18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e

Amadekariyên ji bo meşa Gemlîkê ya 18’ê Mijdarê li Wanê berdewam dikin. Welatiyan ji bo tevlibûna "Meşa Azadiyê" bang kirin û anîn ziman ku armanca wan a sereke azadiya Abdullah Ocalan e

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. 32 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Li dijî vê tecrîda girankirî, kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Dê di çarçoveya kampanyayê di 18’ê mijdarê de bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de li bajarên Serhedê civînên gel ên berfireh tên kirin. Welatiyên ku tev li civînên gel bûn, destnîşan kirin ku divê tecrîd bê rakirin û gelê kurd êdî dixwaze rêberê xwe bibîne.

Niharî Kiyma bilêv kir ku ew dixwazin êdî êrişên li ser gelê kurd bi dawî bibin û Abdullah Ocalan bibînin û got: “Em aştiyê dixwazin, em dixwazin girtî bên berdan û bên cem malbatên xwe. Em dixwazin serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bên qebûlkirin. Her kes dixwaze rêberê xwe bibîne.”

Cîhangîr Balkan diyar kir ku divê gel lê hûr bibe ku dê çawa tecrîdê rake û got: “Ger li seranserê cîhanê xwedîderketine çêbibe, dê ev tecrîd bişikê.” Balkan, destnîşan kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û ji bo meşa 18’ê mijdarê ku dê li dijî tecrîdê bê lidarxistin û wiha bang kir: “Divê em bi hev re meşeke girseyî li dar bixin. Em dikarin bi beşdarbûneke xurt ji heq her tiştî derkevin.”

‘Armanc azadiya Ocalan e’

Bayram Nîhal jî diyar kir ku çendî kurd doza aştiyê dikin jî rastî êrişan tên û got: “Armanca me ya sereke azadiya Ocalan e.”

Pakîzer Başakê jî ev tişt anî ziman: “Zindan bi zarokên kurdan tije kirine. Zarokên me digirin û dişînin cihê dûr. Em nikarin biçin wan bibînin. Ne dihêlin em Ocalan bibînin ne jî zarokên xwe. Em ji xeynî aştiyê doza tu tiştî nakin. Her der kirine qada zilmê. Du kurên min di girtîgehê de ne û ew şandine girtîgehên dûr. Ji xeynî berxwedanê tu rê nemaye.”

 ‘Rêber Ocalan serbest berdin’

Husnu Kiyar jî destnîşan kir ku tekane doza gelê kurd axa wan û nasnameya wan e û wiha axivî: “Em dixwazin wekî her dewletê axa me û zimanê me azad bibe. Em dixwazin rêberê gelê kurd serbest bê berdan û atmosfereke demokratîk bê avakirin. Divê tevî gelê kurd her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabe. Em careke din bi baran silavan dişînin Îmraliyê.”

Alaattîn Ozpolat jî got: “Bi salan e, bi mehan e gelê kurd û gelên din tu xeberê ji Ocalan nagirin. Lê ev bêdengî çi ye? Ger kurd nebin yek, dê ev bêdengî û tecrîd bidome. Divê gelê kurd biçe meşê. Ji lew re gava tev negere û deng neke, dê polîtîkayên vê dewletê bidomin.”

Hanim Abî jî anî ziman ku bi salan e daxwazên wan aştî û azadî ne û got ku divê êdî tecrîda ku sîrayetî her derê kiriye ji holê rabe. Abî, ji bo beşdariya li meşa li dijî tecrîdê bang li her kesî kir.

‘Divê em bibin yek’

Nedîm Ozer jî derdorên li hemberî tecrîdê bêdeng rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “40 milyon kurd hene û rêberê wan birêz Ocalan e. Ger em xwedî li Ocalan dernekevin, kes dernakeve. 40 milyon kurd divê bi hev re xwedî li Ocalan derkevin. Dê zilm bi vî awayî birûxe. Xurtbûyîna meşa 18’ê mijdarê girêdayî cidiyet, yekîtî û xebatên me ye. Ger em nebin yek dê her tişt xirabtir bibe.”