spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Na êşa me kêm nabe

Malbata Şenyaşar ku nobeta xwe ya ji bo edaletê didomîne û destnîşa kir ji ber ku edalet pêk nehatiye êşa wan kêm nabe.

Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê demê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê hatin kuştin û kurê xwe û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşî birîndar xelas bû, di 09’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kirin. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 825’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar, ji ber ku îro dawiya heftê ye nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: “Gotine heye; êş bi parvekirin kêm dibe. Na ji ber ku edalet pêk nehatiye êşa me kêm nabe. Kesên li nexweşxaneyê komkujî pêk anîn her çiqas gel di wijdanê xwe de wan mehkûm kiribe jî daraza tirk jinedîtibûna xwe ya ji bo doza me didomîne.”