4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa çekên kîmyewî de 17 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da 

Navenda Parastina Gel (HSM) diyar kir ku di êrîşa çekên kîmyewî ya dewleta tirk de 17 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dane.

Êrîşên ku dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokratîk a Gelan (PDK) di 17’ê nîsanê de li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin 6 meh li pey xwe hiştin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), daxuyaniya Navenda Parastina Gel (HSM) a li ser êrîşên bi çekên kîmyewî ku di nava 6 mehan de pêk hatin weşand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di navbera 14’ê nîsan û 14’ê cotmehê de dewleta tirk 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikaranîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosfor hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ya di mehên tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karker 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Agahiyên nasnameyan

Agahiyên nasnameyên endamên HPG’ê û YJA-STAR’ê ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Muhammed Dodkanîmîlan (Rûbar Karker), Alîcan Derîcî (Cîger Malazgîrt), Kevser Ete (Helbest Koçerîn), Mehmet Can Evren (Baz Mordem), Yekta Buşra Boz (Mava Roj), Ferhat Guneş (Sedat Demhat), Peyam Abdullah (Delal Şoreş), Bahadîn Ahmet (Demhat Têkoşîn), Alî Darga (Demhat Cizîr), Gurbet Oran (Zinarîn Cûdî), Amed Alî (Rêber Kobanê), Newroz Tahir (Ruksen Zagros), Yahya Şen (Xemgîn Cizîr), Mehdî Babat (Rêber Roboskî), Osman Abdî (Serdem Agirî), Abdurrahîm Ûzûn (Mazlum Nisêbîn), Muhammed Xelîl (Erdal Besta).”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku beriya niha jî di êrîşên çekên kîmyewî de 27 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabû û ev bang li saziyên navnetewî û derdorên demokratîk hat kirin: “Ji binpêkirina qanûnên şer û hiqûqa navnetewî ku nirxên mirovahiyê tên binpêkirin re bêjin bes e.”

Leşkeran çekên kîmyewî bikaranîne

Her wiha yek ji hedefên êrîşên kîmyewî jî herêma Werxelê ya Avaşînê ye. Der barê bikaranîna çekên kîmyewî de dîmenên nû gihîştin destê ANF’ê. Di dîmenan de tê dîtin ku komek leşkerên tirk tên ser tunelên şer ên herêma Werxelê, çend leşkerên ku werîs li nava wan girêdayî berdidin ber derê tunelan. Piştî ku leşkeran çekên kîmyewî yên ku di destê wan de bûn avêtin deriyê tunela şer, bi lez û bez dûr ketin.

Di meha cotmehê de Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) diyar kiribû ku delîl hatin bidestxistin û xwest lêpirsîn serbixwe were destpêkirin.