6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG: ‘Guh nedin nûçeyên medyaya şerê taybet’

HPG'ê daxuyand ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya 3 salan reviyaye û li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye, beriya 2 mehan jî radestî dewleta tirk bûye. HPG'ê diyar kir ku divê kes guh nede nûçeyên derew ên medyaya şerê taybet a tirk.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî êrîşên artêşa dewleta tirk û nûçeyên medyaya tirk agahî dan.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: “Artêşa tirk bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrîşên giran li ser hêzên me dewam dike. Agahiyên berfireh ên êrişên artêşa tirk bi vî rengî ne: 27’ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM’ê 24 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin. 27’ê Sibatê li navçeya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 71 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

‘Guh nedin derewên medyaya şerê taybet’

Di medyaya şerê taybet a tirk de nûçeyek hate weşandin û hate îdiakirin ku Ramazan Guneş endamê tevgera me ye û li Silêmaniyê di encama operasyona MÎT’ê de hatiye revandin. Nûçeya qalkirî bi temamî derew e.

Ramazan Guneş beriya 3 salan ji nava refên me reviya, piştre zewicî û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. Tu eleqeya xwe bi tevgera me re nîn e. Ramazan Guneş beriya 2 mehan li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta tirk bû. Lê belê medyaya şerê taybet Ramazan Guneş ê beriya 2 mehan teslîm bû, wek endamekî tevgera me nîşan dide, bi senaryoyeke derew di vê pêvajoyê de pêşkêş dike û hewl dide wek serkeftina MÎT’ê nîşan bide.

Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî ya Tirkiyeyê guh nede nûçeyên derew ên medya şerê taybet a tirk.”