3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd ji sedsala nû re amede ne

Di Konferansa Lozanê de derket holê ku pirsgirêka kurd pirsgirêka navdewletî ye û çareserî jî bi xebata navdewletî dikare pêkan be. Aşkera bû ku kurd bi rêxistin, hişmendî û tecrubeya xwe amade ne peymaneke nû û civakî çêbikin

Di 100’emîn salvegera îmzekirina Peymana Lozanê de îsal gelek nîqaş û çalakî hatin kirin. Kurdan li bajarê ku peyman hatiye îmzekirin hem çalakiyeke mezin pêk anîn hem jî li heman bajarî konferansek li dar xistin. Di nav nîqaş, civîn, panel û konferansên hatine lidarxistin de ya herî balkêş û girîng konferansa ku li bajarê Lozanê hate lidarxistin bû. Kurdan di vê konferansê de piştî 100 salî hem helwesta xwe ya li hemberî peymanê aşkera kir hem jî ji bo betalkirina peymanê biryara xebateke bi rêkûpêk da.

Bi sedan salan e kurd li welatê xwe bêstatû dijîn. Piştî têkçûna serhildana Bedirxaniyan dawî li statûya Kurdistanê hat. Bi betalkirina statûya Kurdistanê (Osmaniyan peymana ku di navbera Îdrîsê Bedlîsî û Yavûz Sûltan Selîm de hatibû îmzekirin bin pê kirin û dest avêtin karê rêvebirina Kurdistanê) re kurd ji rêveberiyeke xweser bêpar man. Heya salên 1850’yan kêm zêde kurd ji aliyên rêvebirên herêmî ve dihatin rêvebirin. Lê Osmaniyan dawî li vê peymanê anî û rêveberiya Kurdistanê xiste destê xwe.

Tunehesibandina kurdan

Kurdistan heya berî peymana Lozanê di nav erdnîgariya Îran û Osmaniyan de cih digirt. Bi peymana Qesrî Şîrîn (1638) Kurdistan di navbera her du dewletan de hatibû parvekirin. Lê wekî tê zanîn bi peymana Lozanê dewletên nû hatin damezrandin û Kurdistan di nav van dewletan de hate parvekirin. Bi Peymana Lozanê re kurd bêstatû hatin hiştin. Mafê gelê kurd ê ‘diyarkirina çarenûsa xwe’ hate binpêkirin. Wê demê hem dewletên îhtîlaf (dewletên ku di şerê cîhanê yê yekemîn de têk çûn, osmanî jî di nav wan de bû) hem jî dewletên tifaq (dewletên di şerê cîhanê yê yekem de bi ser ketin) prensîba ‘her gel xwedî maf e ku çarenûsa xwe diyar bike’ qebûl dikirin. Lê mixabin ji ber lîstikên rêveberiya di bin pêşengiya Mustafa Kemal de kurdan wê demê nikaribû têkoşîneke xurt bimeşînin û dengê xwe di konferansa berî peyman were îmzekirin de bilind bikin. Jixwe haya gelek kurdan ji peymaneke wisa tune bû. Di encamê de peyman hate îmzekirin û kurd tune hatin hesibandin. Kurdistan bêstatû, kurd bêmaf man. Ji wê rojê heya niha ve di cîhanê de gelê herî mezin ê bêstatû kurd in.

Tu carî nehat pejirandin

Lê kurdan di encama têkoşîn û dayîna bedelên mezin de di nav dewletên ku Kurdistan li wan hatiye parvekirin de hinek maf bi dest xistin. Li başûr bi awayekî fermî Herêma Kurdistanê tê naskirin. Li Rojava bi awayekî defakto kurdan herêmeke xweser ava kirin. Lê zext û zorên dewletên dagirker li ser wir didomin. Li bakurê Kurdistanê di sala 2011’an de bi awaayekî defacto xweseriya demokratîk hate îlankirin. Lê dewleta tirk bi xurtkirina şer bersiv da îlankirinê. Her wiha di sala 2015-2016’an de li gelek bajarên Bakur şerên xweseriya demokratîk rû dan. Dewletê bersiva îlankirina heremên xweser bi komkujî û xerakirina bajaran da. Li rojhilatê Kurdistanê li gorî zagonên Îranê weke eyalet tê hesibandin lê mafên gelê kurd ên neteweyî nayên naskirin û eyaleta ku tê naskirin jî tenê beşeke biçûk a Kurdistanê ye.

Kurdan, piştî îmzekirina Peymana Lozanê ji bo statû û mafên xwe yên neteweyî li her derê têkoşîna xwe domandin. Tu carî ev peyman bi bîrewerî nepejirandin. Ên dengê xwe dernexistin jî ne ji ber ku ji kurdan re fêdeya wê heye deng nekirin; ya hevkarê dewletê bûn an jî qeweta wan hew digihişt dengê xwe bilind bikin. Konferansa ku îsal li bajarê Lozanê hate lidarxistin ji bo zelalkirina van mijaran hemûyan pir girîng bû. Konferans bû îfadeya gelê kurd a li dijî peymanê. Di dîrokê de bi hezaran peyman hatine îmzekirin û xerakirin. Di encamê de ev peyman jî beyî îradeya gelan hatiye îmzekirin û divê were betalkirin.

Meseleya bêstatûbûnê

Pergala navdewletî ku îro di pirsgirêka gelan de tenê dewletê muxatab digire ji bo kurdan astengiyeke mezin e. Ji ber ku kurd ne xwedî dewlet in di qada navneteweyî de dengê xwe nikarin bilind bikin û nikarin mekanîzmaya navdewletî bixin meriyetê. Mînaka herî berbiçav bikaranîna çekên kîmyewî ya dewletên dagirker e.

Sedam bi sedhezaran kurd qetil kirin lê ji ber komkujiya Enfalê nehat darizandin. Bi sedan caran nûçe û dîmenên ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anîne hatin weşandin lê mixabin saziyên peywirdar ev nûçe û dîmen nexistin mijara lêpirsînê. Bersiva Rêxistina Pêşîgirtina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya ku digot; “Em tenê dikarin li ser daxwaza dewletekê yan jî hinek dewletan lêpirsînê bidin destpêkirin” ev rastî raxiste ber çavan.

Sûcên mirovahiyê

Bêstatûbûna Kurdistanê hem Kurdistanê hem jî kurd û gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn ji êrîşên dewletên heremê re bêparastin dihêle. Heman rewş ji bo rojavayê Kurdistanê jî derbasdar e. Her roj dewletên dagirker sûcên mirovahiyê dikin. Lê dadgeha li dijî sucên mirovahiyê lêpirsînê dest pê nake. Bêstatûbûn kurdan di qada navneteweyî de lewaz dihêle. Konferans ji bo vê rewşê dixwaze çareseriyê pêk bîne û ji bo muhatabiyê tîne ziman ku dê hewl bide di nava Neteweyên Yekbûyî de ofîsekê veke.

Komîsyona Neteweyên Yekbûyî

Encamnameya Konferansa Lozanê ji bo pêşîgirtina êrîşan û ‘diyarkirina çarenûsa neteweyî’ gelek grîng e. Bi biryarên hatine girtin cara yekemîn kurd hewl didin ku vê rewşê ji holê rakin. “Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de komîsyoneke navneteweyî bê avakirin ku nûnerên Kurdistanê jî di nav de hebin. Ji bo meseleya kurd bi rengekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin, ev komîsyon têkiliyê bi aliyên Peymana Lozanê re deyne.” (Xala duyem.) Ev biryar heke pêk were, dê bi awayekî vekirî pirsgirêka kurd bikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî. Her çiqas pirsgirêka kurd weke ya çar dewletên dagirker xuya bike jî pirsgirêka mezin mekanîzmaya navdewletî ye. Yên biryara bêstatûya Kurdistanê dan ne dewletên dagirker in. Bêguman rola wan jî heye. Li gorî feraseta netewe-dewletê diviyabû ji bilî neteweya serdest yê din nehatibûna xuyakirin (Dema dewletên weke Sûriye û Iraq hatin damezrandin, rêveberên wan jî ne haydar bûn ka dê çawa dewletê bi rê ve bibin. Îngilîzan li Iraqê keyatî, fransiyan li Sûriyeyê şêwaza komarê pejirandin). Lê biryara mezin a dewletên bi serketin bû. Fransî û îngilîzan dema biryara damezrandina Iraq û Sûriyeyê dan di heman demê de biryara tunekirina Kurdistanê jî didan. Rêveberên van dewletan hemû ji aliyê dewletên weke Fransa û Îngilistanê ve dihatin diyarkirin. (Di destpêkê de ev dewlet weke manda dihatin hesibandin.) Di peymanê de jî zêdetir biryara van dewletan derbasdar bû. Lewma ji bo betalkirina vê peymanê xebata herî xurt, bi van dewletan re meşandina dîplomasiyê ye.

Çareserkirina bêmuxatabiyê

Yek ji biryarên herî girîng jî xala 5’an e. Wiha dibêje; “Saziyeke Neteweyî ya Hevpar a Kurdistanî bê avakirin ku di asta navneteweyî de karê dîplomasiyê bimeşîne.” Ev biryar dikare bêmuxatabiya li ser navê kurdan jî ji holê rake. Kurd ji her aliyî ve têkoşînê dimeşînin. Lê rastiyek heye ku têkoşîna kurdan belav e. Îro di qada navneteweyî de piranî bi awayê fermî rêveberiya başûrê Kurdistanê tê naskirin. Mixabin ev rêveberî ji bilî parastina berjewendiyên derdoreke teng, xwe negihand kapasîteya ku bikaribe nûnertiya kurdan giştî bike. Ji naverokeke demokratîk û neteweyî dûr ma. Li aliyê din rêveberiya Rojava hêdî hêdî tê naskirin lê ew jî din bin zextên giran de ye. Talûkeya ku dikaribe statûyê ji holê rake didome, lewma di xeterê de ye. Wekî din jî ligel hewldan û helwestên xurt jî kongreya neteweyî ya kurd nehat civandin. Ji ber van sedeman jî saziyeke ku li ser navê gelê kurd di qada navdewletî de karê dîplomasiyê bimeşîne gelek girîng e. Ev sazî di heman demê de dikare bikeve nav lêgerînên çareseriya pirsgirêka kurd a di nav sînorên dewletên dagirker de jî. Bi rêya saziyên navdewletî dikare rêyên çareseriyê deyne pêşiya Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê. Ji bo ev xebat baş were meşandin û muxatabiyeke xurt derkeve holê, pêkhate û endamên di vê saziyê de cih bigirin divê xwedî tecrûbe û kapasîteya nûnertiyê bin.

Biryara kêmar û baweriyan

Yek ji biryarên din ku pir biwate dibînim, biryara der barê kêmar û baweriyên li Kurdistanê ne de bû. Ev biryar jî wiha bû: “Êzîdî hêmaneke esasî ya gelê kurd e ku ne misilman e. Divê di kategoriya ‘hindikahiyên ne misilman’ de bên qebûlkirin, mafên ku ji rûm, ermenî, suryanî-keldanî re têne dayîn ji kurdên êzidî, yaresan û elewî re jî bêne dayîn.” Heya niha bi awayekî vekirî û aşkera biryarek ji bo van baweriyan nehatibû aşkerakirin. Êzîdî, elewî û yaresan ji bilî nasnameya neteweyî di heman demê de ji ber nasnameya xwe ya bawerî jî  zext li wan tên kirin û tune têne hesibandin. Balkişandina ser vê mijarê baş bû. Lê miqayesekirina bi neteweyên kêmar ên weke rûm, ermenî û suryanî-keldanî ne rast e. Ev kêmar her çiqasî li ser qaxizê xwedî maf bin jî lê di fiîliyatê de herî zêde êrîş li tên kirin. Mesela li Tirkiyeyê tu mîsogeriya van netewe-baweriyan tune ye. Yek dewlet jî di vî aliyî de berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Ev netewe-bawerî ji aliyê dewletên mezin ve jî weke amûr li dijberî van dewletên din tên bikaranîn. Lewma pêwîst bû konferans di vê mijarê de bi xalekê balê bikişîne ser vê rastiyê.

Peymana Lozanê helbet zirara mezin da kurdan. Lê bi zirara da kurdan di esasê xwe de zirar da tevahiya heremê. Wisa kir ku ev sed sal e rojeke bi aram li Rojhilata Navîn derbas nebûye. Bi avabûna dewletên nû re zemîna ku krîz û nakokiyên heyî mezintir bibin ava bû. Nakokiyên ereb-fars, sunî-şîa, cihû-filîstînî, misilman-xeyrî misilman û hwd. mezintir bûn. Wisa kir ku kurd û hemû neteweyên din werin dijberî hev. Ji ber ku kurdan hem ji aliyê bawerî-neteweyî ve hem jî ji aliyê erdnîgariyê ve di navenda vê peymanê de cih digirtin. Lewma dema mirov li dijberî vê peymanê derkeve divê li dijberî van hemû nakokiyan derkeve. Konferans ji wî awayî ve gelek bi serkeftî bi encam bû. Biryarên hatin aşkerakirin û nirxandinên hatine kirin bal kişandin ser hemû xalan. Kurdan bi vê konferansê helwesta xwe ya li dijberî Peymana Lozanê pir vekirî deklere kir. Piştî salan bi awayekî hevpar konferansek wisa hate lidarxistin û encamname hate aşkerakirin. Navê pirsgirêk û muxatabên çareserkirina pirsgirêkê hatin diyarkirin. Ji aliyekî ve parastina statûyên heyî ji aliyê din ve jî ji bo avakirina statûyên nû rênîşandan heye.

Rastiya raxist ber çavan

Konferansê rastiyeke din jî raxiste ber çavan. Ev demeke dirêj e xebat û nîqaşên yekitiya neteweyî kêm bûbûn. Bi vî awayî yekitiya neteweyî carek din xiste rojevê. Di heman demê de astengiya li pêşiya yekitiya neteweyî jî beyî ku bîne ziman bi pratîkê aşkera kir. PDK’ê û malbata Barzaniyan piştgirî nedan vê konferansê. Heke rê dîtibûna ji bo xwe bi dewletên dagirker şîrîn nîşan bidin dê vekirî li hemberî konferansê derketibûna. Lê mixabin êdî ew bi tenê mane. Ev jî yek ji encamên girîng ên konferansê bûn.

Bi kurtasî di konferansê de derket holê ku pirsgirêka kurd pirsgirêka navdewletî ye (ne navneteweyî, navdewletî ye, pirsgirêka kurdan bi netewan re tune bi dewletan re û mekanîzmaya navdewletî re heye) û çareserî jî bi xebata navdewletî dikare pêkan be. Bi encamnameya hate aşkerakirin hate diyarkirin ku kurd bi rêxistin, hişmendî û tecrûbeya xwe amade ne peymaneke nû û civakî çêbikin.