5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mûsilê li dijî hêzên Amerîkayê êrîş pêk hat

Ji destpêka şerê Hemas û Israîlê anku ji 7'ê cotmehê de gelek êrîş li dijî bargehên Amerîkayê ên li Sûriye û Iraqê pêk hatin, herî dawî li Musilê êrîşî hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Amerîka û Iraqê hate kirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, di dema derbasbûna konvoya hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Amerîka û Iraqê de teqîn çêbûye.

Heman çavkaniyê ragihand ku zirar gihiştiye wesayîtên zirxî, lê tiştek bi kesê nehatiye.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê Hemas û Israîlê de anku ji 7 cotmehê de bargehên Amerîkayê ên li Sûriye û Iraqê û navendên hêzên koalisyona navnetewî rastî êrîşan tên.

Êrîş ji alî komên çekdar û milîsên girêdayî Îranê ve pêk tên û heta niha çend caran rayedarên Amerîkayê hişyarî dane Îranê û êrîşî hin deverên wan komên çekdar ên li Sûriyeyê kirine.