4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo cara sêsêyan ‘poşmantî’ li girtî Guven ferz dikin!

Girtî Metîn Guven ku 30 sal in  girtî ye û cezayê lê hatiye birîn qediyaye, nayê berdan. Heya niha du caran berdana Guven hatiye taloqkirin û  ji bo cara sêsêyan jî “poşmantî”  lê ferz dikin.

Metîn Guven ku di sala 1992’yan de hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, di 30’yê nîsana 2022’yan de cezayê lê hatibû birîn temam kiribû. Lê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Yozgatê “poşmanîtî” lê ferz kiribû. Guven jî ji ber ku ev ferzkirin qebûl nekiribû berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin. Piştî 3 mehan Guven, di 20’ê tebaxê de cardin bi heman tiştî re rû bi rû mabû û cardin berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin.

Hat hînbûn ku beriya ku Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtigeha Tîpa T a Yozgatê ji bo Guven kom bibe, midûriyeta girtîgehê ev pirs jê kiriye: “Tu poşman î, yan na?”

Guven roja pêncşemê bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Guven bi rêya telefonê ev tişt ragihandin: “Roja înê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtigehê dê ji bo min li hev kom bibe. Lê beriya vê civanê midûriyeta girtigehê gazî min kir. Midûriyeta ji min re got, ‘6 meh in cezayê te qediyaye. Te ji vî 6 mehî ders girtiye yan na? Tu poşmanî yan na?’ Min jî got, ji 30 salî zêdetir e ez di girtîgehê de me, tiştekî ez jê poşman bibim nîn e.”