2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwişka Gultan Kişanak hat binaxkirin

Xwişka Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê girtin Zeynep Ozer bi tevlêbûna gelek kesan hat oxirkirin. Kişanak jî tev li merasîma oxirkirina cenazeyê xwişka xwe bûn.

Xwişka Hevşaredara ber ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê girtin Zeynep Ozer, duh li Xarpêtê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Piştî merasîma olî ku li Cemxaneya Ehlî Beyt a li Taxa Fevzî Çakmak a navenda Xarpêtê bi tevlêbûna Kişanak hat lidarxistin cenazeyê Ozer li gundê Sun ê Xarpêtê hat veşartin. Kişanak li gundê Sun tev li merasîma binaxkirina cenazeyê xwişka xwe bû û şal bi gora xwişka xwe ve girê da.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ayten Kordu û Celal Firat, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Alîcan Onlu yê HDP’î, Çaglar Demîrel, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li merasîma definkirina cenazeyê Ozer bûn.

Piştre jî Kişanak çû serdana gorên dayik, bav û rûspiyên malbata xwe. Kişanak, turbeya Koca Seyît ziyaret kir û piştre jî sersaxî qebûl kir.

Piştî qebûlkirina sersaxiyan dê Kişanak saet di 16.00’an de bi balafirê bibin Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê.