20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

15’ê Tebaxê cejna vejînê ya neteweyî pîroz be

Şoreşgerên doza rizgariya Kurdistanê, di êvara 15’ê Tebaxa sala 1984’an de dest bi pêngava şerê azadiyê yê gelê şoreşgerî kirin. Ew biryara plankirî ya Şerê Rizgariya Neteweyî ku xwedî bingeha fikrek tekûz ê bêqisûr ê textîkî, eskerî, ramyarî, bîrdozî û siyasî bû, pêşî li pêvajoyek nû ya têkoşînê vekir…

Bi teqîna fîşeka yekemîn a li Dihê hat vejandin re, tovê hizrandina têkoşîna azadiyê bi wêrekiya dildariyê li ser xaka beyar a dayikniştîman reşand. 15’ê Tebaxê, ji simbila şitla cengek axa beyar a welatê zarokên rojê şîn hatiye. Bi banga sibehê re, li rêzeçiyayên Şemzînan ên li gel çiyayên bi heybet ên Zagrosan hevalbendin, şewqa arê vejîna şoreşê da deşt û zozanên welatê kurdan…

Ruhê ku bi 15’ê Tebaxê re pêş ket, serê kurdan ji bin nîrê koletiyê rizgar kir; hişt ku kurd li hember pergala koledariyê ya hezar salan serî rakin û serfiraz bijîn. Sond û peyman a li gel girêdana dayikniştiman a xakê vejand. Li gel têkoşînê, di heman wextê de ponijandina mezinkirina xeyalên azadiyê bi pêş ve bir. Pirsa ma gelo, ‘ez kî me û dikarim ji bo xwe çi bikim’pêş ket.

Biryara avêtina fîşeka êvara 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an ji tunebûnê hebûn, ji bêderfetiyê derfet afirand. 15’ê Tebaxê xelekek ji arê azadiyê ye ku li çiya, deşt, gund û bajarên Kurdistanê berbelavî herderê bû, di bîr û hişê herkesekî/ê de cih girtiye. Ji gundiyan derbasî, şivan, karker, cotyar, xizan-rêncber û hemû beşên civakê yên ku xeyalên wan ên azadiyê roj bi roj mezin dibû, hembêz kir.

Bi pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê re, rêya ber bi artêşbûna jinan hat vekirin. Jinên kurd, li ser xeta bîrdoziya Pêngava 15’ê Tebaxê meşa xwe ya avakirina artêşa jinan bi pêş de birin; di avabûna artêşa rizgariya jinan de ji israra xwe gav bi paş de neavêtin. Damezrandina artêşa jinan ku di dîroka civakan ên Rojhilata Navîn de nehatibû dîtin, cara yekemîn jinên kurd hêz û îlhama xwe ji fîşeka 1’emîn a 15’ê Tebaxê wergirtin û artêşa xwe bi rêxistinkirin. Bandora vê rêxistina jinan li mirovahiya pêşverû çêbû. Zihniyetek nû bi pêşxist. Kesekî hêvî nedikir ku wê rojekê artêşa bindestan ji jinên kurd bê damezrandin û li hember zalim û serdest, pederşahiyan rabe û parastina mafê jinan bike…

Ji lewra artêş ji bo eciqandina civakên bindest ava bibû. Artêşên ser rûyê dinyayê tev ji mêran hatibûn damezrandin, hakîmiyeta xwe ji bo parastina berjiwendiyên çîna serdest dabûn avakirin. Bi boneya ku parastina serdestan bike li ser piyabû. Peywira artêşê talan, eciqandin û derxistina şeran bû. Tu têkiliya artêşê li gel parastina civakê çênebû. Ji hêla serdestan ve ji bo kuştina gelên vedermayî yên bê dewlet hatibû bi çek û silehkirin.

Lê em îro dibînin ku bi pêngava cejna vejînê re, artêşa ji fikr û nêrînên bindestan a parastina jin û civakê dike hatiye ava kirin. Yek ji pirhêliyên vê artêşê jî ew e ku ferq û cudahiyê nake navbera zayend, netewe, bawerî û komên etnîkî de. Ji bo wê ye jin dibêjin; ‘artêşa parastinê ya nirxê jinan.’

Di konaxa şer û berxwedana yekineyên azadiyê yên Kurdistanê ya îro tê meşandin de gav bi gav ruhê 15’ê Tebaxê li seranserî welêt şaxên xwe bera erdê dide. Bi pêngavê re di rêbazê şer û têkoşîna ji bo azadiyê guhertin û veguhertinên bingehîn ên nû pêk hatin. Zanabûna dîrokî ya bi kesayetiya kurd çêbû, bi têkoşîna rizgariyê re paralel pêşket.

Pêngava 15’ê Tebaxê di navbera kurdan de di avakirina ruhê neteweyî de pêşengî kir. Bîr û baweriya ku ji berxwedana 14’ê Tîrmehê girtibû, veguherand xeta şoreşerî ya têkoşîna civakî. Hêviyên azadiyê di şêwazê rêveçûna xwe de bi hembêzkirinê re mezin kir. Ji bo ku jin û ciwan beşdarî nav şoreşê bibin, ji wan re rêbertî kir, pêşiya jin û ciwanan ji tarîtî, koletî, astengî û kelemên civakî xalî kir. Xwe di dilê her kurdekî/e azadîxwaz de tevî heskirin û girêdana ji welêt bi cih kiriye…

Pêngava 15’ê Tebaxê, cejna vejînê ya gelê kurd a neteweyî bi baqên kulîlkên çiyayên Dihê û şemzînanê li tevahî têkoşerên doza azadiyê didin, pîroz dikin…