18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva Iraqê gendeliya rayedarên dewletê ye

Di van rojên dawî de dosyaya gendeliya berpirsên dewletê raya giştî ya Iraqê hejand û bûye rojeveke sereke di nava gelê Iraqê de.

Di van rojên dawî de dosyaya gendeliya berpirsên dewletê raya giştî ya Iraqê hejand û bûye rojeveke sereke di nava gelê Iraqê de. Der barê vê mijarê de, îro dadgeha lêkolînê ya Iraqê biryar da ku çend berpirsên payebilind ên hikûmetê vexwîne ji bo ku îfadeya wan der barê dosyayên gendeliyê de bigire.

Dadgeha bilind di daxuyaniyekê de got ku dadgeha lêkolînê ya duyemîn der barê rêvebirê giştî yê Daîreya Bac û Refahê  û alîkarên wî de lêpirsîn daye destpêkirin û ew ji bo îfadeyê vexwendine dadgehê.

Roja şemiya borî 16’ê cotmehê wekîlê wezîrê darayî Ihsan Abdulcebar dabû xuyakirin ku 2.5 milyon dolar malê baceyê ji bankaya Rafîdên ya dewletê hatiye dizîn.

Abdulcebar da zanîn ku ew pere di navbera 9’ê îlona 2021 û 11’ê tebaxa 2022’an de ji alî 5 şirketan ve ji bankayê hatine kişandin.

Serokwezîrê ku nû hatiye destnîşankirin Mihemed Sûdanî der barê vê mijarê de daxuyanî da û wiha got: “Emê heta dawî li pey van dosyayên gendeliyê herin û em ê bi hemû awayan pêşiya vê dizî û nelirêtiyê bigirin, me Lêkolîn û lêpirsîna dosya diziya 2,5 dolar jî xistiyê nava karên xwe yên bingehîn û pêşîn de.”

Hêjayî gotinê ye ku Iraqê jî cihê xwe di nava lîsteya welatên ku gendelî û bêrêtî lê zêde ye, digire. Di nava lîsteya welatên ku gendelî lê zêde ye Iraq di lîsteya 180 welatan de, welatê 157’an e ku gendelî û nêrêtî lê zêde ye.