3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Damezrandina hikûmeta Iraqê

Di dema hejmartina dengên hilbijartinên Iraqê ya di dawiya sala borî de, ji destdana çarçoveya hemahengiyê ya dengan û bidestxistina baskê Sedr bi serokê tevgera Sedrî re dengên herî zêde di parlamentoya Iraqê de wergirt. Çarçoveya hemahengiyê û hin hêzên siyasî yên ıraqî aliyên derve bi manîpulekirina dengên dengderan û sextekirina hilbijartinên di 10’ê cotmehê de tawanbar kirin û ji wê demê heta niha blokên parlamentoyê nikarin hikûmetê ava bikin.

Û ji bo ku behsa hilbijartinan û projeya siyasî ya Iraqê bê kirin, divê em behsa rola Îran, Tirkiye û Amerîkayê bikin. Ji ber ku hersê welatan ajandeyên xwe hene û her aliyek hewl dide ku herî zêde bandorê li projeya siyasî ya Iraqê bike. Ji ber ku Amerîka hewl dide bandora Îranê li Rojhilata Navîn di deriyê Iraqê re kêm bike. Di dema ku Îran dixwaze bi riya Iraq, Sûriye û Lubnanê rola Amerîkayê bi rê ve bibe. Tirkiye li herêmê xwedî ajandeyên Osmaniyan e ku bi hemû hêza xwe hewl dide parêzgehên Mûsil û Kerkûkê bi hinceta parastina tirkmenan ên ku hejmara wan li Iraqê ji %5 derbas nabe, kontrol bikin û ew di navbera şîiyan û suniyan hatine dabeşkirin.

Eger em vegerin pêvajoya siyasî li Iraqê, ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê siyaseta xwe li hemberî aliyên Îiraqî guhertiye, yan jî hinek ji hêzên derve hewl didin bi riya PDK’ê, rola Îranê li navçeyê têk bibin. Bi rastî, PDK’ê yekem car beşdarî nav mala şîiyan bû û bi hevpeymaniya serwerî (sunî) û bloka Sedr(şîi) bi serokatiya Muqteda el-Sedr li hev kir, ku hersê partiyan hevpeymaniyeke sê alî pêk anîn. Çavdêrên siyasî yên rewşa Iraqê dişopînin, di wê baweriyê de ne ku PDK û sunî li Iraqê bi hevkariya dewleta Tirkiye û Amerîkayê bi armanca têkbirina rola Îranê ya li herêmê, dewleta Iraqê dabeş kirin.

Bi vê rêkeftina PDK’ê û Hevpeymaniya Serwerî û Tevgera el-Sedr li Iraqê, van partiyan zêdetir ji 170 kursiyên parlamentoyê bi dest xistine. Ev hevpeymaniya ku di navbera hersê partiyan de pêk hat, gelek partî û hêzên siyasî yên Iraqê tev li hev kir. Ji ber ku partiyên şîi yên nêzîkî Îranê PDK’ê û suniyan bi binpêkirin û dabeşkirina malên şîiyan li Iraqê tometbar dikin û ev yek bû sedem ku Serokê Zêrevaniya Şoreşgerî Îranî, Îsmaîl Qaanî serdana Iraqê bike û bi Mesûd Barzanî re bicive. Ji bo wanji hevpeymaniya sê alî dûr bixîne û nekevin nav krîzekê. Lê wisa xuya ye ku PDK’ê bi mebesta bidestxistina portofolên wezîran di hikûmeta bê de bi vê rêkeftinê pêş de diçe. Yê balkêş ew e ku PDK’ê ji xwe ve tev digere bêyî lihevkirinê yan nerîna hin partiyên kurdistanî li başûrê Kurdistanê, bi taybetî YNK’ê.
Dema em vegerin rûpelên berê, em dibînin ku siyaseta yekalî li Iraqê bê beramberî nabe. Wisa xuya ye ku PDK’ê encamên referandûma sala 2017’an ji bîr kir. Dema ku li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê rijd bû. Di wê demê de hemû aliyên iraqî li dijî başûrê Kurdistanê li hev kirin û hêzên Iraqê herêmeke berfireh ji erdnîgariya Kurdistanê kontrol kir û di encama referandûma têkçûyî ya PDK’ê de, herêmê ji %51 ji erdnîgariya xwe ji dest da. Partî ji bilî vê yekê ku bi sedan pêşmerge û gel şehîd bûn û bûn qurbaniyên siyaseta PDK’ê.

Herwiha aliyên iraqî heta niha firotina zêde ya xêrûbêrên Iraqê ji bo dewleta Tirkiyeyê ji bîr nekiriye bêyî ku behsa hikûmeta federal bikin, bi taybetî rêkeftina 50 salî ya petrolê ligel Tirkiyeyê û vê dawiyê jî rêkeftina gazê ya ku Herêma Kurdistanê heta sala 2025’an gazê bide Tirkiyeyê. Piştî vê rêkeftinê, Dadgeha Bilind a Federalî biryar da ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî bike û bi vê biryarê herêm nikare petrol û gazê bifiroşe Tirkiyê û ev yek bû sedem ku krîza di navbera herêm û Bexdayê de derkeve.
Krîza avakirina hikûmetê û rêkeftina PDK’ê ligel Hevpeymaniya Serwerî û Tevgera Sedr, gelek aliyên iraqî di vê rêkeftinê de dibînin ku di nav mala şîiyan de dubendiyek heye û ev yek jî Îran aciz kiriye. Ji ber ku rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê piştgiriya wan dikin û ev hersê partî dikarin hikûmeta dahatû ava bikin. Lê em dikarin li vir pirsekê bikin ku ev hikûmet dê çend salan berdewam bike? Helbet ez tu başiyekê di vê hikûmeta Iraqê de nabînim û temenê wê ne zêdetirî salekê ye. Ji ber ku aliyên şîi (çarçoveya hemahengiyê) dê dûrî vê hikûmetê bin û hêzeke mezin a leşkerî li Iraqê di destê wan de ye ew jî Heşd el Şîi ye û bandoreke wan a berfireh li Iraqê heye û dibe ku Iraq bikeve nav krîzeke nû û dîsa li qada Iraqê şer derkeve.

Eger PDK’ê teqez li ser berdewamiya rêkeftina ligel tevgera Sedr û hevpeymaniya serwerî (sunî) bike, bi baweriya min dê krîza Iraqê hîn zêdetir xirabtir bibe. Ev jî di rewşeke wiha de ye ku hêzên çarçoveya hemahengiyê û hinek aliyên din li Iraqê ber bi pêkanîna opozisyona tund li dijî hikûmeta ku dê ji aliyê Sedr, Barzanî û serkirdeyê Hevpeymaniya Serwerî ya Xencer ve bê avakirin. Ev jî tê vê wateyê ku xwepêşandan dê wekî sala 2019’an li seranserê Iraqê belav bibin û ev jî bûbû sedema rûxandina hikûmeta Adil Ebdulmehdî. Ji ber vê jî pêwîst e PDK ji şîiyan dûr bisekine û li şûna bidestxistina destkeftiyên hizbî di hikûmeta bê de, vegere nav hevpeymaniya ligel hêzên kurd û ji bo kurd li Bexdayê mafên xwe bi dest bixîne.