17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetê serokkomariya Ekvadorê hate kuştin

Namzetê Serokkomariya Ekvadorê Fernando Vîllavîcencio êrîş lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da.

Hilbijartina serokkomariyê ya welatê Amerîka Başûr Ekvadorê nêz dibe. Bi nêzbûna hilbijartinê re duh êrîş li namzetê serokkomariyê Fernando Vîllavîcencio hat kirin. Fernando Vîllavîcencio ku di heman demê de endamê parlamentoya welat e jî duh li paytexta Ekvadorê Quitoyê, dema ku ji çalakiyekê vedigeriya, di wesayîta xwe de hate gulebarandin. Li gorî şahîdên buyerê, Fernando Vîllavîcencio ji serê xwe 3 gule xwariye û jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinêye ku wê di 20’ê tebaxê de hilbijartin bihata kirin. Kampanyaya Vîllavîcencio piraniya xwe li ser têkoşîna li dijî xizaniyê, texrîbata ser xweza û jîngehê û zêdebûna pirsgirêkên ewlehiyê yên Ekvadorê bû.