spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zimanê kurdî tevkujiyekê dijî

Abdullah Ocalan

Ji beriya her tiştî ger em bikaribin di siyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi vê yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahiya zimanan neke. Ger mirov dijminahiya zimanan bike, nikare tu tiştî jî bi dest bixe.

Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê  ye. Kesên ku dibêjin; “Divê wêje bi tevahî bi zimanê kurdî be” hene; yek jî kesên ku dibêjin; “Girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî riya navîn esas digire. Li gorî min dê wêjeya kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qasî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê kurdî bikeve dewrê. Em çi qas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedaniya mêtîngeriya heyî ye. Ev asteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî, em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê tirkî, erebî û farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkan e ku mirov hema li ser wan “nivîsandina kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê kurdî jî hîna negihiştiye zimanê wejêyeke bihêz.

Ez aşkera bibêjim: “Nivîskarekî herî jîr ê di zimanê kurdî de şareza, çi qas li xwe bide zorê jî, çi qas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendewanan peyda bike.” Ji ber ku zimanê kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya neteweyî nehatiye pêşxistin, nehatiye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê neteweya serdest diaxivin. Ev rasteqîniyek e.

Kurdî bi xwe hîna negihiştiye rewşa zimanekî neteweyî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehçeya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê neteweyî biponije. Avakirina zimanê neteweyî jî xebateke pêvajoyê ye.

Mînak, zimanê tirkî jî di nava tevahiya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê tirkekî anatoliyî, yekî tirkmen û ozbek qet tênagihên. Belkî zazayek dikare di soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava neteweyên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di farsan de, di ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku erebekî ji Suriyeyê nikaribe ji erebekî farisî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtingeriyê ev yek xirabtir kiriye.

Ez ji xebatên zimanê neteweyî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin. Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû.

Îro Hindistanê jî, pir zêde nikare bi zimanê hindî biaxive, zêdetirî wan bi îngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê fransî pêk tînin. Belkî em jî demeke dirêj bi zimanê tirkî xebatên xwe bimeşînin. Lê ji bo zimanê kurdî bibe zimanekî neteweyî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, em ê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin.

Lewra divê mirov di vê çerçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe. Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê kurdî berheman biafirîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskariyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî kurdî yê pak û zelal fîlmên sînema û rêze fîlman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê neteweyî û wêjeya neteweyî hîna gelek kar li pêşiya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çerçoveyê de bin.

Divê xebatên zimanê neteweyî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de kurdên şareza hebin, bila hetanî dawiyê pê re mijûl bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên kurdî vebikin, pêwîste nîqaş bi van aliyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka em ê bi tirkî binivisînin an jî bi kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbariyan jî ez xetere dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê tirkî bi navê kurdan çalakiya herî mezin didim meşandin. Vê çalakiyê zimanê kurdî jî bihêztir kir, giyana kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî biriye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim. Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirînêr a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatiya Kurdiya me jî heye. Ez bawerim ku dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê kurdî gelekî rewneq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye.

Nişe: Ji pirtûka Abdullah Ocalan a “Rastiya ziman, wêje û çanda kurd” a çapa 2007’an hatiye girtin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê