17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim (68) ku di asta ji sedî 96 astengdar bû û li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1’ê ya Xarpêtê dihate girtin, doh êvarê jiyana xwe ji dest da.

Yildirim, 5 sal bûn tevî nexweşiyên xwe û raporên nexweşxaneyê jî nedihate berdan. Li ser mejiyê Yildirim tumor hebû û ji ber emeliyatên bûyî jî çavên wî yên rastê nedidît û çavê wî yê çepê jî ji sedî 49 ronahiya wê kêm bûbû. Yildirim, sala 2011’an bi ‘Operasyonên KCK’ê hatibû darizandin û bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatibû girtin. Hat zanîn ku Îbrahîm Yildirim dê 25’ê tebaxê de bihata berdan.

Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê li malbata Yildirim geriya û îdîa kir ku ji ber krîza dil ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Malbata Yildirim li benda encama otopisiyê ye. Piştî rapora otopsiyê wê ji bo Yildirim li cemxaneyê merasîm bê lidarxistin û piştre bê veşartin.