28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fikrê azadiyê carekê baskên xwe vekir –II

Navê terorîzm li fikra azadiyê kirin û bi vî awayî hemû kiryarên xwe rewa nîşandan, gelo çiqas dikare bi ser rastiyên heyî bigire?

Di dîroka baviksalariyê de herî zêde zext li jinan hat kirin û herî zêde bi hest û fikrên jinan hat lîstin. Mînakên wê bi milyonan e. Ji dizîna fikrên wê yên berhemdar bigire, heta wan xistina nav malan û kirina amûrê anîna zarokan a mêran, ji bêdengkirina wê, heta bêhêvîkirina jinan. Jin weke ‘tiştek’ hestiyar û bêhêz hat nîşandan û bi vî awayî bênirx hat dîtin.

Sedema şîroveya berfireh a wan kiryarên li dijî jinan ew e ku wan tiştên ku li dijî jinan hatine kirin di esasê xwe de li dijî tevahî civakê û mirovahiyê hatine kirin. Ev yek ne tenê meseleya ol an jî baweriyek e. Ev rêbazek aqlê zilam ango baviksalariyê ye. Dijminê hemû zindîbûnan di vê gerdûnê de jî ew e.

Di taoîzmê de tê gotin ‘Kevir yê radize, çîçek yê xewnê dibîne, ajal yê şiyar dibe û mirov ya dikeve ferqa ku şiyar bûye ye’. Mixabin li wir divê diyar bikim şiyarbûna mirovan di nava pergala heyî de, mijara gumanan e. Pergala kapîtalist bi bîrdoziya xwe ya lîberalîzmê civakê parçe dike û vê yekê bi awayek pir nerm dike. Heta ku em di nava sînorên xêzkirî de tevbigerin, wê li dijî me nekeve tevgerê. Lê dema me dest bi lêpirsîn û rexnekirinê yan jî li dij derketinê kir, em dibin hedefa hemû êrîşan. Yek ji sedemên girtîgehan jî bêguman ev e.

Zarok di nava vê pergalê de di dibistanan de tên perwerdekirin an jî ‘girtin’. Nexweş li nexweşxaneyê. Dîn li tîmarxaneyê, esker di nav artêşê de sûcdar jî li girtîgehê û hwd. ev pergal  bi vî awayî hewl dide xwe li ser piyan bigire û hemû pirsan bi rê ve bibe. Di emrê zaroktiyê de dest bi ketina zihniyetê dike, pergala ku ava kir weke tekane rê radixe ber çavan û dide pejirandin. Lê di kûrahiya têgihiştinê de wê her tim mirovên ku pergala heyî qebûl nakin, hebin.

Ew kes, dema di pratîkê de sînorên xêzkirî yên pergalê derbas bikin bi girtîgehê an jî kuştinê tên ‘cezakirin’. Mînakên tîmarxaneyan jî dişibin vê yekê. Mejiyê mirov mucizeyek e, lê hemû fikrên derveyê rêzê, bi dinîtiyê tên binavkirin û bi vî awayî giraniya wan fikiran bêbandor tê kirin. Avakirina artêşa xwe bi eskerên xwe re di nav vê pergalê de, dibistana asta bilind a kûrkirina zihniyeta milîtarîzm û dana pejirandina pergala baviksalar e.

Ev kategorîzekirina civakê rêbazek parçekirina hest, fikir, ruh, civak, takakes, welat, ziman, çand û hemû nirxên mirovahiyê bi xwe re tîne. Lê vê yekê ewqasî bi pergal dike ku mirov nekeve nava lêpirsînan, wê nekeve ferqa wan hesinên girtîgeha em tê de dijîn yên xemilandî. Yek ji xemla wê jî teknolojiya ku qaşo jiyanê rehet dike ye.

Me bi awayek hewl da heta li wir hinek xalên lêpirsîna pergalê rêz bikin, lê berfirehiya wê hinek dimîne li gel herkesî bixwe. Lê tişta ku lêpirsînên mirov kûr dike, tiştên berçavan e. Me li jorî qala kategoriyên parçekirinê kiribû. Yek ji hedefên herî mezin yê pergalên dewletê, tunekirina “PKK û fikra azadiyê” ye.

Pirsên pir hêsan ew in;

Çima?

Wê mirov kengî şiyar bibin?

‘Sûcdarek’ dîtin û li ber çavên tevahî dinyayê bi awayek hovane îşkenceya herî mezin li dijî wê qaşo sûcdarkirinê, kirinên dermirovî çawa dikare rewa bike? Erê ez qala êrîşên sed salên li dijî vî gelî û bi taybetî piştî 1978’an êrîşên li dijî PKK ên yekser dikim. Ez qala tecrîdê dikim. Pergala girtîgehê me jor jî gotibû, rêbazek parçekirinê ye. Bi esîrgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hewl dan ku Rêberek ji gelê xwe bê qutkirin, hêviyê ji mirovan bê qutkirin. Tecrîda li girava Îmraliyê heta roja îro didome.Tecrîd di nava pergala xwezayî de rêbazê cezakirina herî giran e. Bi vî awayî kesek ji klanê xwe tê qutkirin û li gorî vê demê ew tê maneya terkirina ji mirinê re. Îro jî bi awayek ne fîzîkî tê wê maneyê.

Komplogeran dema komploya navdewletî pêş xist, hedef kir ku kesê hemû kiryarên wan lêpirsîn dike û alternatîfa li dijî vê diafrîne ji derdorê qut bike. Di nava 24 salan de ev yek, gav bi gav hat kûrkirin û bû sedem ku hêrsa vî gelî li beramberî desthilatdariyê zêdetir bibe. Zêdeyî 2 sal in jî bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naye stendin. Gelê kurd û dostên wê li dijî tecrîdê bi hêrs in û dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî azad were berdan. Ji bo bersiva hemû pirsgirêkan û çareseriya demokratîk, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û mafên bingehîn ên miroviyê divê werin dayîn.

Ji bo wê jî divê em bizanibin pirsgirêkên mirovahiyê bi destê mirovahiyê hatine çêkirin û dikarin bi destê me werin xilaskirin. Pergala konfederalîzma demokratîk û lêgerîna azadiyê wê nikaribe bi girtina afrînerê wî re were tunekirin. Ev yek jî nîşaneya ku lêpirsîna sedema her tiştî li gel bi milyonan mirovan di çareseriya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danî de, bingeh digire. Ji yek kesî, an jî du kesî re dikarin bêjin dîn e û bixin tîmarxaneyê. Ji deh an jî sed an jî hezar kesan re jî dibe ku dikarin. Lê nikarin eqlê bi milyonan mirovan weke dînîtiyê bi nav bikin û nikarin vî aqlê esîr bigirin. Wê bibe weke safokek û ev fikir nikarin bixin valahî yan jî vakumek. Ji ber ku guhertin û pêşveçûn her tim bi hev re girêdayî ne. Dibêjin ger li Hindistanê perperîkek, baskên xwe dihejîne wê pelên wê bandorê li Kurdistanê bike. Bi kurtasî; fikrê azadiyê carekê baskên xwe vekir.

Pirsek nû; ‘Gelo sedema ku desthilatdarî komploya li dijî Rêberî Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 24 sal in didomîne û Rêberê konfederalîzma demokratîk esîr digire çi ye?’