27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’a Amedê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe aştî pêk nayê

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê 17’emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de nûnerên rêxistinên civakî axivîn û anîn ziman ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, dê aştî pêk neyê û binpêkirina mafên mirovan bidome

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê 17’emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de nûnerên rêxistinên civakî axivîn û anîn ziman ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, dê aştî pêk neyê û binpêkirina mafên mirovan bidome.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê 17’emîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de nûnerên Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, rêxistinên civakî OHD, TÎHV, DTB, TMMOB, KESK, DFG, Komeleya Roja, Partiya Çepên Kesk û gelek rêxistin amade bûn. Li salona kongreyê pankartên “Deng bide jiyanê, tecrîdê rakin”, “Jin, Jîyan, Azadî”, “Ji girtiyên nexweş re edalet”, “Ji bo rûbirûbûnê bila winda bên dîtin, bila faîl bên darizandin” vekirin û wêneyê endama ÎHD’ê Melike Alp ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabû rakirin.

Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî û diyar kir ku ÎHD di bin zextên siyasî de xebatên xwe didomîne. Zeytûn da zanîn ku ew hêza xwe ji dayikên aştiyê û xizmên windayan digirin û wiha got. “Ji ber vê yekê em vê kongreya xwe diyarî Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan ên ku dibêjin ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ dikin. Bi taybetî li bajarên kurdan îşkence û binpêkirina mafan zêde ye. Polîtîkayên bêcezakirinê her roj zêdetir dibin. Ev dibe sedem ku binpêkirina mafan zêde bibe. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, tundî kêm nabe. Têkoşîna li dijî van binpêkirinan  erka me ya sereke ye. Em dê her dem ji bo parastina mafên mirovan, demokrasî û siyaseta demokratîk têbikoşin.”

Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyin Kuçukbalaban, Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman, Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê Elif Turan, Nûnerê TÎHV’a Amedrê Murat Aba Serokê Yapi Yol Senê Siraç Çelik, Wekîla Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, Serokê ÎHD’ê yê berê Racî Bîlîcî û Sazûmankarê ÎHD’ê Mehmet Vural jî anîn ziman ku her diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Nûneran, dan zanîn ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, aştî, demokrasî pêş nakeve. Nûneran destnîşan kirin ku ji bo vê yekê girîngî bi yekîtiya saziyên civakî heye û xwestin saziyên civakî di nava yekîtî û piştevaniyê de xebatên xwe pêş bixin.

Rêveberiya nû hilbijartin

Piştî kongreyê ji bo rêveberiya nû deng avêtin sindoqê. Ji bo rêveberiya nû ya Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz, Suzan Mehmetoglu Aksoy, Omer Saman, Jiyan Ormanli, Yakup Guven, Esra Saçaklidir, Alî Îhsan Demirtaş hatin hilbijartin.