17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobetên Edaletê berdewam dikin

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatên girtiyan di roja 336’emîn de berdewam dike.

Çalakiya malbatên girtiya ya li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê di roja 336’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan her rojê ji bo ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bêne berdan li ber deriyê girtîgehê çalakiyê dikin. Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniya malbatan bûn.

Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan Nazîme Boltan, destnîşan kir ku ew dest ji çalakiya bernadin û wiha got: “Ev demek dirêj e em nobeta edaletê digirin. Ev çû saleke ku ewqas malbat li vê derê ji bo zarokên xwe nobet digirin. Li hember zilm û zextên ku li ser girtiyên nexweş tên kirin bê hiqûqî û bê edaletî ye. Zarokên me li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû dimînin. Em vê zilmê qebûl nakin û heta kengê be jî em ê li ber deriyên girtîhan li ber xwe bidin û em ê nobetên xwe yê edaletê bidomînin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “heq, hiqûq û edalet” bi dawî bû.