferze.”

Di berdewamiya axaftina de Heço ev tişt anî ziman: “Hêviya ku ev konferans bibe gavek bo hezên herêmî û navdewletî xwedî li berpirsiyariyên xwe derbikeve. Êşa ku jin û civaka êzidî jiyan kirî, îro em di vê konferansê de bi hevre parve dikin. Em dizanin ku êşa jinan yeke. Li ku dibe û kî dibe bila bibe êrîşên li ser jin bi yek armanc û hişmendiyê pêk tên. Di roja îro de li seranserî cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rojek nîne ku jin rastî êrîş, tundî, destdirêjî û bê mafiyê neyên.”

Heço bal kişand ser rewşa jinên li Efganistanê jî û wiha got: “Ev 2 salin li Efganistanê jin rewşa qetlîamê jiyan dikin. Bi tevahî mafê jiyanê ji destê jinan hatine girtin. Tişta ku li wê derê bi serê jin û civakê tên kirin, ji yaku jin û civaka êzidî di sala 2014’yan de jiyan kirîn ne cûda ye. Bi vê boneyê em tekoşîn û berxwedana xwişkên xwe yên efgan silav dikin û dibêjin em li gel we ne. Tekoşîna hevgirtî ya jinan wê desthilatdariya zilam teqez bin bixîne.”

‘Bi hevgirtina jinan yê dawî li femîsaydan bê anîn’

Reham Heço bi taybet li ser rewşa jinên başûrê Kurdistanê jî sekinî û ev tişt anî ziman; “Di enfalên ku pêkhatin de bi sedan jin hatin girtin, hatin firotin û îşkence kirin. Li ser vê xakê kurdên feylî, kakayî, zerdeştî, asurî-suryanî û her wekî din di qirkirinan de hatin derbas kirin. Di roja me ya îro de jî bi rojane jin bi destê zilam tên kuştin. Bi sedan jin bi destê zilamê desthilatdar bi şêwazekî hovane tên îşkence kirin. Ango di hemû komkujiyan de jin mexdurên sereke ne.”

Reham Heço di dawiyê de jî got: “Ev konferansa ku bi beşdariya jinên êzidî, kurdên feylî, kakayî, zerdeştî û mesihî û hwd. pêk tê û bi dirûşmeya tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi avakirina pergalek demokratîk û mîsogeriya bidawî anîna komkujiyane, xwedî wateyekî dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku ger ne bi yekitî û tekoşîna jinan ya hevbeş be wê rê li ber qirkirin û femîsayidan neyê girtin. Em jin bi yekîtî û rêxistinkirina xwe, hesab ji DAIŞ û hevkarên wan bixwazin û heya rizgarkirina hemû dîlgirtiyan tekoşîna xwe xurtir bikin. Ji bo hemû bawerî, netew, ol di nava azadî û aramî de bijîn, ji bo carekî din li ser vê xakê komkujî, talan, wêran û firotîna jinan neyên jiyîn, pêwîste tekoşîn bê dayîn.”

Konferans bi axaftina nûnerên sazî û rêxistinên jinan berdewam dike.