9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aktar: Daraz li gorî daxwaza serokkomariyê tevdigere

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku bi nenaskirana biryara AYM’ê daraz ji holê rakir û got: “daraz li gorî daxwaza desthilata serokkomariyê tevdigere.”

Ji ber doza Gezîyê li parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay 18 sal ceza hatiye birîn. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku “binpêkirina mafan” dabû jî Atalay nayê berdan. Piştî biryara AYM’ê serî li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dan. Dadgehê jî dosyeyê ji 3’yemîn Daîreya Ceza ya  Dadgeha Bilind re şandibû. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind bi îdiaya “hukmên destûra bingehîn” binpê kiriye, der heqê endamên AYM’ê yên ji bo Atalay biryara “binpêkirinê” dayîn serlêdana sûc kir. Endamê Baroya Amedê Parezer Mehmet Emîn Aktar têkildarî nasnekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), gilîkirina endamên AYM’ê ya Dadgeha Bilind de ji rojnameya me re axivî.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ne naskirina biryar AYM’ê tê wateya ku li Tirkiyeyê daraz nemaye û wiha got: “Daraz ji bo ku dema mafê mirov bê binpêkirin temînatekî je re bibîne û mafê mirov radestî mirov bike. Daraz ji bo binpêkirina mafan tespît bike ango mafê mirov bi awayekî tezmîn bike hatiye avakirin. Daraza makezagonê der heqê Can Atalay de got ku mafê wî yê parlementeriyê hatiye binpêkirin û divê ji nû ve bê darizandin. Li gor makezagonê pêwiste ku her kes li gorî vê biryarê tevbigere. Divê daraz, dadgeh û erka rêveberiyê jî vê birayarê qebûl bike. Di serî de darizandina kesên ji ber bûyerên Geziyê de dosya li wan hat vekirin û hatin darizandin polîtîk bû. Bi daxwaza desthilatdariyê hatin darizandin û cezakirin. Ji ber vê yekê jî der heqê wan de mijarek bêcezakirinê yanî cezayên wan bê xerakirin û rabe ne pêkan e. Di doza Geziyê de em zanin ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) der heqê wan de biryarek da lê destilatdar li gorî wê biryarê tevnagere.”

Aktar biryara 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ku biryara AYM’ê nasnekir wiha nirxand: “Wisa xûya ye ku biryara hat dayîn kesên ku ji bo sûcdarkirinê serî li serdozgeriyê Daîreya 3’yemîn xistine bi daxwaza serokkomariyê ev biryar standine. Di nav hiqûqê de ev ne pêkan e. Her mirov dikare biryara dadgehê binirxîne û li ser nîqaş bike. Rastî û ne rastiya wî şîrove bike lê kes nikare biryara ku bê dayîn nasneke. Me di vê biryarê de dît ku di nav darazê de jî kom çêbûne. Mirovên ji hev cûda berjewendiyên xwe yên şexsî bikartînîn. Bi piranî jî îro erka rêveberiyê xwe di der. Di vê biryarê de nîşandan ku ne li gorî pêwîstiya civakê û hiqûqê, li gorî daxwaza rêveberiyê û serokkomariyê tevdigerin.”

Hêza xwe nîşanê civakê dide

Aktar destnîşan kir ku di hiqûqê de ev yek nayê qebûlkirin wiha domand: “Ev biryareke derhiqûqî ye. Li gorî makezagonê divê dema daraz biryar bide ew biryar teqez bênasîn. Dema tu bixwazî îtarazê bikî tê bikî lê tu nikarî bibêjî ‘Ez vê biryarê nasnakim’. Dema nas nekin tê wateya ku bi destê xwe makezagona darazê binpê dikin. Ev yek jî sûce. Daxûyaniyên ku ji hêla qesra serokkomariyê ve hatiye dayine. Şewirmendê desthilatdar alîkariyê bi darazê re dikin. Ev bi me dide zanîn ku ev bi daxwaza serokkomariyê ev biryar hatiye standinê.  Desthilatdar bi vê biryarê li ser civakê hêza xwe nîşan dide. Dibêje ‘Bi zordarî be jî, tiştê ez dixwazim ez ê bi we bide kirin’. Ev dide zanîn ku kesên di nav darazê de dengê xwe bi hiqûqî derxin mabin jî dê dengê wan bibire. Bi vê biryarê kesên ku li gorî hiqûqî tevgeriyan jî dengê wan birîn.”

Ji holê rakirina darazê

Aktar anî ziman ku ew weke hiqûqnas  nikarin ji dadgehê re qala binpêkirina mafan bikin û wiha bi dawî kir: “Sibê kes nikare ji kesî re bibêje dadgeha makezagonê der heqê vê meseleyê de binpêkirinek tespît kiriye û li gorî wê tevbigerin. Vê yekê dike îçtihat. Berê jî me digot daraza ku em serî lê bixin tune ye. Îro bi vê biryarê helwesta xwe nîşanî me da ku ji niha û pê ve wê qet tunebe. Bi vê biryarê daraz ji holê rakirin. Edî mirov nikare bibêje li Tirkiyeyê dadgerên ku li gorî darazê tevdigerin hindik be jî hene. Ev yek ji bo kurdan wisa bû divê niha jî wisa be. Ev biryar ji bo kurd û siyaseta kurdan nayê tu wateyê. Berê jî darazê kurd li dijî temînata darazê qebûl dikir. Ji kurdan re digotin kesên din, bi çavê dijminantî dinêrîn. Deshilatê bi vê yekê helwesta xwe nîşanê hemwelatiyên din dide. Desthilat kesên ku li dijî wan û li gorî daxwaza wan tevnagerin nas nake. Kesên ne alîgir bin tu mafê wan tune ye.”