2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê rojane 4 seat navber 20 seat bombekirin

Piştî gelek bangên navneteweyî û hewldanên Amerîkayê yên razîkirina Israîlê ji bo agirbestekê, agirbest pêk nehat lê tenê rojane dê 4 seatan navberê bidin bombebaranê da ku sivîlên mane jî derkevin

Êrîşên İsraîlê ên li dijî Xezayê ku piştî êrîşa Hemasê ya 7’ê cotmehê dest pê kir di roja 35’an de bi dijwarî berdewam dike. Tevî hemû bangên ji bo agirbestê rayedarên Israîlê hemû daxwazên di wî warî de red kirin û dibêjin heta dîlên di destê Hemasê de neyên berdan bila tu kes behsa agirbestê neke.

Di vî warî de gelek daxwaz û pêşinyarên Amerîkayê û hewldanên wê hatin kirin lê tu encameke berbiçav nehate bidestxistin. Herî dawî Israîlê ji bo rê bide kesên li Xezayê mane ku derkevin biryara rojane 4 seat navber hate dayîn.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby erêkirina Îsraîlê bi gaveke ber bi rastiyê ve binav kir û got ev yek di encama nîqaşên rojên dawîn ên di navbera berpirsên Amerîka û Îsraîlê de pêk hatiye.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby got dê beriya 4 saetan agirbestên rojane werin ragihandin û ger agirbesteke hema beşî be jî çêbû, dê ji bo welatî xwe ji rêya zirarê bi dûr bixin bibe alîkar û alîkariyên mirovî bigihînin wan.

Li aliyekî din jî nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu got bêyî serbestberdana dîlgirtiyan tu agirbest tune ye, lê tenê hin sekinandinên taktîkî ji ber sedemên mirovî hene.

Seraya El Qudis a baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad El Îslamî jî got ew amade ye hin dîlgirtiyan ji ber sedemên mirovî û tenduristî serbest berde.

Berdevkê saraya El Qudis got dê tevger 2 dîlgirtiyan; jinek û xortekî serbest berde û ger şertên meydanî û ewlehî guncaw bûn dê însiyatîf bikeve pratîkê.

Nexweşxane hatiye dorpêçkirin

Li gorî idîaya Israîlê çekdarên Hemasê ji xwe re binê nexweşxaneyan wekî derbaseka tunelan bikar tîne. Lewre gelek caran artêşa Israîl nexweşxaneyan jî dike hedef. Li gorî agahiyên medya Hemasê niha tankên Israîl derdora 2 kîlometereyan nêzî nexweşxaneya Şîfa ye. Tê gotin ev nexweşxaneya herî mezin a Xezayê ye û tijî birîndare.