2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne

Nexweşxaneya Dewletê ya Merkez Efendî ya Manîsayê ji bo girtiyê nexweş Mûstafa Saît Turk rapor amade kir û diyar kir ku Turk nikare bi tena serê xwe li girtîgehê sexbêra xwe bike û wiha got: “Hewce nake cezayê wî were taloqkirin.”

Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî her hefteyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiyê li dar dixe. Çalakî, di hefteya 466’an de jî berdewam kir. Çalakî, li pêşiya avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Saît Turk ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin. Daxuyanî, ji hêla Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin.

Çevîrmen, da zanîn ku Mûstafa Saît Turk 86 salî ye û tevî nexweşiyên xwe jî di girtîgehê de tê ragirtin. Çevîrmen, wiha domand: “Mustafa Saîd Turk, ev 50 sal in nexweşê şekirê ye û piştî 2016’an du caran xwîn çû ser mejiyê wî. Neçarî doşekê ye, nikare paqijiya xwe bike û nihêrvan pêdiviyên wî yên zarûrî bi cih tîne. 2 sal berê stent xistin dilê wî. Rojê nêzî 4 caran û bi giştî 60 unîteyên însulînê bi kar tîne. Her wiha nexweşê gurçikan e. Fitqa wî ya piştî zêde pêş ketiye. Di heman demê de nexweşê kronîk ê anemisiyê ye.

Bi domdarî Çevîrmen destnîşan kir ku dema di 10’ê tebaxê de Turk sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatiye kirin, di rê de rewşa wî nebaş bûye û ev agahî da: “Bi ambulansê rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Li wir teşhîsa êşa dil û zerikê hate kirin. Di vî halî de tedawiya wî ya paliyatîf hate kirin û ber bi girtîgehê ve bi rê ketin. Li gorî agahiyên kurê wî dane; markerên enfeksiyonê di astên herî bilind de ne. Girêdayî enfeksiyonê jî rewşa delîrîum ku nexweş ji ber ku nikare bi devê xwe xwarinê bixwe, bi rêya sondaya Nazogastrîk xwarin tê dayîn. Tevî êşa dil û zerikê jî şandin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Dema birin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, ji ber pirsgirêka dil û hilmijînê, rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Piştî mudaxeleyê jî dîsa vegerandin girtîgehê. Li gorî agahiyên bijîşkê girtîgehê da ne; hatiye gotin ku divê bibin nexweşxaneyê lê ji ber ku ewraqên wî pê re nehatine gihandin, nebirin nexweşxaneyê û niha li girtîgehê tê ragirtin. Heke ewraq pê re bihatina gihandin, dê di roja duşemê de li nexweşxaneyê bihata sewqkirin. Malbata wî dibêje ku bîra wî çû ye.”

Çevîrmen, bi lêv kir ku Turk ji ewil rakirin Nexweşxaneya Merkez Efendî ya Manîsayê û di encama rapora nexweşxaneyê de ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û şandina Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Çevîrmen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di beşa biryarê ya rapora vê nexweşxaneyê de wiha hatiye gotin; ‘Di çarçoveya xalên 16/2-16/6 a Qanûna Têkildarî Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya Hejmar 6275’ê de hatiye nirxandin. Nikare jiyana xwe ji şert û mercên girtîgehê de bidomîne. Hewce nake ku cezayê wî were taloqkirin. Rewşa nexweşiyên domdar û kalbûn ên di xala 104/2-B a Destûra Bingehîn a T.C.’yê de heye. Divê li Girtîgehên Tîpa T/Girtîgehên Vekirî were ragirtin. Tevî ku dizanin rêveberiya girtîgehê li nexweşî nanihêre û ew bi xwe jî dibêjin ‘nikare bi tena serê xwe bijî’ jî biryara ‘hewce nake cezayê wî were taloqkirin’ tê dayîn. Tu eleqeya vê biryarê bi zanistê nîne û nayê qebûlkirin.”

ÎHD: Bila Turk were berdan

Komîsyona Girtgîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî çalakiya xwe ya “Rûniştina F” di hefteya 594’an de domand. Çalakî li pêşiya komeleyê hate lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Saîd Turk ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” , “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin” û “Bila Mûstafa Saîd Turk were berdan” hatin berzkirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Nergîs Şahîn xwest ku Turk tavilê were berdan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê