17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

4 Nîsanê li Rojava wekî cejnê hat pêşwazîkirin

Li Qada Şoreşê ya Rojava, ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan nêzî 20 salan lê maye û roja 4'ê Nîsanê bi atmosfereke mezin û bi coş tê pîrozkirin. Bi rojan malên ku Ocalan lê dima tên ziyaretkirin, li herêman şitil tên çandin, û dîlan tên girtin

Îro 4 ‘ê Nîsana 2023’an e. Dîrokeke girîng ji bo tevahî cîhanê bi taybetî ji bo gelên Kurdistanê weke ji nû ve jidayikbûnê tê ifadekirin. Rêber Abdullah Ocalan dikeve 74’ê salê xwe . Di vê roja ku Kurd û dostên wan li tevahiya cîhanê bi coş vê rojê pîroz dikin û bi sed hezaran şitl li herêmên Rojava tên çandin, Ev şahî li Sûriye û Qada Şoreşa Rojava ku Ocalan herî zêde lê dimîne bi coşeke mezin tê lidarxistin. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kurd, ereb, ermen û aşûr beriya deh rojan dest bi şahî û çandina daran dikin.

4 ‘ê Nîsanê ku weke ji vejîneke nû ji bo jiyanê tê nirxandin, ji bo wê  bandoreke çawa li Sûriye û Rojava kir? 1979 ‘an beriya ku Ocalan were herêmê çawa hate bihîstin ? Piştre çi qewimî? Ji çûyînen girsêyî ên  kampa Lubnanê ”Beqaa” û pîrozbahiyên 4 ‘ê Nîsanê û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re…

”Apoyî dihatin bihîstin”

Beriya tevgera ku di salên 1973-1978 ‘an de li Rojava hem jî li tevahiya cîhanê bi navê Apoyî dihate bihîstin, naveroka peyva Apoyî li herêmê zêde nedihat zanîn. kurdên li Rojava û Sûriyeyê dijîn, hîn dibin ku ev tevger ji bo parastina kurdan derketiye holê, lê difikirîn  ku ev tevger jî wê mîna tevger û serhildanên kurd ên beriya niha bin û  serketineke gelekî mezin nebin û wê temena tevgerê jiyaneke kurt be,  Birdozî û nexşerêya têkoşînê ya ji aliyê tevgerê ve  ku weke Apoyî tên naskirin di demeke kurt de di çapemeniya tevahiya cîhanê de deng veda. Televîzyon, radyo, rojname, hemû saziyên medyayê di weşanên xwe de ‘Apoyî’ di ekranên xwe de didan nîşandan. Piştre wêneyên Rêberê vê tevgerê Abdullah Ocalan tê weşandin. Tevî ku gelê Rojava nizanin ku di destpêkê de bi hejmarên kêm, wêneyên Ocalan ên li quncikek ji malên xwe vedişêrin. Li bakur û rojhilatê Sûriyê me serdana gelek malbatên welatparêz kirin û me dît ku wan wêneyên xwe li gel xwe girtin û gotin, “Dema ku me cara yekem dît, me hîs kir ku wê vejîneke nû be ji yên din cudatir be.”

”Bi hatina sala 1979”

Di sala 1979 ‘an de dema serokê PKK’ê Abdullah Ocalan derbasî Rojava bû, li Rojava serdemeke nû dest pê kir. Di demekê de ku siyasetên rêjîma Sûriyeyê yên zordest di dema wê ya herî dijwar de ye derbasî herêmê dibe. Ocalan û hevalên wî yên têkoşînê ku hatin gundên li ser xeta sînor, li mala nasên wan bi cih bûn. Bi jiyana xwe ya li Kobanê ku nêzî 2 mehan lê mabûn, bandoreke mezin li wê herêmê kiribûn. Her kesî ji wan re got, “Li wir rûdinişt û gelekî pirtûk dixwendin. Sekna wan, mêzekirina wan jî gelekî bandor lê kir. Çûn kîjan malê, li wir bûn mînak. Me nizanîbû ew kî ne, lê me dizanîbû ew ji bo Kurdistanê dixebitin.” Ev naskirina ku li Kobanê dest pê kir li Efrîn, Dêrîk, Qamişlo, Amûde û hwd li gelek herêmên Rojava belav dibe. Li serê kolanan, li sifreyên xwarinê, di sohbetan de her kes behsa tevgera Apoyî dike. Pêvajo heta sala 1983’an wisa dewam kir.

Serdanên Beqayê

Dema ku Ocalan bi navê Heval Elî tê nasîn derbasî  kampa li geliyê Bekaa ya di navbera Lubnan û Şamê de dibe. Ev kamp berê ji aliyê Filistîniyan ve dihat bikaranîn. Kêsen ku ew dîtin û yên ku nedîtin û her kesê ku navê wî bihîst, dest bi lêgerîna wî kirin. Milîtanên tevgera Apoyî yên li herêmê û her kesên xwe digihînin milîsên ku hêdî hêdî ava dibin dixwazin biçin Bekaayê û Ocelan bibînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eger ne her mal be, hema hema her ferdekî malbatê çû geliyê Bekaayê û pêşengê tevgerê dît. Bi taybetî bi çalakîya 15 ‘ê Tebaxa 1984’an re ku di nava tarîtiyê de hate avêtin û weke vejîna Kurdan hate ifadekirin bawerî çêbû ku ev tevger ji tevgerên din ên Kurd cudatir e û wê şoreşa Kurdistanê pêk were.

”Bêhna têkoşînê, encamên şoreşê”

Birdozîya ku Abdullah Ocalan li herêmê û li tevahiya Kurdistanê belav kir ji bo xwe weke riya rizgariyê dîtin û jiyana xwe ji nû ve ava kirin. Ji 7 salî heta 70’î salî Kurd, Ereb her kes vê weke bêhna jiyan û têkoşîna nû qebûl dike. Hêzên hegemonîk ên ji vê aciz bûn, komploya ku weke komploya navneteweyî tê navkirin di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir, îro jî weke tecrîda giran a Îmraliyê didomîne. Tovên têkoşînê ku Ocalan li Sûriye û Rojava çand, mayîna wî nêzî 20 salan bû sedem ku bi sedan gelê herêmê tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe û di sala 2011’an de bibe encamê Şoreşa Rojava.

”Bi coş tê pîrozkirin, bi deh hezaran şitil tên çandin”

4’ê Nîsanê roja ku Abdullah Ocalan ji dayik bûye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salan e bi atmosfereke cejnê mîna ku sedsaleke nû ye tê pîrozkirin. Bi rojan berê xwe didin malên ku rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Rojava lê dima, dar çandin û dîlan tên girtin. Ev çalakî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê li darxistin. Saziyên li herêmê jî bi rojan berê çalakiyên hunerî organîze dikin, sînevîzyonên wekî dahurandina Rêber  Ocalan û hwd temaşe dikin. Li her bihosteke Rojava ji bo 4’ê Nîsanê çalakî tê lidarxistin û her der bi ruhê 4 ‘ê Nîsanê vediguhere atmosfereke cejnê.