17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî binpêkirinên li girtîgeha Panosê pêdivî bi xwedîderketinê heye

Li dijî nêzîkatiyên xirab û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tîpa L a Panosê tên kirin, xuşka girtiyên bi navê Çekdar Odungît bang li her kesî kir ku xwedî li girtiyan derkevin

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Tevî çalakiyên malbatên girtiyan, hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî bi tu awayî dawî li van binpêkirinan nayên. Yek ji girtiyên siyasî Çektar Odungît ku li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên heyî vegot.

Xwişka Odungît, Hevîdar Odungît diyar kir ku birayê wê di 8’ê mijdarê de bi telefonê li wan geriyaye û wiha qala binpêkirinên li girtîgehê kir: “Birayê min got ku di serdegirtinê de pirtûk û alavên wan hatine belavkirin. Birayê min got; ‘Carnan her du rojan carekî bi ser qawîşan de digirin. Gelek tiştên me ji me standin û yên mayî jî wisa pê kirin ku mirov nikare bi kar bîne. Berê jî ev sepan hebûn û niha dixwazin dîsa wan rojan li me vegerînin.’”

Rewşa girtiyên nexweş

Bi domdarî Odungît bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birayê min got ku girtiyên nexweş di dema xwe de nabin nexweşxaneyê, dema dibin lêgerînê dikin û zehmetiyan derdixînin. Got ku ji ber vê rewşê gelek caran girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Birayê min got ku girtiyên nexweş ên pîr ku neçarin biçin nexweşxaneyê jî bi heman miameleyê rû bi rû dimînin.”

Banga xwedîderketinê

Odungît herî dawî jî ev bang kir: “Heman binpêkirin li gelek girtîgehên din jî belav bûne. Lewma divê ne tenê malbatên girtiyan, divê her kes ji bo girtîgehan dengê xwe derxîne. Yên ku dikarin dengê wan bidin bihîstin û pirsgirêkên kesên ku di nava çar dîwaran de çareser bikin, gelê li derve ye. Em dikarin bi têkoşîna xwe dawî li van mudaxileyên derqanûnî bînin.”