6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pênûsa Nagîhanê li erdê namîne

Sal û zaman zû diherikin; ji dem û her dewraneke re navek divê. Tovê bi destên jinê yên ku li beyarên dîrokê hatibûn reşandin va ye îro şîn dibin. Ji çengek axa beyar, kaniyek ava spî li rûpelên dîroka jinên kurd zêde dibe. Têkoşîna Nagîhanê ya felsefeya, “ jin, jiyan, azadî,” belavî seranserî jinên dinyayê dibe.

Kevneşopiya dîroka mirovahiyê şahidê çelengiya jinên serhildêr e ku dane pêy şopa bi hezaran jinên têkoşer-berxwedêr ên dîrokê. Ji wan yek jê dara jiyanê, kedkara çapemeniya azad Nagîhan Akarsel bû.

Xisleta Nagîhanê, bi zanista rêgeza têkoşînê honandibû. Ew ji tovê jinên-kamilbûyî ji dayik bibû. Ew yek ji aşiqê meşandina doza azadiyê bû. Ew keseke ku xwebûna xwe dinasî; li pey şopa rastiyan dibezî. Ji bo danasîna dîroka jinê ya veşartî şev û roj kirin yek.

Li ba wê ked bi qîmet bû, ji lewma keda wê berhem dida, jineke afrîner bû. Eleqeya wê ya ji bo zanista dîrokê, ji mijûlbûnên wê yên zanistî dihat. Kesayeta xwe bi rêgezên jiyana têkoşîna jinê re xistibû yek par e.

Jinêk, civaknas bû. Ew jinêk ji bo rêhevalên xwe gelek bi hêz, bi hêvî û bi moral bû. Cîhê ku lê bû hebûna xwe bi dildariya ruhê rêhevaltiya jinê, bi herkese dida hîskirin. Enerjiya xwe ji rêhevaltiya jinên pêşengên çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz, Deniz Firat û Nûjiyanan wergirtibû. Hevaltiya xwe li ser bingeha rêgezên kedê ava kiribû.

Nagîhan; jinek dilzîz ji xaka welatê xwe dûr mezin bibû. Xeyalên wê ew bû ku çendî gul, beybûn û nergîzên gelî-newalên Kurdistanê hene av bide. Ew evîndara her bihostekekî ji axa welatê zarokên rojê bû. Dilopek ji xunava dîrokê bû.

Jinên ku pêşengiya çapemeniya azad kirin her yek ji wan bi keda xwe ezmûnek li pey xwe hişt ku îro em li ser vê mîraseya wan dimeşin. Lêhûrbûn, ruh, hiş, bîr û îdiaya wan jinan yek bû. Hemû israra wan pêş ve birina qada ragihandinê bû. Bi hemû berpirsiyariyan rabûn û xwe ji tu kar û xebate venedan. Ragihandina azad bi saya têkoşîn û pênûsa wan pêşket.

Dema ku min ev nivîs dinivîsî, cenazeyê Nagîhan Akarsel gihabû gundê Xêlikan ê ku li wir ji dayik bûye. Dibe ku Nagîhan qetil kiribin lê belê weke rêhevalên wê em ê mîrasa wê dewr bigirin û heta serkeftinê vê têkoşînê bidomînin. Pênûsa Nagîhanê li erde namîn e.

Em dikarin behsa gelek xweşikbûn/bedewiyên Nagîhanê bikin; yek ji wan jî hewla wê ya xebatê bû ku bi xîret û jîrbûna xwe ya kar dihat nasîn. Lêgerîna wê ya azadiyê wê ber bi lêkolîn-vekolînên dîrokê ve bir. Ji xwezayê hes dikir.

Zihniyeta ku Hevrîn Xelef, Zehra Berkêl, Jiyan Tolhildan qetil kirin, heman zihniyet îro Nagîhan Akarsel li bajarê ‘rewşenbîriyê’ yê Silêmaniyê li ber mala wê qetil kirin. Kujerên Nagîhanê ji Hewlêrê hatin şandin û ew bi 11 guleyan şehîd xistin. Plana vê sûîqestê li Enqereyê, bi destên rejîma jin-kuj a AKP’ê ve hat plankirin. Bi vê sûîqestê xwestin tolê ji ruhê fedaî yê li Mêrsînê gurbûyî hilînin.

Dê rojêk were ku Erdogan û desthilatdariya wî weke qatîlên jinan ên pêşengên şoreşa jinê werin sûcdarkirin û li pêşberî jinên cîhanê werin darizandin. Lewma deste îktîdara Erdagan, di qetîlkirina bi sedan jinên şoreşger de heye. Em weke rêhevalên Nagîhanê ji bo ku Erdogan û desthilatdariya wî werin darizandin ji destên me çi were em ê bikin. Em ê ji van tetîkkêşên ku jinên pêşeng qetilkirine yên ku dewleta tirk ew bi pereyan kedî kirine hesab bipirsin. Ji bo ku Erdogan, weke kujerê jinan bê darizandin em ê li her qadê têkoşîna vê bidin. Em ê bi pênûsa Nagîhanê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê, Hêlînce, Qamîşlo û Silêmaniyê şahidiya wan bikin. Rejîma jin-kuj hewl dide bi van cinayetên siyasî li ser desthilatdariyê bimîne. Lê ev hewldanên rejîma AKP’ê bêfêde ne. Ew her çi jî bikin bila bikin lê ew ê nikaribin xwe ji têkçûnê rizgar bikin. Dê têkçûna vê rejîma temen kurt a jin-kuj di encama têkoşîna jinan biçe.

Qetilkirina Nagîhan hem li dijî têkoşîna jinê hem jî li dijî lêkolînên zanista jinê-jineolojiyê êrîşek e ku bi deste dewleta tirk hatiye kirin. Nagîhan ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin. Suîqesta hatiye kirin îspata tirsa hêzên serdest ên mêtinger a ji şoreşa jinê ye.

Em soz didin ku pênûsa Nagîhan Akarsel wê li erdê nemîn e. Oxir be rêheval Nagîhan! Te bi têkoşîn û xebatên jineolojiyê rêya me ronî kir tu yê her dem di dilê me de bijî, Rêheval…