28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Huseyîn Kevneşopiyek xurt li pey xwe hişt

Rojnamevan Huseyîn Denîz di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş, di bîranînê de axivî got: “Xwestin Çapemeniya Azad biqedînin. Lê ji ber hevalê Huseyîn şopek kûr li pey xwe hişt di nava 31 salên derbas bûyî de çapemeniya kurd xurttir e.”

Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê û nivîskar Huseyîn Denîz ê ku di 9’ê tebaxa 1992’yan de li navçeya Serêkanî ya Rihayê di encama êrîşa çekdarî de hate qetilkirin, di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Goristana Ceylanpinarê hate bibîranîn. Di bîranînê de hevjîna Denîz, Adîle Denîz, xwişka wî Newroz Denîz, nûnerên Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Bahar Bal û Ceylan Ulgen, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Hakki Boltan, nûnerên rêxistina HDP’ê yên Riha û Serêkanîyê amade bûn. Di bîranînê de ku ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, kulîlk danîn ser gora Denîz.

Çapemenî bêtir xurt bûye

Mehmet Alî Ertaş ê di bîranînê de axivî, wiha got: “Hevalê me Huseyîn yek ji pêşengên çapemeniya kurd e. Rojnamevan, mamoste, nivîskar û kurdekî pêşeng e. Beriya bê qetilkirin di çapemeniya azad de bû. Her tim rastî anî ser ziman. Berî ku bibe rojnamevan mamoste bû. Di sala 1980’î de li Amedê 4 salan di girtîgehê de ma. Piştre bû rojnamevan. Ji ber aşkerabûna rastiyê ji aliyê çeteyên tarî ve hedef hat girtin. Em dizanin ku ev hêzên tarî kî ne. Hevalê Huseyîn ji bo me her tim pêşeng e. Em soza şopandina rêya wan didin. Em ê her tim wî bibîr bînin. Di salên 1990’î de gelek hevalên me şehîd ketin. Xwestin rojnamegeran biqedînin lê di nava 31 salan de çapemeniya kurd xurttir e. Ev yek nîşan dide ku Heval Huseyîn kevneşopiyeke xurt li dû xwe hiştiye. Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.”

‘Em pênûsa wî li erdê nahêlin’

Xwişka Denîz Newroz Denîz a pişt re axivî jî wiha got: “Huseyîn ne tenê ferdê malbata me ye. Ev yek bi sekna xwe nîşan da. Heke 31 sal in mirov werin li ser gora wî, wî bi bîr bînin demek ji ber têkoşîneke mafdar canê xwe feda kir. Em her tim bi wî serbilind in. Rêya wî rêya me ye. Em ê bi bîranînê wî bidin jiyîn.”

Hevseroka HDP’a Rihayê Garîbe Yeşîl a herî dawî axivî jî wiha got. “Em hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Heval Huseyîn li nava kolanê hate qetilkirin. Hevalekî girêdayî têkoşînê bû. Kesên ew qetilklirin negihiştin armanca xwe. Huseyîn bûn hezar. Hêzên tarî kî ne diyar in. Kujer dê hesabê bidin. Em ê ala ku wî dewr kiriye hilgirin.”

Piştî axaftinan bîranîn bi dawî bû. Piştî bîranînê kûlîçeyên ku Huseyîn Denîz jê hezdikir ji beşdarvanên bîranînê re hatin belavkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê