10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qada Galatasarayê ya me ye

Parastvanên mafên mirovan astengkirina Dayikên Şemiyê û binçavkirina wan protesto kirin û wiha gotin: “Qada Galatasarayê ya me ye.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li gelek bajaran astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û binçavkirina wan protesto kir.

Rêberên şaxên ÎHD’ê yên Enqere, Îzmir, Edene û Wanê û parastvanên mafên mirovan û hiqûqê ji bo astengiya li pêş çalakiyên Dayikên Şemiyê şermezar bikin daxuyanî dan.

Enqere

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç anî ziman ku ji bo hînbûna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin ev 28 sal in têdikoşin û wiha got: “Lêpirsîna binpêkirin komî û yên giran, darizandina faîlên sûcan û cezakirina wan, peywira dewletê ye. Lê dewlet li vê berpirsyartiya xwe ranabe. Îktîdar biguherin jî siyaseta înkar û necezakirinê naguhere. Her wiha nahêle malbatên windakiriyan û parastvanên mafên mirovan jî heqîqetê derxînin holê.”

Biryarên AYM û DMME’ê pêk bînin

Saraç xwest Tirkiye biryarên AYM û DMME’ê pêk bîne û wiha got: “Tenê heke Tirkiye bibe dewleteke hiqûq û demokratîk dikare daxwazên me pêk bîne. Lewma dewlet vê têkoşîna me asteng dike. Di hefteya 959’an de em careke din bang li rayedarên dewletê dikin; tunehesibandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tê wateya binpêkirina hiqûqê û valakirina hundirê wê. Ev jî mezintirîn xerabiya li civakê ye. Dawî li vê xerabiyê bînin. Tevî her cureyên zilma we em careke din vê dibêjin; ev 28 sal in me li her santîma Qada Galatasarayê hafizeya heqîqetê neqş kir û ew qad a me ye. Em ê windakiriyên xwe ji bîr nekin.”

Piştî daxuyaniyê jî beşdaran qurnefîl danîn ber peykerê Dayika Berfo.

Edene

Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî xwest li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. Lê walîtiyê bi hinceta “heta astegî rêya xelkê û wesayîtan digire, li ser aramiya cemaweriyê xetereyê çêdike û azadiya welatiyan bisînor dike” asteng kir. Endamên ÎHD’ê yên li Parka Înonuyê kom bûn, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştre jî parastvanên mafên mirovan derb kirin û binçav kirin. Parastvanên mafên mirovan jî bi dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Biji berxwedana dayikan” protesto kirin.

Di heman demê de polîsan, welatiyên li parkê rûdiniştin jî bi darê zorê derxistin. Polîsan, hewl dan Serokê komîsyona Mafên Parêzeran a Baroya Edeneyê Volkan Huseyîn Ertem jî bi zorê ji parkê derxînin. Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik ku hefteya berê hatibû binçavkirin, anî ziman ku sedema qedexeyan, bêtehemûliya îktîdara siyasî ye.

Polîsan 39 welatî binçav kirin

Navên 39 kesên di êrişê de hatin binçavkirin wiha ne: “Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş, rêveberên ÎHD’ê Havîn Olmez, Osman Fîlîztek, Teberdar Elîk, Belgîn Işik, Azîz Sar, endamên ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, parêzer Tugay Bek, rêveberê ÇHD’ê Onur Can Gurbuz, Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya, Hevserokên HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk û Taylan Çelîk, rêveberên HDP’ê, Osman Guven, Nîmet Tekîn, Saniye Seçkîn, Nûran Ozdeş, Aydin Varol, Nezîr Algel, Ahmet Akdogan, Zekî Sekîn, Hamît Çelîk, Çetîn Eye, Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Huseyîn Kaya, Serokê Şaxa Tum Bel-Sen a Edeneyê Mehmet Çelîk, Hevserokê Şaxa SES’a Edeneyê Dr. Murşît Enîs Akyuz û Ahmet Kaya û Osman Polat.”

  Çalakgeran polîs protesto kirin

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê astengkirina Dayikên Şemiyê protesto kir. Walîtiya Wanê ji bo du rojan biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan dabû. Polîsan jî ev biryar weke hincet nîşan dan û nehiştin daxuyanî bê dayîn. Polîsan, pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’a Wanê girtin û nehiştin kes û xebatkarên çaemeniyê derkevin. Li ser vê yekê jî ÎHD’ê û endamên rêxistinên civaka sivîl di ketina avahiya şaxê de deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û qedexe protesto kirin.

Têkildarî mijarê şaxên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Mêrsînê li Parka Ozgur Çocuk; Şaxa ÎHD’a Rihayê li avahiya komeleyê; Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li pêşiya Sumerbank a Kevin daxuyanî dan.