spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heqîqet ronî derew tarî ye

Ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a hêjmar 2 ya Amedê merheba!

Weke tê zanîn di encama operasyoneke derhiqûqî ya siyasî de di 8’ê hezîranê de em 21 rojnameger hatin binçavkirin. Piştî 8 rojan di 16’ê hezîranê de em hatin girtin. Di girtîgehê de 3 mehên me qediyan û em ketine meha 4’an. Ji ber ku angaştname hê jî nehatiye amadekirin û biryara veşarî ya li ser dosyayê nehatiye rakirin em nizanin em bi çi hincetan hatine girtin û em ê  bi kîjan hincetan bêne darizandin.

Dema ku daraz bû amûra siyasetê têgehên hiqûqê û edaletê bêwate dibin. Darizandin û encam ne li gorî nirx û pîvanên edaletê, lê li gorî daxwaz û biryarên siyasetê pêk tên. Lewre di dozên siyasî de dozger û dadger heman kes in. Hemû cîhan dizane ku em ji ber sûc nehatine girtin, em li ser biryara siyasî ya çewisandin û bêdengkirina çapemeniya azad, bêdengkirina dengê heqîqetê hatine girtin. Lewre ji bo me bidarizînin û vê biryara xwe ya bêyom pêkbînin ev 4 meh in li hincetan digerin. Armanc ne cezakirina sûc e, armac ji bo cezakirinê çêkirina sûc e, afirandina sûc e. Em hemû bi awayekî gelekî zelal dizanin ku dê di dosya me de û di angaştnameya me de sûc tune be, dê tenê û tenê hincet hebin.

Bi sedan sal in li Kurdistanê şer heye. Ev şer ne şerê desthilatdarî, serwerî û parvekirina dewlemendiyê ye. Ev şer şerê tarî û ronahiyê, qencî û xerabiyê, heqîqet û derewê ye. Şerê man û nemanê ye.

Belê bi sedan sal in civaka kurd di vî şerê bêedalet ê bêexlaq de li ber xwe dide. Ji bo nirx û rûmeta mirovahiyê, ji bo mirovbûyîn û mirovmayînê, ji bo rûmetê, ji bo hebûn û xwebûnê, ji bo heqîqetê li ber xwe dide. Bi vê berxwedana xwe ya bêhempa bûye sembol û pêşengê xeta berxwedêr û ji civakên bindest re bûye hêvî.

Ji ber wê ye ku bi sedan sal in êrîşên desthilatdaran li ser kurdan kêm nabin, ji ber vê ye ku bi sedan sal in civaka kurd di navbera du vebijêrkan de asê hatiye hêştin û nefes lê hatiye çikandin. An heqîqet an ewlehî. Ji bo ferzkirina van herdu vebijêrkan şûrê desthilatdaran hertim li ser stûyê kurdan bûye. Lê trajediya herî mezin encama herdu vebijêrkan jî ji bo kurdan mirin bûye. Yanî ji kurdan re gotine ji mirinan mirinê biecibîne. Tenê cudahiyek di navbera herdu mirinan de heye, yek birûmet e ya din jî bêrûmet e.

Heqîqeta civaka kurd bi nirx û pîvanên neolîtîkê ve bi nirx û pîvanên mirov û mirovbûyînê ve girêdayî, bi mirov re aşt, bi xwezayê re aşt jiyaneke azad e. Kurdê ku li vê heqîqeta xwe îxanetê bike û vebijêrka ewlehiyê hilbijêre belkî çend roj zêde bijî lê di nava wan de çend rojên zêde yên bêrûmet de bi dehan caran bi mirineke bêrûmet re rû bi rû dimîne. Kurdê ku vebijêrka heqîqetê hilbijêre û di oxira wê de li ber xwe bide yek carî dimire. Ew jî mirineke bi nirx û birûmet e.

Her çiqasî car caran neviyên Enkîdo û Harpagos derketibin jî civaka kurd li ser şopa Hûmbaba û Kawayê Hesinkar bi heqîqeta xwe ve girêdayî li ber xwe daye û dide. Xeta Hûmbaba û Kawa hertim hatiye pîrozkirin, xeta Enkîdo û Harpagos hatiye lanetkirin.

Civaka kurd di berxwedana xwe ya sedan salan de bi hovîtiyên gelek mezin re rû bi rû maye. Hertim bi komkujî, talankerî, wêrankerî û trajediyên herî mezin û herî dijwar re rû bi rû maye. Li gel ku bi ewqasî êş û jiyan û trajediyên herî dijwar re rû bi rû maye jî ji hêla desthilatdaran ve derfeta nivîsandinê nehatiye dayîn ku binivîsin. Nekaribûne çanda berxwedanê ya ku bi berdêleke mezin afirandine, lêhengiya xwe û hovîtiya dijminên xwe binivîsin û ragihînin nifşên nû.

Yek ji destketiyê herî mezin û herî girîng ê berxwedana civaka kurdan 40 salên dawîn afirandina artêşa çapemeniya azad e. Civaka kurd li ser mîrate û kevneşopiya berxwedana 5 hezar salan ev 40 sal in bênavbêr li ber xwe dide. Bi destê çapemeniya azad berxwedana xwe radigihîne cîhanê û bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de dide nivîsandin. Bi sedan sal bûn li Kurdistanê pêkhatina hemû cureyên derhiqûqiyan, pêkhatina hemû cureyên xerabiyan, hemû cureyên hovîtiyan serbest bû lê nivîsandin û ragihandina wan qedexe bû. Artêşa çapemeniya azad bi vîn û baweriyeke xurt dawî li wê kevneşopiya bêyom anî.

Desthilatdarên ku ji hebûna kurdan re tehemul nedikirin ne pêkan bû ji nivîsandina heqîqeta kurd re tehamul bikirana. Lewre bi rê û rêbazên xwe yên sedan salî kuştin, revandin û windakirin û bi darazên bêedalet zindankirinê xwestin artêşa şopdarê heqîqetê tasfiya bike û bêdeng bike. Bi dehan endamên vê artêşê di bin navê “faîl nediyar” de li kolanan, li ber çavên her kesî bêdaraz qetil kirin, bi dehan hatin revandin û hatin windakirin, bi dehan bi biryarên dadgehên bêedalet bi dehan salan hatin cezakirin. Lê vê artêşê tu caran ji heqîqeta xwe û ji şopandin û nivîsandina heqîqeta civaka xwe dest berneda û paş ve gav ne avêt û dê tu caran neavêje.

Li dijî van êrîşên hovane yên bêdengkirinê me hertim ev pirs ji xwe pirsî. Gelo jana parêzvaniya heqîqetê dijwar e yan jî jana bêdengmayînê dijwar e? Bêguman jana bêdengmayînê ji hemû janan dijwartir e. Mirina bêrûmet e. Kurdê ku yek carî ji kaniya heqîqetê qultek av vexwaribe bêrûmetiyê qebûl nake û li heqîqeta civaka xwe xiyanetê nake.

Çawa bi kuştin, revandin û zindankirina bi dehan hevalên me nikarin meşa heqîqetê rawestînin û asteng bikin dê bi girtina me jî nekaribin asteng bikin. Tenê yek kes jî bimîne dê ev meş bi tevlêbûna nivşên nû bênavber ber bi serkeftinê ve bimeşe û dê bi ser bikeve. Bila neyê ji bîkirin ku tu tiştek bi qasî heqîqetê hêzdar nîne.

Tiştê ku mirov kiriye mirov serhildêriya mirov a li dijî pergela kevneperest a heyî ye. Heke redkirin û serhildêrî nîşaneyên mirovbûyînê û mirovmayînê bin, em ê jî di mirovbûyîn û mirovmayînê de israr bikin.