3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘170 girtiyên siyasî sirgûn kirin’

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirinên mafan a li bajarên bakurê Kurdistanê ya 2021’an bi raya giştî re parve kir. Rêveberên ÎHD’ê rapor li komeleyê bi civînê aşkere kirin.

Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman di civînê de behsa binpêkirinên mafan kir û got: “Bakurê Kurdistanê bi şerekî qeter re rûbirû ye. “Binpêkirinan tabloyek mezin li pey xwe hiştiye. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî didome. Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan û sê girtiyên binpêkirina mafê mirovan e. Em bang dikin. Bi lez tecrîdê rakin.”

Tûgluk û Ozkan serbest berdin

Saman bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk û xwest Tugluk û Ozkan bên berdan.

Piştî axaftina Saman, Nûnerê ÎHD’ê yê bajarên herêmê Tahîr Saçaklidir jî hûrguliyên raporê parve kir.

Berfirehiya raporê wiha ye:

Herêmê bi OHAL’ê bi rêve dibin

“Em Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên sala 2021’ê yên Herêma Anatolyaya Başûrêrojhilat û Rojhilat eşkere bikin hatin cem hev.

Di herêma me ya ku bi aweyake fîîlî bi rejîma OHALê ve tê rêvebirin de; polîtikayên ku pêk tên di jiyana civakî de, di mijarên wekî; hiqûq, demokrasî û mafên mirovan de rûxandinên giran pêk anîne. Di vê pêvajoyê de li ser navê ewlehiyê û ‘’ têkoşîna li hemberî terorê’’ polîtikayên pevçûn û tundiyê hatine hilberandin ev yek di polîtikayên navîn û derve de Tirkiyeyê biriye bêîstîkrariyê. Li qeyrana demokrasî û mafên mirovan qeyrana aboriyê jî zêde kiriye.

Di sala 2021’ê de binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî sîstematik berdewam kirine.  Tundî û pevçûna ku zêdetirîn di herêma me de tê jiyîn bê navber berdewam dike. Di pevçûnên çekdarî yên operasyonên leşkerî  û teqînan de her roj mirov jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber israra rêbazên li derveyî diyalog û muzakereyan,îro li herêmê em li gel rewşeke şer û êşên giran ên ku di jiyana civakî de bandorên neyênî li ser me pêk tînin  re rû bi rû ne. Dîsa ji ber operasyonên leşkerî û qedexeyan binpêkirinên mafên mirovan tên rojevê. Di pevçûnên ku di sala 2021’ê de jî berdewam kirine de leşker, polîs, mîlîtanên rêxistinê û gelek sîvîl jiyana xwe ji dest dane. Ji berê heta niha polîtîkayên pevçûn û tundiyan hatine ceribanin lê encam negirtine, ev yek mixabin li pişt xwe wendahiya mirovan dihêle û di civakê de birînên giran vedike.

Polîtikayên ku berpirsiyariyên xwe yên ku dispêrin peymanên navnetewî û makeqanûnî pişt guh dikin, bûne amûrên pêkanînên kêfî yên desthilatdariya siyasî. Kesên ku li hemberî pêkanînên antî-demokratîk ên desthilatdariyê sekinîne, yan hatine girtin yan jî ji mafên xwe yên civakî û aborî bêpar hatine hiştin.

Zordariyên li ser azadiya rêxistinbûyînê zêdetir bûne, binçavî û girtinên neheq bi zêdetir berdewam kirine. Bi taybet sîyasetmedarên Kurd û parazvanên mafan  bi sûcdarkirinên ‘’ endamtiya rêxistinên dijqanûnî’’ kirina ‘’ propagandaya rêxistinên dijqanûnî’’ re tên binçavkirin û tên girtin. Zordariyên giran yên  li ser ewlehiya kesan û li ser azadiya rêxistinbûyînê berdewam dikin.

