30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin

Endamê Rêveberiya YNK’ê Ebuzêd Salih di derbarê bombebaranên dewleta tirk ên li ser herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê ragihand ku ev êriş tiştekî ecêbin û xiyanetek mezin li gelê me tê kirin û wiha got: “Ev êriş nayên qebûlkirin.”

Di nava 10 rojên borî de dewleta tirk li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 4 wesayîtên welatiyan bi balefirên bê mirov û bi çek bombebaran kir û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Endamê Rêveberiya Yektitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ebuzêd Salih di merasîma spartina axê ya hevjîna serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Fuad Mesûm de, li ser êriş û bombebaranên dewleta tirk ên li ser herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê axivî. Ebuzêd Salih wiha got: “Ev êrişane tiştek ecêbin û wek xiyanetek li dijî gel dibînin. Ev êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin û divê bi rêya guftûgoyan hewl bidin rawestînin.”