3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

17 roj derbas bûn agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnameger û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed beriya 17 rojan ji aliyê PDK’ê ve hatiye desteserkirin û her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 17 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê de wek edîtor dixebite.

Ajansa Rojnewsê di roja 17 a desteserkirina edîtorê xwe de wiha got: “Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were aşkerekirin û bê berdan.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”