4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî ya Şengalê hate avakirin

Li Şengalê, 7 partî û rêxistinan bi armanca hevbeş karkirina li ser Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî ya Şengalê ava kirin.

Li Şengalê, tevî êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin jî xebatên siyasî yên rêxistinbûna civakê bênavber berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi armanca hevbeş karkirinê 7 aliyên siyasî, civakî û çandî yên Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî ava kirin. Koordînasyon bi beşdariya nûnerên partî û aliyên ku têde cih digirin bi daxuyaniyeke ku hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de destpêkê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê Şengalê Dawûd Cindî axivî û ev tişt got: “Weke pêkhate û hêzên siyasî yên Şengalê, beriya niha li Şengalê şandeyek hate avakirin ku ji hemû pêkhateyên Şengalê pêk dihat; êzidî, mesîhî, sûnî, Şîî û tirkmen. Her wiha beşek ji aliyên siyasî bi hikûmeta Iraqê re ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li Şengalê hin hevdîtin pêk anîn. Piştre di encama hin civînên me de em gihan encamê ku nêrîneke yekgirtî bi pêş bixin û li ser vê bingehê em gihiştin wê encamê ku hemahengiyeke niştimanî bê avakirin ku hemû hêz, partî û pêkhateyên Şengalê bîne cem hev û ji bo xurtkirina aramî û jiyana hevbeş li herêmê gelek xalên bingehîn destnîşan bike û li ser wî esasî kar bidin meşandin.”

Armanca koordînasyonê

Piştre Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hacî daxuyaniya avakirina Koordînasyona Şengalê ya Hêz û Pêkhateyên Neteweyî xwend. Hisên Hacî, di daxuyaniyê de ev tişt gotin:

“Li ser esasê pêşxistin çareserkirina bûyerên li Şengalê diqewimin û hewldanên hemû gelê herêmê ji hêzên siyasî û civakî bi armanca pêkanîna aramî û pêkvejiyana aştiyane li herêmê hewldan ji bo teşwîqkirina Êzidiyên koçber û hemû pêkhateyên Şengalê ku vegerin û dawî li koçkirina salên tal bînin ku gelê Şengalê li kampên koçberiyê dîtine. Ji bo alîkariya hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî ji bo bilez avakirina Şengalê û pêkanîna aramiya ewlehî, siyasî û civakî, me biryar da ku hêzên siyasî li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Netewî ya Şengalê ava bikin ku hedef û armnacên wê ev xalên li jêr in.

Xalên li ser li hev kirine

1 – Hevkariya hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî bê wergirtin ji bo dîtina çareseriyên pêwîst ji bo koçberên Şengalê û derbaskirina wan astengên ku di qonaxa berê de dibûn asteng li ber vegera koçberan.

2 – Bi piştgirîkirina vegera koçberan wê aramî li Şengalê pêş bikeve û ji nû de jiyan li herêmê pêk were. Ji bo ev yek jî bê kirin pêwîste kar bê kirin ku koçberên di nava kampan de bi temamî vegerin ser warê xwe.

3 – Beşdarî proseya avakirina rêveberiya nû li Şengalê, di nav de hilbijartina şaredarê Şengalê, rêveberên navçe û qaymeqam ku bi razîbûna gelê Şengalê bin û bi hevre kar ji bo avakirina Şengalê bikin.

4- Karkirin ji bo  ji nû ve sererastkirina Peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê ku ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê ve li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû îmzakirin û ew rêkeftin li dijî îradeya gelên herêmê bû sedema aloziyê.

5- Koordînasyon hewl dide bi alîkariya hemû ol, mezheb û neteweyên ku di herêmê de dijîn,  piştgirî bide aramî û pêkvejiyana aştiyane li Şengalê û bibe sedema çareserkirina hemû pirsgirêkên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê û binpêkirin û sûcên ku li Şengalê pêk anîne.

Kordînasyona Şengalê ya pêkhate û hêzên niştimanî wê di vê qonaxa girîng de têbikoşe da ku dengê hemû pêkhateyên Şengalê û daxwazên wan bigihîne hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî û bibe girêdaneke bibandor di navbera hemû gelên Şengalê de.”

Partî û tevgerên koordînasyonê

Partî û hêzên siyasî yên beşdarî avakirina Komîteya Koordînasyonê bûne:

– Nûnerê Mesîhiyan / Îsa Şemhûn

– Nûnerê Suneyan / Adil Silêman

– Nûnerê Tirkmen / Abdulrezzak Reza

– Nûnerê Şîa Seyîd Mehmûd / ( Komeleya Şîayên Şengalê)

– PADÊ / Hisên Hecî

– Teqeddûm / Seîd Beddûş

– YNK / Dawid Cindî