Hişmendiya rêveberiyeke otorîter ku her pirsgirêkê dike mijara ewlehî û mijara bekayê,ev yek di Tirkiyeyê de riya sîyaseta demokratîk digire, jiyana ku azadî û mafên mirovan dike bingehîn tune dike. Kesên muxalîf nikarin li hemberî polîtikayên desthilatdariyê birêxistin bibin tim bi zordariyê dengên wan tên birîn. Mînaka herî şênber di sala 2021’ê de Serdozgeriya Dadgeha bilind ji bo ku Partiya Demokratîk a Gelan were girtin di Dadgeha Makeqanûnî de doz vekiriye. Erka daraziyê, ku ji hêla mijara xweser û bêalibûnê ve bûye nîvenda nîqaşan ji hêla rejîma siyasî ve hatiye siyasîbûyînkirin. Bi serîlêdana rêbaza girtina partiyeke siyasî pirsgirêka Kurdan jî bêçareserî dihêle. Di vê babetê de, em dixwazin bibîrbinin ku digel biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hevserokên serdema berê yên HDP’ê û parlementer bi tayînkirina qeyûman ji peywirên xwe dûr hatine xistin û hatine girtin. Polîtîkaya qeyûmê ku êdî wekî rêveberiya îdarî ya mayînde tê meşandin û hemû mafên bijarte û hilbijêrînê bi tevahî ji holê radike bi hemû pêkanînên xwe ve berdewam dike.

Her roja ku derbas dibe binpêkirina mafan zêdetir û mayînde dibe. Ev yek girêdayî polîtîka û rêgezên ewlêkariyê yên desthilatdariyê ye. Polîtîkaya bêcezabûnê dibe sedema pêkanîna sûcdariya peywirdaran. Li hemberî binpêkirina mafên mirovan yên ku berê hatine jiyîn em dibînin ku darêzgerî kiryaran bê sûc nîşan dide. Di vî warî de; doza JITEM’ê ku wekî doza Cizîrê jî tê zanîn 21 kes hatibûn revandin û kuştin 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeriyê heşt kesên ku kiryarên vê bûyerê bûn beraat kirin. Piştî ku di sala 2005’an de Pirtûkxaneya Umutê ya ku li navçeya Colemêrgê Şemzînanê bû hat bombekirin û kiryar hatin girtin. Ji hêla Fermandarê Bejayî yê wê demê Yaşar Büyükanıt ve wekî ‘’ zarokên baş’’ hatin pênasekirin, piştî vê yekê dadgeriyê di derheqê wan de biryara beraatê da. Ev yek nîşaneya israrkirina polîtîkayên bêcezabûnê ye.

Em dixwazin îfade bikin ku li Tirkiyeyê bi taybet di salên dawî de zimanê sîyasetê yê berberî di nav civakê de bi êrîşan xwe nîşan dide. Em dixwazin mekanîzmayên siyasî li hemberî van êrîşan ji bo giringiya jiyana aşîtiyane û mafên mirovan bangawaziyê bikin û bibêjin bila di qada darizayê de ev bûyerana ji hemû hêlan ve werin lêkolînkirin û zelalkirin.

Heke em bi kurtasî li ser hin binpêkirinên herêma  Anatolyaya BaşûrêRojhilat  û Rojhilat yê  di sala 2021’ê de bisekinin;  di sala 2021’ê de  li herêma me di şerên çekdarî de 45 peywirdarên bazbend jiyana xwe ji dest dane û 53 heb peywirdarên bazbend  jî birîndar bûne. 272 mîlitanên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 2 milîtanên rêxistinê jî birîndar bûne. Di operasyona leşkerî ya hewayî ya li Herêma Gareyê ya li Herêma Kurdistana Federe/ Iraqê pêk hatiye de, 12 personelên bazbend ên ji hêla mîlîtanên PKK ve hatibûn desteserkirin û hemwelatiyekî Îraqî jiyana xwe ji dest dane.

Di sala 2021’ê de tevî pêvajoya pandemiya xedar jî binpêkirinên mafên ewlekarî û azadiya kesane, êrişên li gel mafên xwepêşandan û berhevbûnê kirinên miameleyên xirab û îşkence, binpêkirinên mafên ragihandina xizmetên tendûristiyê berdewam kirine. Herî kêm 151 hemwelatî li cihê binçavkirinê û di serdegirtinên malan û kolanan de, 156 girtî jî di girtîgehan de rastî îşkence û miameleya xirab hatine. Dîsa 15 hemwelatî ji hêla kesên xwe wek hêzên bazbend nîşan dane ve bi darê zorê li derveyî qeydan hatine binçavkirin û li wan sixurtî hatiye ferzkirin. 5 kes jî ji hêla bazbendan ve hatine tehdîtkirin. Ji bilî binçavkirin û li cihê binçavkirinê zêdebûna bûyerên îşkenceyê û miameleyên xirab ji raporê jî diyar dibe. Em dixwazin careke din bibîrbînin ku li gor qanûna bingehîn û peymanên navnetewî ku Tirkiyeyê jî qebûl kiriye îşkence teqez hatiye qedexekirin. Divê demildest ev rêbazên dijmirovahî werin dawîkirin, kesên ku van rêbazan bikartînin ji peywirên xwe werin girtin û derkevin hemberî dadgeran û werin cezakirin.

Di rapora me de ew ê were dîtin ku binpêkirinên li girtigehan zêde bûne. Bi rêziknameya ku di serê sala 2021’ê de hatiye derxistin û di encama pêkanînên îdarî de sirgûn û îşkence zêde bûne û di gelek mijaran de binpêkirin pêk hatine. Bi derxistina rêziknameyan bêadeletiya di înfazan de girantir bûye, li gorî rapora Lîjneya Çavdêriya Îdarî girtiyên ku înfaza cezayê wan temam bûne bi biryarên îdarî yên kêfî nayên berdan. Em dixwazin diyar bikin ku ev rewş li dijî rêgeza qanûnbariya makeqanûnê ye, binpêkirina mafên ewlehî û azadiya kesan e.

Di sala 2021’ê de 170 girtiyên polîtîk yên ku di girtigehên herême de diman, bê hincet ji ber sekna wan a polîtîk wan sirgûnî bajarên dûr yên ku dûrî malbatên wan in  kirine. Dîsa 50 girtiyên siyasî di girtigehê de yan jî di dema neqlkirinê de rastî îşkence û miameleyên xirab ên îdareya girtîgehê hatine. Mafên ragihandin û tenduristiyê yên girtiyan tên binpêkirin, bi hin cureyên sûcên disiplînê rastî tecrîd û îzolasyonê tên. Bi taybetî binpêkirinên mafên tenduristiyê hîn jî didomin. Li gorî daneyên ‘’lîsteya girtiyên nexweş û nexweşên giran’’ a navenda giştî ya komeleya me, li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî 604 bi giranî 1605 girtiyên nexweş hene. Di sala 2021’ê de 7 girtiyên ku di lîsteya nexweşên giran de bûn ji bo ku nikaribûn tedawiyeke baş bibînin di girtigehê de jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin îfade bikin ku bi taybetî binpêkirinên mafên tenduristiyê di vê pêvajoyê de dibe mijara gilî û gazincan. Ji ber ku girtiyên nexweş ji mirinê re hatine hiştin û girtîyên ku înfazên wan temam bûne lê bi sedemên kêfî serbest nayên berdan ji hêla malbatên girtiyan ve li Baroyên Amed û Wanê çalakiyên  ‘’Nobeta Edaletê’’ hatine dest pê kirin û hîn jî berdewam dikin. Digel hemû hewldanên raya giştî û komeleya me,Halîl Guneşê ku  ji ber nexweşiyê jî înfaza wî nehat sekinandin û di dîroka 15’ê Berfanbara 2021’ê de jiyana xwe ji dest da, ev nêzikatiya li hemberî Halîl Guneş nîşaneya  bi êş a girtiyên nexweş e.

Di girtîgehan de mijareke giring a din jî pêkanîna tecrîdê  ya ku li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin e. Li ser Ocalanê ku di statûya girtiyên cezaxwarî de ye û 5 girtiyên sîyasî yên ku di heman girtîgehê de ne, nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bînin. Ev qedexe nîşaneya binpêkirina mafên mirovan e. Di girtîgehan de pêkanînên li gorî kesan rewşeke dijberî hiqûqa mirovî û hişmendiya mafî ye. Ji ber vê yekê em bang dikin ku pêkanînên tecrîdê divê demildest werin dawîkirin.

Em dixwazin ku balê bikşînin rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku di navbera girtîgeh û nexweşxaneyê de tê kelepçekirin û ev yek vedigere îşkenceyê, her roja ku Mehmet Emîn Ozkan li girtigehê tê hiştin binpêkirina mafên mirovan e, nexweşeke din jî sîyasetmedera Kurd Aysel Tugluk e ku teşhîsa Demansê lê hatiye dayîn, heşt meh  ji hêla bijîşkên Zanîngeha Tibê ya Kocaeliyê ve hatiye kontrolkirin  .Piştî lênihêrînê Zanîngeha Tibê ya Kocaeliyê gotiye nexweşiya Aysel Tugluk mayînde ye û her çiqas biçe ew ê girantir bibe, lênihêrîna tenduristiyê dê li girtigehê bibe pirsgirek, li girtigehê ew ê nikaribe bi tena serê jiyana xwe bidomîne. Ji ber vê yekê divê cezayê wê were taloqkirin. Digel van nêrînan jî Aysel Tugluk hîn jî di Girtîgeha Girtî ya Kandirayê de tê girtin.

Pêkanînên cihêkar û dijhiqûqî yên darezgeriyê û Saziya Tiba Edlî ya dûrî zanînê, li ser mafên jiyana nexweşên giran ên ku li girtîgehê tên hiştin xetereya binpêkirina mafan derdixe pêş. Em dixwazin bibîrbînin ku berpirsiyariya bicîhanîna mafên wekhev û bêcihêkarî aîdê dewletê û saziyên girêdayî dewletê ne. Em careke din bang dikin û dibêjin divê Wezareta Edaletê mercên dijhiqûqî yên ku li girtîgehan tên jiyîn bi dawî bike ji bo ku nexweşên girtî bikaribin xizmetên tenduristiyê yên baş bigirin divê werin berdan.

Mijareke din a ku bi sedema pevçûnê dibe binpêkirina mafan,binpêkirinên girêdayî operasyonên leşkerî û qedexeyên derketina derve û îlankirina herêmên ewlehiyê ne. Bi sedan herêmên ku gundan jî di nav xwe de dihewîne, bi hincêta ku ew ê operasyonên leşkerî pêk werin wekî herêmên ewlehiyê yên taybet hatin eşkerekirin, dîsa gelek caran qedexeyên derketina derve hatin eşkerekirin. Hemwelatiyên ku li gundên wan qedexe hatine eşkerekirin nikarin jiyana xwe ya rojane bidomînin û mexdûr dibin. Di şewatên daristan û gundan de, wendahiyên aborî pêk hatine. Di dema operasyonên leşkerî de bi serdegirtinên ji hêla hêzên ewlehiyê ve binçavkirinên neheq pêk hatine.

Tirbên mîlîtanên PKKê yên ku di pevçûnên çekdarî de li çiya yan jî li bajaran jiyana xwe ji dest dane hatine xerakirin, ev yek ne dikare bi mirovahî ne bi hiqûqî ne jî bi oldarî were ravekirin. Dîsa cendekên endamên rêxistinê digel ku dikarin werin teşhiskirin jî ji hêla serdozgeriyê ve ji bo tespîtkirina nasnameyê dişinin Saziya Tiba Edlî her çiqas bi hiqûqî ev yek ne mecbûrî be jî ev pêkanîn tê kirin. Ji bo ku ev miamele demekê dirêj digire,  xizmên girtiyan nikarin şîna xwe li dar bixin. Ev hinceta ku xwe nikare bispêre hiqûqê û wijdanê li ser xizmên cendekan bi rûhî bandorên neyênî pêk tîne.

Zextên li ser vegotinê û rêxistineke azad, bi qedexe û sînordarkirinan mixabin berdewam dike. Di xala 34’emîn a Makeqanûnê de  civînên derve û xwepêşandanên ku lêgerîna mafên rewa ye  hatiye qebûlkirin jî bi biryarên kêfî û dijhiqûqî yên Walî û Qeymaqaman tên qedexekirin û sînordarkirin. Civîn û xwepêşandan, di hin bajaran de bê dem, di hinek bajaran de jî 15 rojan hatine qedexekirin û ev qedexe her meh tên dubarekirin. Di sala 2021’ê de 50 car biryarên qedexeyan hatine eşkerekirin. Ji 20 xwepêşandanên civakî yan jî civînên ku li derve hatine kirin ji hêla hêzên bazbend ve midaxale hatiye kirin. 20 xwepêşandan û civînên li derve ew ê bihatina lidarxistin jî hatine qedexekirin.

Wekî ku tê zanîn di adara 2020’î de bi şewba Covîd-19’an tundiya li ser jinan a di nav malbatê de zêdetir bûye. Ji bo ku mayîna malê mecbûrî bû û di vê pêvajoyê de bi guherînên Qanûna Înfazê mêrên ku li ser jinan tundî pêk anîne hatin berdan bi vê yekê re rêjeya tundiya li ser jinan zêdetir bûye. Divê di vê pêvajoyê de li ser kuştinên jinan ên ku di demên dawî de zêdetir bûne were sekinandin berovajiya vê yekê Tirkiye destnişana xwe ya Peymana Stenbolê ya ku jinan diparêze paşve kişand ev rewş nayê qebûlkirin. Ji sala 2014’an vir ve, her çiqas di pêkanînê de pirsgirêk werin jiyîn jî ji bo jinan hêvî dihewand. Mixabin roja ku ji peymanê hatiye vekişandin heta niha 32 jin bi tundî hatin kuştin, 21 heb jin jî xwe kuştine. Em dibînin ku Peyman û destketiyên parastinê çiqas ji bo jiyanê bi wate ne. Em dixwazin dîsa bibîrbînin ku her çiqas bi biryareke dijhiqûqî ji peymanê hatibe vekişandin jî em ê Peymana Stenbolê û desketiyan biparêzin.

Yên ku zêdetirîn bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin zarok in, îstîsmara zayendî û tundiya  malbatî û civakî  li ser zarokan berdewam dikin. Di herêma me de di sala 2021’ê de 8 zarok di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dan, 12 zarok mecbûr man xwe bikujin. Herî kêm 34 zarok jî bi îstîsmara zayendî re rû bi rû man.

Binpêkirinên li ser fikirîn, vegotin û azadiya rêxistinbûyînê tu tiştek kêm nebûye. Di sala 2021’ê de li herêma me bi sedemên polîtîk ji 167 kesên ku xwendevanên zaningehê û sîyasetmedar jî di nav de ne lêpirsîn û doz hatiye vekirin, dîsa di encama van lêpirsîn û dozan de ji 191 kesî re cezayên cûr bi cûr hatine dayîn. Li ser binpêkirinên mafên civakî û aborî jî 22 xebatkar di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane û 8 xebatkar jî birîndar bûne. 404 kes jî bi neheqî ji kar hatine derxistin. 15 kes ji peywira xwe hatine dûrxistin û 23 kes jî ji kar hatine avêtin.

Di demên dawî de bi qeyrena aborî ya ku bi polîtikayên desthilatdariyê yên şaş zêde bûne  li ser mafan binpêkirinên cidî pêk anîye. Zemên ku li ser amûrên jiyanê yên rojane dibin derfeta jiyaneke mirovî ji holê radike. Xwepêşandanên demokratîk û meşên ku ji bo vê rewşê were kirin ji hêla bazbendan ve bi tundî tê astengkirin. Dîsa em dixwazin diyar bikin ku bi qeyrena aborî ya ku her roj zêdetir dibe ji bo piştgiriya aborî her roj serîlêdan li komeleyên ku ji bo binpêkirina mafan dixebitin tê kirin

Kedkarên çapemeniyê yên hêja;

ÎHD her tim mafê aşîtîyê parastiye û ew ê biparêze. Wekî her tim em dibêjin binpêkirinên ku em di jiyana xwe de dijîn, encama polîtikayên dewletê yên şaş û bi xete ne. Em parazvanên mafan yên ku veguherîne mekanizmaya venêrînê, li hemberî Polîtikayên Hikumetê yên şaş ku dibin sedema binpêkirina mafên mirovan em ê di nav çalakiyên parastinê de bin. Bi vê hincetê em daxwaz dikin ku bila dev ji polîtikayên ku rê li ber binpêkirinên mafên mirovan vedike berdin, bila demildest pevçûn werin bi dawîkirin û ji bo çareseriya demokratîk dîsa muzakere werin kirin.”