17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewleta tirk sûcê şer ên li dijî mirovahiyê dike’

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), diyar kir ku dewleta tirk bi rêya bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dike

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk  daxuyaniyek weşand.

KNK’ê, diyar kir ku artêşa tirk, bi salan e li hember şervanên azadiyê yên Kurdistanê, çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha hat gotin: “Heta niha ev çekên qedexe dem bi dem bi kar dianîn lê ev 2 sal in ji sibata 2021’î heta niha bê navber bi kar tîne. Bi taybetî jî di nava şeş mehên dawîn de gelek zêdetir kiriye. Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG‘ê, di sala 2021‘an de 367 caran, di nava van şeş mehên dawîn de jî 2470 caran çekên kîmyewî û çekên qedexe bi kar anîne. Di van êrîşan de ji sedan zêdetir şervanên azadîyê şehîd bûne.”

Dewleta tirk ji bêdengiyê cesaret digire

KKN’ê bal kişand ser dîmenên bi kar anîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk û ev tişt hat gotin: “Gelek rojan dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û delîlên bikaranînê, derdikevin û di ragihandinê de têne belavkirin. Îro jî dîmenên bi vî rengî di ragihandinê de derketin û şehadeta 17 şervanên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hat ragihandin. Gelê kurd, rêxistinên kurdistanî û gelek dostên kurdan, ev demeke dirêj e li her derê dengê xwe bilind dikin û banga xwe digihînin raya giştî ya cihanê. Lê mixabin ji bilî hinek saziyên mafê mirovan, kesek vê rewşê nabîne û dengê xwe nake. Bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropayê û dewletên peywendîdar, bê deng in û naxwazin vê rewşê bibînin. Dewleta tirk jî, ji vê rewşê cesaret digire û êrîşên xwe zêdetir dike.”

Divê kurd û dostên kurdan ser piyan bin

Di berdawamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Rayedarên dewleta tirk, li Kurdistanê sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dikin. Di sêrî de Erdogan û endamên hikûmeta wî, fermandarên arteşa tirk û berpirsên MÎT‘ê, li dijî mirovahiyê sûcdar in.Tişta li Kurdistanê diqewime, ne tişteke ji rêzê ye. Îro li pêş çavên cîhanê li Kurdistanê, artêşa tirk bi awayeke hovane êrîş dike û hemû pîvanên hiqûqî bin pê dike û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dike. Li dijî vê rewşê, divê kurd û dostên kurdan, li ser piyan bin û li her derê dengê xwe bilind bikin. Rewş awarte heye û nabe ku dereng bikeve.”

‘Nebin şirîkê sûcdar û xwînxwaran’

Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê, destnîşan kir ku wê li dijî êrîşên dewleta tirk ranewestin û wiha hat gotin: “Em weke KNK’ê, ev rewş di rojeva me ya sereke de ye û bi hemû awayî em ê şopdarê vê rewşê bin û em ê bi hemû hêza xwe, li dijî vê hovîtiya dewleta tirk rawestin. Em, bang li hemû gelê Kurdistanê jî dikin û dibêjin, roj roja berxwedanê ye, roj roja xwedî derketina li şervanên azadiyê ye. Bila her kes li qadan be û bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî vê hovîtiyê derkeve. Her wiha em bang li dostên kurdan û cîhana humanîter jî dikin ku di vê rewşa awarte de, li cem gelê kurd cihê xwe bigirin. Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar dikin ku li dijî vê rewşê çavên xwe negirin û bêdeng nemînin. Bêhelwestî û bêdengî, hevkariya sûcdaran e û nebin şirîkên sûcdar û xwînxwaran.“