6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rezber û reşrezber

Wênesazekî rengê rûyê bajarê wê yê zer, curde ku hûn lê dijiyan ragihandiye tabloyê bi dîwêr ve dardakirî. Westabûnên kar û barê dawiya havînê yên li ber tavê pijiyayî, li ser rengê payîzê yê zer ku bêhna mirinê lê tê reşandiye, lew ku dem, di navbera havîn û payîzê de ye.

Wênesaz hezna li rûyê balindeyên mirî, li ewrên spî barkiriye, ewrên ku li ser bajarê ve rawestî û di nav kûrahiya şînahiya esmên de her gav hinekî din kur dibin. Li ser wê tabloyê dewsa îsqerpînên derbekarên rezberê hene, êşên paletên tanqan, sîtava kavil û bermayiyên şewateke rezberê xuya dike. Li ser nasnameya hemwelatiyên wan hikmê xofê bûye desthilat. Di wê wêneyê de derbeya her firçeyeke, pileya her rengekî tarî, her ronahiyek siya xwe înkar dike. Şopên îşkenceya li we hatî kirin, tenê li ser we, li dijberê we serî hildidin. Xamciwaniya we ya ku wê demê ji nîvî re hatî qûrmiçandin bi heman tînê diêşe.

Berê di jiyana we de rezber, navê hezkirina ewil bû, ew hezkirina ku di dilê we de ajdayî û paşê hatibû kuştin. Niha ji bo we rezber xewnereşkeke, xewnereşka ku di şevên reş û tarî de. Mîna xencereke zengarî li ser sîngê we hatî danîn û xewa şevan li we kirî hesret…

Tê bîra we nizanim? Rezberên li ber reşrezberê, li şarê we dareke çinarê hebû. Dareke girs û pîroz, li semta Eskîserê, di hewşa mizgeftekê de binecîbû, bi hezaran reşêle û beytikên goranbêj li ser guliyên xwe dihebandin, bi lîlandina bayê xerbî, pelên wê dixişiyan ku dem dihate îkûndiyê zirav. Yanê ber bi danê êvarê ew balindeyên goranbêj, dest bi strana welatê winda dikirin. Di wî welatê wenda de qala dayikên kur û keçên wan hatî kuştin û rênca giran li mêrên wan hatî kirin. Xelkê şarê we digot: “Ew çinar, bi hikmê efsûnê ji çîrokên Mehmetşah derketiye, hatiye.” Rîwayeta wê wisa bû, lê belê we zarokên şoreşger, ji wê re “mala goranbêjan” digot. Tevî ku ji bo we navê her bedewiya ku mirov nikare wesfê wê bi zimên vebêje rezber bû.

Wê demê hûn biçûk û bêguneh, xeşîm û bêparastin bûn.

Dilê we saf û paqij, hêviyên we hîn gemar û qirêj nedîtibûn.

Ritîma nabizê we di bêtebatî û kelecana kirdeyên ewil de bû,

wê hingê berê werza bejna we ber bi destêdana pêşî,

maça pêşî,

pêvşabûna pêşî,

lêckirina pêşî,

dostanî û hevaltiya pêşî bû.

Wan deman we ji xwe re dinyayeke utopî afirandibû, dinyayeke di nav war û wargehên destlênehatî dayîn de, ji dem û serdemên nehatî jiyîn pêkhatî…

Navê wê dinyayê rezber, atmosfera wê ji hezkirinê bû, hûn hemwelatiyên wê dinyayê lîseyî bûn, we ji şûna oksîjenê hezkirin dihilmijî. Wê hingê lêvên we hîn nû hildabû çeja lêvên tenekî din yê ku biyaniyê tenê we bû. Lewma we nedikarî wateyekê li wê hestê bar bikin! Lê belê tama wê hestê tev li xwîna we dibû û bi saetan di nav tamarên laşê we de digeriya, navê vê çêjê jî rezber bû.

Şik tunebû ku rezber ji bo we pir tiştbû û gelek tişt îfade dikir. Wan demên ku yelqowanê saetê bi eşqeke mezin li pey aqreb dibezî her tişt di delava xwe de diherikî û dem weke saeteke kevnar bi tiqe tiq dixebitî…

Belê rojekê, rojeke ku xunavî vediguhezî lehiyê, berf dibû pûg, ba jî dibû bahoz. Roja ku her tişt ser û ber bibû, tofana gûlan destpê kir, rezbera we jî veguhezî reşrezberê. Pêşî atmosfera dinyaya wê firî, paşê behr û robarên wê bûne dûkêl û dûkêla wan bi ber bê ket…

Wê demê kesên telaqreş,

bi kincên reş,

tevî îsqerpînên xwe ên reş dest bi dagirkeriya dinyaya we kirin. Ew dinyaya ku we dikir ku şoreşa xwe lê bikin…

Hîn ku hûn xamciwanbûn, ciwaniya we hat qerisandin û hûn bûn westiyê reşrezberê.

Lewma hûn li rezberê heznakin, tevî ku rezber giraniya hemû kul û êşên we kişandî, paydeya demên ku ji jiyana we hatî dizîn, kuştina şoreşa we rêwiyên xiyalan bû…