5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK îxanetê li xwe dike

Eli Qoserî

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di 16 tebaxê sala 1946’an bi serokatiya Mela Mustefa Barzanî hat damezrandin. Li gorî rêziknameyê PDK’ê, partiyeke demokrat a niştimanî ye.

Baweriya xwe bi mafên mirovan, dadperweriya civakî, azadiyê, mafê neteweya kurd û neteweyên din di biryardana çarenivîsê de heye. Ji bo bidestxistina wan mafan bi bernameya zanistî û bi rêya demokrasiyê û aştiyê kar dike. Armanc dike ku bi hemû partiyên kurd ên aştî û demokrasiyê diparêze re têkiliya xwişk û biratiyê xurt bike û piştgiriyê bide wan.

Armanc dike ku armancên neteweya kurd ên xwezayî bi rêbazên aştiyane pêk bîne. Tundiya di nava kurdan de bi rêbazên aştiyane û diyalogê çareser bike. Armanc dike ku doza kurd di çarçoveya tevgera azadiya kurd de li qada siyaseta navneteweyî çavdêriyê bike. Armanc dike ku mafê hemû kurdên li ser axa Iraqê dijî biparêze.

Dema em li armanca avakirina PDK’ê û pratîka PDK’ê dinerin, em dibînin ku tu eleqeya wan bi hev tune ye. Armanc û pratîk li dijî hev in. Pratîk koka partiyê dikole û îxanetê li rastiya xwe dike. Li aliyekî destûrê dide ku qereqol û kalekol li ser axa başûrê Kurdistanê bên avakirin. Li aliyê din destûr dide ku sal 12 meh bi şev û rojan balafirên şer (ÎHA-SÎHA, F-16 û hwd) li çiya, dahl, zevî û gundên herêmê bombeyan bibarîne.

Heta niha bi sedan welatiyên başûr di van êrîşan de bûn qurban. 9 sal berê bi peyman hêza  pêşmergeyan ji Şengalê vekişand û Şengal radestî DAIŞ’ê kir. Bu sebeba komkujiya êzidiyan. Mexmûr dorpêç kir. Di du salên dawî de gav bi gav hemû çiya hatin bombebarankirin. Li aliyê din dema em dinêrin PDK di çend salên dawî de deriyên sînor ên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bêyî ku tu sedemekê nîşan bidin girtiye.

Piştî erdheja 6’ê sibatê PDK’ê li Bakur û Rojavayê Kurdistan tenê ji bo herêmên dagirkirî ku ji aliyê leşkerên tirk û komên çeteyên girêdayî wê ne, alîkarî şand. PDK destûrê dide ku artêşa tirk li herêmê daristanê bibire. Destûrê dide ku rêyan çêke û baragehan ava bike. PDK xaka başûrê Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê dike.

PDK hevkariya dagirkeran dike

Li aliyekî rê li pêşiya talankirin, wêrankirin û dagirkirinê vedike, li aliyê din, gelê herêmê bi kuştin, koçberkirin û xizaniyê re rû bi rû dihêle. Ji ber xizmeta gelê xwe nake û hevkariya dagirkeran dike, gelê herêmê neçar dimîne ku gund û warê xwe vala bike. Neçar dimîne ku koç bike.

Gel nikare dahl û rezên xwe biparêze. Nikare li ser axa xwe debara xwe bike. Li aliyê din jî; têkiliya xwe û hemû partiyên kurd qut dike. Rê li pêşiya diyalogê digire. Bi kiryar û polîtîkaya xwe hem gelê xwe tecrîd dike.  Bi van kiryarên xwe tecrîda ku hikûmeta AKP-MHP’ê li Bakur li ser gelê kurd pêk tîne, PDK bi destê xwe vê tecrîdê li Başûr belav dike.

Ji ber van kiryar û feraseta PDK’ê îro em dibînin ku PDK gora xwe dikole. Bi van kiryaran hem îxanetê bi rastiya xwe dike û hem îxanetê bi gelê kurd dike. Divê êdî PDK vê rastiyê bibîne û di aliyê kurdan de cihê xwe bigire.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê