7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbesto

Xeberek digere li hawirdor, li hawirdorê reştarî, zexel û kemînwer. Xeberek dibe bablîsok, dibe stirî, dibe birîn û xencera xwe li me dihejîne. Xeberek digere li ser serê me, li nêv dilê me, li jêr bîra me

Xeberek digere li hawirdor, li hawirdorê reştarî, zexel û kemînwer. Xeberek dibe bablîsok, dibe stirî, dibe birîn û xencera xwe li me dihejîne. Xeberek digere li ser serê me, li nêv dilê me, li jêr bîra me. Xeberek reş, xeberek ji kevir girantir, ji şevên bêxew dirêjtir. Em nikarin jê birevin, teyrên bawernekirinê nikarin xwe li ber bigrin. Gotinek dibe gulle û li helbesta dilê me dikeve, riste hemî dimînin birîndar û perçeperçe. Û ew gulle dibêje: şa’ir, hozan û dilzan, Seydayê tembîname û çivîkname û jiyanname û gulname û bilbilnameyên helbestê Ehmed Huseynî nexweş ketiye!  Gelo M.Şêxo, wê strana sirşirîn ”min bîhîstî tu nexweş î diloo!” ji bo van rojan strabû, gelo dê ev stran karibe ji me û kuştina me ya bi vê gulleyê re bibe stare?

Nehêle Şa’iro nehêle, bila ev gulle li dil hêlîn çêneke, hew derbas be here. Bila ev gulle bibe gul û bi destên me yên ji pûnga Amûdê, bê pêşiya te û karwanên helbestên din bi ser rêyan bixe.

“Li wir bimîne…!

Di hinaseyên Rojavayê de

Serkaniyên wateyê

Bi ser lêvên azadiyê de biherikîne..!

Di bînvedana keziyên şervanekê de

Keskê Efrînê

Bi ser sorê Şingalê de bibarîne..!

Di hinaseyên Rojavayê de

Eşqa rojavayê ragihîne Û

Rojavayê min

Di himbêza min de bilorîne..!”

Bila bê zanîn,  di tariya zîndanan de jî yê ku em tenê nedihiştin tu bûy Helbesto, tenê tu! Hew tu! Di wê tariya bêdawî de helbest û helwest û xweşbextiya te bû qendîla Cizîrî, li ber serê me vêketî…Tu bûy, tenê tu bûy ku her carê bi risteyên xwe keştiyek bahozjen dianî û me ji dojehê direvand. Keştiya te, tenê keştiya te dikaribû qefes û esaretên heftserî bibizdîne û girtiyan li ser pişta pêlên dîn bi firê bixîne. Loma her ku yekane rojnama kurdî bi çi kul û halkî xwe digihand destan, çav li risteyên te digeriyan.  Dil digot: Kanê, kanê Xelwetxana wî deryagerê dilsoz?  Û ew,wek her carê li wir bû! *Xelwetxana te ya ku peyvan ji nukula teyrê baz û volqanên kurdînaz revandibû anîbû, dîsa bixêr hatibû û bubû gul li ber dil. Loma jî ji bo ku neçilmise girtiyan wan yeko yeko ji pelên rojnaman jê dikirin û li derek ku destên otoasîmîlasyonîst û gardiyanan nikaribin bigihîjinê,vedişartin. Û ew wek her carê di wê cezaxana xedar de, dibûn meygera Mela, mûmdanka Xanî û û lênûska Cîgerxwîn.

“Li wir bimîne

Piştî tu birayê xwe bikujî

Kêrekî jî di dilê wî de biçikîne..!!

Li wir bimîne..!!

Çavên xwe bigre

Û herikîna xwîna min nebîne..!!

Li wir bimîne

Çîroka min û xwe

Di dilê gulekê de veşêre!!

Û darbesta xewnê

Bi muzîka kenê xwe

Binuxumîne..!!

Li wir bimîne..

Ger tu min bikujî

Lanetê li hestiyên bavê xwe bîne..!!”

Helbesto, hesto, ramano, çiya û welato, her helbestek te welat e, her risyeyek te newal û mesîl e; em ê kîjan bixwînin û kîjan bihêlin, kîjan veşêrin û kîjan li ser dil bikolin?

Deryagero, te me hînê keştiya xwe ya dildiz û dîldiz kir; em ê çawa, çima û çilo xwe radestê tarîtiyê bikin?

Min deh sal berê  di helbestek xwe de gotibû;

Nexweş bikeve

Bibe nexweşê min(…)

Nexweş bikeve

Xew bi şa’iran nakeve

Dûre wek  ku kehanetek be ez nexweş ketibûm, lê tu nexweş nekeve û bila xewa şêrîn jî tim bi te bikeve. Dema ji te pirsîbûn; ”ma rast e ku helbest hunerê şeytên e?” Te gotibû; “helbest ne hunerê şeytên e, lê şeytên bi xwe ye” Dîwarên stûr û bilind hilweşiyabûn, pûtperestên şeytêntirs nizanibûn xwe li ku veşêrin.

Mijangên me ji çavên me direvin

Kenînên me ji lêvên me

Xwekujî nahêle herdû destên me

Nêrgizan bidin hev

Xwîn gihiştiye hestan

Kêr boriye ji hestiyan

Helbesto,wek ku te wê şevê got, peyv li qirika min jî zuha bûn, riste bi heyvê ketin. Gulberojên dilê helbesta te yên ku welatiyên dilwelat qet tenê nahêlin, berê xwe dan şevê, bûn gulberşev. Lê dîsa jî yekane stare û xelwetxane, dîwanên te yên nivîsandî û nenivîsandî ne bo me. Lew kes zanîna xwe tevlê jiyana xwe nake, mînak “girîngî û rista”medreseyên kurdan dibe sermijara sohbetan, ji nû ve an jî ji mêj ve tê keşifkirin, belam kes xelwetxanên nûjen ava nake û medreseyan di şexs û jiyana xwe de nake wendahiyek nûdîtî. Lê xelwetxana te diçe ba Baba Tahir û li hember êrîşên Cengizxan jî li ba wî û li ber wî li ser çokan rûdinê û tevlê xelweta wî dibe. Li dema îro dîsa bi deh deriyên xwe vekiriye û li dij egoyên dîjîtal ên nepixandî jî, li dij fortên dîjîtal ên ku di heman peyamê de an jî hema li pey hev, hem n’elet li peymana Lozanê dibarînin hem jî xizmetkariya perçebûnî û perçekeriya kurdan dikin,dibe stare ji ziman û giyana me re.

Helbesto, te ji kurê xwe yê biçûk Rojavayê çavreş re gotiye, destê xwe li ser dilê min heta hetayê bihêle! Dê raneke, lê tu jî destê xwe ji ser dilê welatê me raneke, pênûs û agir û berf û bahara helbesta me tenê nehêle.

Tu ji Amûda Dîn î Helbesto, li wir kurdîtî dîn û mişt zanîn e, li wir mirî jî ranazên! Tu jî ranezê û me carek din di nav Agirê Sînemayê de nehêle. Ma ku li dergûşa te mirî ranezên, tu yê çima, çawa û çilo razêy Helbesto!

Te di Nameyek Bo Siyasetmedarên Welatê Min de gotiye: ”Tişta ku hûn dikin ne siyaset e, ne zanist e, ne felsefe ye, ne lojîk e, ne huner e, ne ol û ne jî êl e… Hûn nema derfet didin bav û dapîrên min ku di gorîên xwe de bi aramî serê xwe deynin, hûn bi tenê ji xwe hez dikin, lewra bawer bikin ku ne ez ne jî xelkên Kurdistanê ji we hez dikin…Ne aleke we ya hevbeş heye, ne sirûdeke we ya hevbeş heye, ne zimanekî we yê hevbeş heye,ne xetên we yên sor ên hevbeş hene, ne rêbazeke we ya ewlekariya neteweyî heye, hûn li pêşberî dijminên xwe kole, pepûk, reben û neçar in, lê li hemberî hev çavsor, kîndar û gurên har in…”

Te gotiye; ”Rêveberiya me re rêveberiyek lazim e”, dema ku te ji bo Efrînê şitlê zeytûnan çandiye jî, te gotiye; ”Di şûna dara zeytûnê de, min dixwest DILÊ xwe ji te re biçînim Efrîna min”. Ma dê mirî, ne tenê li Amûda dînewer û aqilavêj ,êdî li her derê jî çawa,çima û çilo razên Helbesto!

Ey kurd û mirov û hozanê serdanpê helbest û best, ey kesê helbestnûs û helbestjiya û helbestjîndarçû helbestxwîn û helbestcan, ma tu bawer dikî ku em jî aqil navêjin, dîn nebin û nexweşiya te qebûl bikin?

“Bila dilê min balgeha bin serê te be

Bila rihê min çeper be li dora te be

Bila çavên min birije

Û destp Xwedê li jora te be..

3Nameyek Bo Siyasetmedarên Welatê Min,01.05.23.Rojava.net

3Mirî Ranazên,Helîm Yûsiv

3Helbestên Seyda ji  malpera wî hatine girtin.

3 Xelwetxane: Navê quncika Ehmet Huseynî ya li Azadiya welat.