2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin

Girtyên ji ber Doza Kobanê tên darizandin û parêzerên wan ji ber erdhejê tev li danişînê nebûn, Dadgehê biryar da ku dozger pêşkeşkirina mutalaaya têkildarî esasê di danişîneke din de bike

Danişîna 22’yemîn a Doza Kobanê ya rûniştina 1’emîn li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmedarên girtî tên darizandin de cih digirin. Parlamenterên HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali û Erol Katircioglû jî danişîn şopandin.

Tev li danişînê nebûn

Siyasetmedar û parêzerên tên darizandin ji ber erdhejên navenda wan Mereşê çêbûn hincet pêşkeşkirin û tev li danişînê nebûn. Tenê parêzer Ozgur Yildiz û Umît Can Akbûlût tev danişînê bûn û daxwazên xwe pêşkeşkirin. Yildiz ê mafê axaftinê wergirt da zanîn ku hempîşeyên wan li herêma erdhejê ne. Yildiz, diyar kir ku bêyî hempîşeyên wan û siyasetmedarên tên darizandin mutalaa bê xwendin wê li dijî rêgeza darizandina adil be û wiha got: “Em dixwazin danişîn taloqî meha Nîsanê bê kirin.”

Şandeya dadgehê ya daxwaz nirxandin, diyar kir ku ji ber bandora erdhejê hêj berdewam dike, hin parêzer hêj neketine buroyên xwe, ji ber bandora erdhejê nikarin peywîra xwe bi cih bînin biryar da ku dozger pêşkeşkirina mutalaaya têkildarî esasê di danişîneke din de bike.

 Xwestin siyasetmedarên girtî bên berdan

Dû re dozger xwest ku girtina siyasetmedarên girtî berdewam bike. Akbûlût û Yildiz ên li dijî dozger mafê axaftinê girtin xwestin ku hemû siyasetmedarên girtî bên berdan.

Şandeya Dadgehê, ji bo nirxandina rewşa girtinê û biryarê aşkere bike du saet navber da danişînê.