2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hinceta astengkirina berdana girtî Paksoy: Bi zimanê rêxistinê diaxive!

Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, tevî ku înfaza wî qediyaye jî bi hinceta ku "zimanê rêxistinê diaxive" girtî Mehmet Paksoy nayê berdan.

Li girtîgehên Tirkiyeyê, îşkence û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û tevî ku dema berdana wan tê jî bi hincetên cuda nayên berdan û bi avî awayî mafê wan ê berdanê tê binpêkirin. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Paksoy e. Paksoy ku bi birîndarî hatibû girtin û li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, tevî ku 16 sal û 8 meh cezayê lê hatibû birîn bi dawî bûye jî nayê berdan.

Paksoy, der barê rewşa xwe de nameyek şand û di nameya xwe de diyar dike her çend înfaza xwe temam kiriye jî bi biryara Desteya Îdareya Girtîgehê û Çavdêriyê berdana wî hatiye astengkirin. Paksoy, da zanîn ku ev bû sê caran berdana wî tê astengkirin û vê carê jî hinceta “zimanê rêxistinê diaxive” berdana wî hatiye astengkirin.