3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8’ê Adarê dê bibe lutkeya meşa azadiya jinan

8’ê Adarê, li hevhatina rêngê jinê yên ji xemla biharê ye; coşa geşbûna biharê bi awazê ahengiya jinan destpêdik e. Lewma şerê rastiyê yê bi hêza jinan, sînorên fizîkî yên ku cîhana gewre xêzkirine ji kokê ve xera dike. Her jinek li pey şopa çîroka xwe bi gerandina tevna rengan, dîwarên dorpêçayî yên tirsê radik e…

Lome ji barê jinê yê giran nayê kirin; ji bêxemiya sar a tirsonekên serwer ên çort ên bêhet tê kirin. Xîreta jinan, bi bargiraniyê mezin dibe, berpirsiyarî her ku diçe girantir dibe. Ger barê herî giran aîdî jinê be jî, ji wêrektiya wê ya berbirsiyar tê. Şerê jinê yê li dijî neheqî, bêdadî û newekheviyê ji vir destpê dike. Jinan, bi mezinkirina şerê azadiyê re hêza xwe ya rêxistinî ava kir. Jinan bi vegotina çîrok, serpêhatiyên xwe sînorên asoyên kesayetî derbas kirin. Jinan, bi têkoşîna xwe ya azadiyê re, hişmendiya mêr ji binî ve hejand.
Jinên kurd, di sedsala 20’an de ji bo têkoşîna azadiyê xwe ji tu berdêlan venedan, xebitîn, di asta civakî de têkoşîn meşandin, li pey rastiyên dîrokî yên nixûmandî, li çîrokên jinên winda geriyan; bi jinan re asta lêgerîna azadiyê pêşxistin, lebata berxwedaniya jinên Rojhilata Navîn bilind kirin û ji jinên cihanê re bûne çavkaniya hêzê ya pêşengiyê.
Îro, gelek tevgerên jinan ên cihanê, dixwazin tevgera jinên şoreşger a kurd nas bikin û ji şêwaza xebata van jinên şoreşger fêrî ezmûn dibin. Hejmarek zêde ya jinên rojavayî, bi heyraniyek mezin qala lehengiya jinên di berxwedana mezin a Kobanê de cih girtine, dikin. Yanê behsa şervanê YJP’ê, wêrekî û israra wan a şerê heqîqete dikin. Sempatiyeke jinên cihanê li bara van jinên çeleng ên ku bi navê mirovahiya pêşverû hovîtiya DAIŞ’ê têk birin, çêbû. Jinên kurd bi serkeftina Kobanê re, asta hêza xwe ya civakî û ya rêxistinî bi jinên cihanê dan nasîn.

Jinên kurd, şerê herî giran ê şoreşgerî di destpêka sedsala 21’an de li Kobanê li hemberî zilamê fêlbaz, dijminê jin û mirovahiyê hovîtiya DAIŞ’ê dan meşandin. Di vî şerî de vîna jinê bi serket, rêxistina jinê ya xweser berbelavî dinyayê bû.
Şerê herî mezin ê sedsala 21’an, şerê bîrdozî û zayendî ye. Jinên ku pêşengiya têkoşîna tevgerên civakî li ser xwe girtine, di ferq û zanabûna girîngiya şerê bîrdozî de têdikoşin. Şerê jinê yê herî mezin ê bi pergala patrîarkal re şerê bîrdozî ye. Divê bê zanîn ku hêzek jinê ya karîger a kûr a ji dîroka wê ya veşartî ku ji nû de li ser koka xwe şîndibe pêş dikeve. Jin, di vî şerî de heroj jinûve rastiya xwe kifş dike û hêza xwe nasîne kûrtir dike. Şerê jinê yê bi mêr re, ji hêla bîrdozî ve bi serkeftiye; ev şer di heman demê de şerê çînî, serdestî, bindestî û li hemberî koletiyê, serî netewandina vîna jinên azad temsîl dike.
Gelo di dinyayê de îro çend lîderên ku têkoşîna jinan a ji bo azadiyê destek û erê dikin hene? Ji dervî Abdullah Ocalan, ku îdeala wî ya herî mezin azadiya jinê ye, tune ne. Abdullah Ocalan ji bo ku jin azadiya xwe bi dest bixin, heyîna xwe di nav refên şoreşa Kurdistanê bi hêz bikin, şerekî piralî yê azadiyê meşand. Bi pêşxistina jinê re, bingeha şoreşa Kurdistanê qayîm kir. Bi derfeta xwe birêxistinkirina jinan afirand û bi hêzaran jin li dora xeta meşa ber bi azadiyê ve li hev civandin. Ji bo jin azad bibe û bibe aîdî xwe şerê herî mezin ê bi pergala mêrên paşverû re da ber çavan. Abdullah Ocalan, israra xwe ya derbarê azadiya jinê de bi van gotinan pênase dike: “Meşa herî mafdar, meşa jina azad e û divê heta azadiyê ev meş bidome.”

Lewma jinên kurd ên şoreşger di bingeha hemû kar û xebatên xwe de dixwazin layiqî vê keda bêhempa bibin û di armanca têkoşîna wan de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan heye. Jin, wê meş û mitîngên 8’ê Adarê veguherînin daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan.
Jin, ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê roja têkoşîna jinan a cihanê li bakurê Kurdistanê, bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e, di nav amadekariyên piralî de ne. Hîna ji destpêka meha adarê ve diyar bû ku wê 8’ê Adarê ji salên borî cudatir bê pêşwazîkirin û pîroz kirin. Ji niha de rengê jinan, li kolan di teyîs e! Her wiha pêkhateyên ji pir “neteweyan” ên li rojavayê Kurdistanê jî bi dirûşma: “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin“. Wê 8’ê Adarê roja jinên cîhanê pîroz bikin.
Pêşketina azadiyê bi çend gotinan pêk nayê; ji ber vê divê meşa me ya azadiyê bi rojekê re sînordar nemîne; tişta ku şoreşê mezin û mayînde dike, têkoşîna dayîmî ye. Wê jin, bi têkoşîn û şahiya 8’ê Adarê hemû rojên salê haveyn bikin. Jin di kûrahiya rêxistina xweser de bi cewhera xwehesiyan; ji bo ku ev meşa azadiyê bi serkeftinê bi encam bibe, hîn pêhtir xebat lazim e. Jin, dê 8’ê Adara 2022’yan li tevahî cîhanê li dijî qirkirina jinê rabin serhildanê. 8’ê Adarê dê bibe lutkeya meşa azadiya jinan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê