2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Girtîgeha Elbistanê ji 90’ê girtiyan hatin sirgûnkirin

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê hin kes di ser qawişan de girtine û îşkence li girtiyan kirine. Li ser vê ji sedî 90’ê girtiyan ji girtîgehê hatine sirgûnkirin.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê ya Gurgumê, hin kesên ji derve hatine bi ser qawişan de girtine û îşkence li girtiyan kirine. Hat diyarkirin ku bi fermana Wezareta Edaletê ev serdegirtin pêk hatiye û girtiyên li dijî vê derketine wan kirine hucreyên yekkesî û gelek ji wan jî sirgûn kirine.

Di 30’ê îlonê de girtiyek li malbata xwe geriyaye û ji wan re ragihandiye ku kesên ku xwe weke kontrgerîlla dane nasîn bi ser qawişên wan de girtine û destê wan bi pişt ve girêdane û îşkence li wan kirine. Piştî vê îşkenceyê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, di 10 cotmehê de çûye girtîgehê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê di cih de şopandiye.

OHD’ê li girtîgehê tespît kir ku ji sedî 90’ê girtiyan di 28’ê îlonê de sirgunî girtîgehên bajarên mîna Antalya, Konya û Erziromê hatine kirine. Girtiyên ku bi OHD’ê re hevdîtin kirine ragihandine ku îşkence û mehmeleya xerab li wan hatiye kirin û di hucreyên yekkesî de hatine girtin.

Girtiyên ku hatine sirgûnkirin navê wan ûu girtiyên ku sirgûnê wan hatine kirin wiha ne: Hasan Goksûngûr, Mûstafa Reşît, Erdal Laçîn, Huseyîn Torûnoglû, Yalçin Keskîn, Mehmet Ayçîçek, Abdûllah Hasan, Mûhammet Bablîs, Îdrîs Hasan, Abdûllah Demîr, Îzzettîn Sayan, Îzzet Îşgîl, Ahmet Îsmaîl’in Girtîgeha Erziromê; Adîl Abî, Turkmen Şahîn, Salîh Şîmşek, Kadîr Temel, Kemal Demîrbaş, Ahmet Bîlge Girtîgeha Antalya; Mehmet Yoldaş, Şafî Yildirim, Bedrettîn Kaya, Veysel Kurt, Abdûlkadîr Temel û Serdar Koç Girtîgeha Konyayê; Vedat Orûç, Abdo Şeyho (girtiyê nexweş) jî sirgûnî Girtîgeha Turkoglû ya Gurgumê hatine kirin.

OHD’ê, da zanîn ku dema sirgûnê jî îşkence li girtiyan hatiye  kirin.