21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya konferansa jinên ji pêkhate û baweriyên cûda hate aşkerakirin

Encamnameya konferansa jinên ji pêkhate û baweriyên cûda hat aşkerakirin. Di encamnameyê de tê gotin; “Em weke jin ji dil bawerîn ku eger em xwe li ser esasê vîna azad birêxistin bikin, ji bo welatên me, civakên me dê azadî, aştî û demokrasî pêşbikeve, bo wê tevkariya me bi hevre gelekî girînge.”

Li Silêmaniyê Konferansa di bin pêşengtiya TAJÊ ya bi dirûşmeya “Têkoşîna Hevbeş a Jinên ji Pêkhate û Baweriyan Pêngavekê ber bi Pergalek Demokratîk û Misogeriya Bidawî Anîna Komkujiyê ye” bi  dawî bû. Encamnameya konferansê hate parve kirin.

Konferansa jinên ji bawerî û pêkhateyên cûda ku dibin pêşengtiya TAJÊ de li Silêmaniyê destpêkiribû, bi encamnameyekê dawî bû.

Encamnmaya Konferansê wiha ye:

12 Tebaxa 2023‘yan de TAJÊ li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê bi dirûşmeya “Têkoşîna Hevbeş ya Jinên ji Pêkhate û Baweriyan, Pêngavekê ber bi Avakirina Pergalekî Demokratîk û Mîsogeriya Bidawî Anîna Komkûjiyane“ konferansek lidarxist.

Bi destên dîjminê jin, jîn û mirovahiyê DAIŞ‘ê li dijî gelê Şengalê 3‘yê Tebaxa 2014‘an de qirkirin û jînkujiya ku pêkhatiye, em di 9‘mîn salvegera wê de bi tundî şermezar dikin, tevahî mexdûr û windahiyan bi rêzdarî bibîr tînin.

Gelek saziyên navdewletî û parlamentoyên welatan ev êrişa hovane weke qirkirin qebûl kirin, em vê biryara wan wek gavekî erênî û girîng dibînin û bang ji wan hêz û welatan dikin da ku pêwîstiyên vê biryarê pêkbînin. Bi taybetî em daxwaz dikin ku hemû dewlet û saziyên ku qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava liv û tevgerê.

Heya vê gavê jî parlamentoya Iraqê komkujiya 3‘yê Tebaxa 2014‘an wek jenosîd û wek qirkirina jinê nasnekiriye. Em weke jin di watedayîna vê rewşê de zehmetiyan dijîn û dibêjin pêwîste parlamentoya Iraqê demîldest tiştên hatine jiyîn wek jenosîd bi nav bike û nasbike. Iraq welatekî xwedî pir bawerî, çand û nasnameyên etnîkî ye. Bi saya van dewlemendiyên xwe xwediyê çandekî qedîme jî. Lê mixabin ev cewaziyên ku bingeha jiyana demokratîke, ji hêla polîtîkayên desthilatdarî û mêtînger ve tê tehrîk kirin û civakan li hemberî hevdû didin şer kirin. Bi taybetî jî li ser nasnameyên hindikayî bê navber êrîş tên pêşxistin û ru bi rû tinebuyînê re tên hiştin. Kakeyî, Feylî, Zerdeştî, Mesîhî, Şîa û di serî de Kurd, Asur- Suryan, Ereb di tevahî dirokê de rastî êrîşên qirkirinê hatine. Îro jî ji ber jehra siyasete desthilatdarî, olperestî û netewperestiyê xweşîkbun û dewlemendiya çandî ya xaka Iraqê tê tinekirin. Ji bo hemu reng, deng, çand, ol û bawerî di nava azadî û aramî de bijîn, em wek jin pêşengtî ji têkoşîna demokratîkbun kirinê ji bo xwe peywira herî sereke dibînin.

Yekemîn jenosî di sedala 21’an de berî 9 salan, roja 3’yê Tebaxa 2014‘an pêşberî çavên cîhanê li Şengelê pêkhat. Dubare em ev êrîşên ku çavkaniya xwe ji netewperestî, olperestî û zayendperestî digrin bi tundî şermezar dikin û dibêjîn heya aqubeta jinên di destê DAIŞ‘ê de çareser nebe, heya êşên jin, zarok û mirovên Şengalê neyên derman kirin wê ev rewş mîna lekeyekî reş di wijdana mirovahiyê de hebuna xwe biparêze.

Em weke jinên xwedî bawerî û nasnameyên cuda yên çandî biryardariya xwe dibêjin ku divê Iraq ji bo hemu nasnameyan bibe welatekî hîn azad û ewlehîtir û ji bo pêşxistina vê em biryardariya xwe ya têkoşîna hevbeş dûbare dikin. Emê dijî hemu êrîşan, bi taybetî jî dijî êrişên ji milê pergala serdest a mêr ve rû didin, ya ku jiyanê jî bo jinan dike jehr li ser hîmê felsefeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ têkoşînê bilind bikin.

Em weke jin ji dil bawerîn ku eger em xwe li ser esasê vîna azad birêxistin bikin, ji bo welatên me, civakên me dê azadî, aştî û demokrasî pêşbikeve, bo wê tevkariya me bi hevre gelekî girîng e.

Em mafê xwe parastin û xwerêveberinê ya gelê Şengalê ku rastî qirkirinê hatiye û hîna jî hebûna wan di bin xeteriyê deye rewa dibînin û bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku pîştgiriyê bidin vê daxwazê. Wekî ku di Peyman 9’ê Cotmeha 2020’an de tê dîtin, ku ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê ve hatiye îmzekirin, em tu biryarên ku bêyî tevlîbûna civaka êzidî û saziyên li Şengalê hatine girtin rewa nabînin û em daxwaz dikin ku demildest dev ji van biryaran were berdan. Heger li Şengalê çareseriyek pêk were, ev yek tenê bi naskirina îradeya gelê Şengal’ê yê pêkan bibe.

Em bang li sazî û dezgehên navnetewî yên ji bo pêşîgirtina li vê sûc û wêrankêriya li dijî mirovahiyê ya li Şengalê pêkhatî jî dikin ku bila xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin. Em bi taybet jî li bendê ne ku Iraq bi awayekî fermî komkujiya li Şengalê qewimiye wek jenosî nasbike û pêşî li êrişên dewleta Tirk yên pêk tên bigre. Ji bo windahiyên nû çênebin em bi awayekî lezgîn bang li hêzên têkîldar dikin bo qada hewayî ya Iraqê ji dewleta tirk re bigrin.

Jenosîda herî dirêj ya di erdnîgeriya herî berfireh de pêkhatî heya îro jî di nava huquqa navdewletî da mîna sucê şer nehatîne qebûlkirin. Em vê rewşê xerîb dibînin û daxwaz dikin ku êrîşa li ser jinan a li Şengalê wek jenosîd ji aliyê hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî ve û bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî sucê şer û sucê li dijî mirovahiyê bê pênase kirin û qebûl kirin.

Em weke pêkhateya konferansê berxwedana xwûşkên xwe yên afgan li dîjî rejîma Talîban silav dikin. Em têkoşîn û berxwedaniya ku li dijî vê rejîma dij mirovî û neyarê azadiya Jinan ya Jinên Afganîstanê pir bi nîrx dibînin û hevgirtina xwe bi wan re îlan dikin. Weke beşdarvanên tevlî vê konferansê bûne em diyar dikin ku li hemberî vê hovîtiya ku li ser jinên êzidî hatiye meşandin, bersiva herî baş yê bibe hevgirtin û birêxistinkirina jinan di asta gerdunî de. Em bang li hemû jinên cîhanê jî dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê