3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedsaliya komarê û xelatkirina kujeran

Hesen Huseyîn Denîz

Di ser avakirina komara tirk re sed sal derbas bûn. Di van sed salan de asta komarê gihiştiyê xelatkirina kujerên gel a bi derbaskirina hundirê parlamentoyê. Destpêkê ew ji zindanê azad berdan. Piştre ew kirin xwedî partî, niha derbasî hundirê parlamentoyê kirin. Sala bê wê wan bikin reîsên şaredariyan û piştre wê bibêjin; “Fermo, pirsgirêka kurd bi van re çareser bikin.“ Yanî kurdan wê bidin destên kujêrên wan. Dewleteke di sed salan de ji gelan re tenê zilm, zordarî, kuştin, girtin, koçkirin, feqîrî, asîmîlekirin, înkar û hilandin aniye. Dixwaze di sed salên bê de vê pratîka xwe bidomîne, hem jî bi awayekî hîn xerabtir pêk bînin.

Te seranseriya sed salên komarê çend gel qir kir, çend sirgun kir, çend asîmîle kir, çend ji holê rakir? Kurd, ermen, asûrî, çerkes, pomak, rûm, laz û hîn çend gelên din ketin ber bayê patoza te. Bi navê “Tirkiye ya tirkan e“ te tirkbûn spart her kesî. Te got: “Divê her kes bibêje ez tirk im.“ Te spart hemû gelan da ku xwe înkar bikin. Eslê xwe înkar bikin û bibin tirk. Kesên nexwestin eslê xwe înkar bikin, bi girtin û sirgunê rû bi rû man. Yên hîn li ber xwe dan hatin kuştin û jin û dayikên wan ev sih sal in diqêrin. Hestiyên zaroyên xwe yên li cî û warên nediyar dixwazin.

Divê qiyamet bihata rakirin

Di vê sedsala ku asta komar gihiştiyê; berde ku hestiyên zarokên dayikan bide wan, hatina wan a ba hev jî qedexe dike. Ne ku kujêrên Huseyîn Denîz, Mûsa Anter, Vedat Aydin, Cengiz Altun, Halit Gungen, Îzzet Keser, Hafiz Akdemîr, Çetîn Ababay, Yahya Orhan, Kemal Kiliç, Ferhat Tepe û bi sedan nivîskar û rojnamegerên kurd, bibîne û darizîne, berovajî ew xelat kirin û anîn parlamentoyê. Ewqas kes, hêz û partiyên ji xwe re li Tirkiyeyê dibêjin qaşo “demokrat” in, “mafparêz” in li ku ne gelo? Diviya qiyamet rakirana û nehêlana kujêrên gelan wan bi rê ve bibin. Lê gava yê mexdûr kurd be, herkes dibe zalim û ev yek êdî qanûna sed salên komarê ye. Li gorî vê qanûnê: Tirk dikarin kurdan bikujin, sirgun bikin, biavêjin zindanê, talan bikin, dest biavêjinê û bi şev û roj bombeyan bi ser de bibarînin. Ev çend roj in, li Tirkiyeyê ji aliyekî ve zem tê ser tiştan, buhabûn bi pêş de diçe, ji aliyekî ve li Heftanîn, Avaşîn, Metîna û Zapê bombe bi ser kurdan û erdnîgariya welêt de tên barandin. Ma gelê tirk nizane sedema bingehîn a vê buhabûne ew bombeyên bi ser kurdan de tên barandin e?

Ev sedsal in xwe dixapînin

Di rojekê de bi dehan balafir radibin, di bin baskê her balafirekê de du ton teqemenî, rojê bi dehê caran bi ser kurdan de tên barandin, bi milyonan dolar di operasyonekê de wek vexwarina firek av tê xerckirin. Ger mesrefa li şer tê kirin, li gel were vegerandin, qet pêwîstî bi buhabûn û zeman nake. Lê gelê tirk dibêje, “Li ezmên xwedê, li erdê dewlet baba heye. Ew çi bike, ew dizane. Tiliya ku dewlet jêke naêşe” û wiha xwe dixapîne. Ev sedsal in xwe wiha dixapîne. Lê tilî diêşe. Herî zêde jî tiliya dewlet jêke diêşe. Dewlet ne ji bo jêkirina tiliyan heye. Dewlet saziyeke xizmeta gelan e. Gava sumeriyan dewlet çêkir, ne bi armanca jêkirina tiliya mirovan ava kir. Bi armanca xizmeta mirovan çêkirin. Gotin, jimara kesên bi hev re dijîn zêde dibe, divê em aramî û birêkûpêkiyê bînin, da ku xizmeta mirovan bike. Gotin em dadweriyê saz bikin, riyan çêkin, avdestxaneyan çêkin da ku mirov rehet bikin. Lê qet negotin, em dewletê çêkin, xwe bikin xwedayê li erdê û bila hemû mirov xizmeta me bikin. Lê di sedsaliya komara  tirk de tişta hat dîtin xwe kirin xwedayê li erdê û gel jî kirin evd an koleyê xwe. Li Tirkiyeyê tişta herî xerab, qebûlkirina gel a vê zordariyê ye. Jixwe gelê tirk ewqasî ji dil qebûl kiriye ku nayê hişê wê li hember zilma dewletê serî hilde. Koletî ewqasî liyaqî xwe dîtiye.

Gel kirine hezkirê xwe

Em di bin desthilatdariyeke wisa de dijîn ku gel dike hezkiriyê kujêrê gel. Dewlet dikuje, lê gel dibêje serê dewletê sax be. Ma çi serê dewletê sax be. Dewletê kurê te kuştiye. Dewlet zarokên te dişîne ser gelên mazlûm, an zarokên gelên mazlûm tên kuştin, an zarokên te. Lê ne xema dewletê ye. Kezeba te dişewite, lê tu dibêjî serê dewletê sax be. Bêguman gelekî wisa dewlethez nikare çêja demokrasiyê bistîne. Welatekî wisa ecêb, gelekî wisa balkêş li ti deverê tune ye. Şêxek dimire, zarokên wî şerê parvekirina mîratê wî dikin. Gel wek sa(kuçik) li pey wan direyin. Kesekî zordar bi dek û dolabên dewletê 20 sal in desthilat e, dibêjin; “Xwedê temenê me bixe ser ê te”. De ka ev gel wê çawa bibe demokrat, wê çawa mafên gelan nas bike, wê çawa bi gelan re wek bira bijî?

Sedsaleke din ev qehr nayê kişandin

Ev dewlet an dê were guhertin an wê biçe ser sergoyê dîrokê. Kes ji me nikare sedsalên din qehra wê bikişîne. Ev sed sal ji gelan re bûn xwîn, êş, derd, kul û keder. Gelan ti xweşî nedîtin. Bi hezaran kuştinên nehatine zelalkirin, hestiyên nehatine dayîn, zindanên heta ber dev tije, erdên tên bombebarandin, talankirin hene. Kurd ji birçiyan dimirin. Nefta wan ji Batman, ji Raman dertê, ji tirkan re li Stenbolê, li Enqereyê dibe rê, pir, avahî û dewlemendî.

Ka dadwerî. Bi ser halan de tê rabî kujêrên wan xelat bikî, bînî parlamentoyê û ew parlamentoya qaşo nûnerên gel, ên çepgir, rastgir, dadwer, demokrat, mirovhez tev wê dengê xwe dernexin, bi kujêran re li kêleka hev rûnin, li gotinên wan guhdarî bikin û bi wan re bijîn. Ew parlamento jî kujêr e û yên jiyîna bi kujêran re bipejirînin jî dikevin koda wan. Xuya ye di van sed salan de dewlet hat asteke êdî kuştinê û kujêran xelat bike, wê demê bila kes ji dewletê guhertinê hêvî neke.

Divê gel xwe biguhere, gel êdî nebêje “Tiliya dewlet jêke naêşe”, bila bibêje diêşe. Mafê dewletê uine ye, kî hate ber tiliya wan jêke. Dewlet an wê ji bo xizmeta gel hebe, yan wê bicehime biçe. Roja gel bibêje, em êdî ne kole ne, ne ebd in, tu jî ne xwedayê li erdê yî. Wê rojê wê dewlet têk biçe û gel karibe xwe azad bike. Ev sed salên bên, divê vê yekê bi xwe re bîne, yan na sed salên din qehra vê dewleta xwînrij nayê kişandin.

Par sih saliya şehadeta Huseyîn Denîz bû. Li ser bîranîna wî me pirtûkên wî yên di zaroktiya xwe û ciwaniyê de nivîsî bûn cardin çap kirin û gihandin hezkiriyên wî. Pirtûka bi navê “Ji nav ajalan” me bi kurdî, almanî, îngilizî û farisî da wergerandin û çapkirin. Pirtûka “Gotinên Pêşiyên kurdan”, Huseyîncan û Canhuseyîn jî dîsa dan çapkirin. Huseyîn û hevalên wî yên rojnameger, nivîskar bi pênûsa xwe ya azad dijîn û wê herdem bijîn.

Goristaneke bênav

Ev sih û yek sal in, gelê me vala vala ji sazûmana komarê darezandina kujêran û stendina hestiyên zarokên xwe xwestiye. Ev bûn sed sal û rastiyek derket holê. Dewleta tirk ji bo kuştina kurdan û gelan heye. Armanca damezirandin û jiyîna vê dewletê tunekirina kurdan û hemû gelên din e ku li ser termên wan tirkbûnê saz û ava bike.

Wateya tirkbûnê kuştina gelan e, wateya tirkbûnê înkarkirina eslê gelan e. Ji hemû gelan xwestin eslê xwe înkar bikin û bibin tirk. Kê got ez tirk im, cî û îtîbar dît, kê negot ez tirk im, zindan û goristan dît. Niha zindan heta ber dev tije ne, di hewşa her qereqolekê de goristaneke bênav heye. Seranseriya dinyayê bi koçberên ji Kurdistan û tirkiyê hatiye dagirtin.

Pratîka sed salên komarê ev e.  Em naxwazin sed salên din vê zilmê bijîn. Tu li şûna kujêrên rojnamegeran darezînî û ji gel lêborîna xwe bixwazî, tu kujêran xelat dikî. Tu dixwazî gel dil bikeve qatilê xwe û pêk re bijîn.

Qet pîvaneke exlaq bi te re nîn e. Wê demê divê gel dawî li te bîne û destûrnameya sed salên din nede te. Gel divê zanibe, ji buhabûnê bigir heta hemû pirsgirêkên îro tên jiyîn, sedem ev dewleta bêmaf e. Avabûna wê li ser bingehekî înkarê hat kirin.

Sed sal derbas bû înkar didome. Wê demê ev bi vî awayî rast nabe. Lê gel rast dibe. Gel dikare hişê xwe bîne serê xwe. Gel dikare bibêje, dewlemendiya min nede şer. Zarokên min neşîne şer. Welatê min neke dojeh. Min neke kole û xwe neke xweda. Êdî ji te re bes e.

Kengî gel vê yekê bibêje, wê ruhê Huseyînan di gorê de aram bibe û dayikên şemiyê bigihêjin hestiyên zarokên xwe.