17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 30 salan hate berdan

Mehmet Kartal ê ku li Girtîgeha Odemîşê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Kartal anî ziman ku wan bi serbilindî dest bi têkoşînê kir û dê wisa berdewam bikin

Mehmet Kartal ê ku li Girtîgeha Odemîşê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Kartal anî ziman ku wan bi serbilindî dest bi têkoşînê kir û dê wisa berdewam bikin.

Mehmet Kartal (50) ku li Girtîgeha tîpa T a Odemîş a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Kartal, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Buca û Torbaliyê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Kartal, li pêşiya girtîgehê ji  Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “Ji ber azadiya xwe keyfxweş im lê li aliyê din jî ji ber hevalên di girtîgehê de xemgîn im. Hesreta girtiyên di girtîgehan de, berxwedêriya wan e. Me bi serbilindî dest bi vê têkoşînê kir û dê bi serbilindî bidomînin. Ez şanaz im ku neferekê vê têkoşînê me.”

Piştre jî Kartal çû cem malbata xwe ya li navçeya Gazîemîrê. Kartal, li vir bi dahol û zirneyan hate pêşwazîkirin.

Mehmet Kartal, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate binçavkirin û girtin. Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Dixwaze beşeke xaka di bin serweriya dewletê de parçe bike” cezayê muebbetê li Kartal birî. Kartal, di 20 saliya xwe de kete girtîgehê û di 50 saliya xwe de derket. Li girtîgehê bi nexweşiyên weke zerik, reflu û bi gelek nexweşiyên din ket.