3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ahenga xeyal û ramanê: Ciweyna

Hestên di dil de bi xwe dihesin di berhema helbestê ya “Ciweyna” a nivîskarê girtî Hecî Nehsan de zindî dibin. Van hestan hêviya behreya çavdêriyê geş dikin û wateyeke xweş li jiyanê bar dikin

Helbest bi qasî hêviyeke dûdirêj dilê mirov ber bi kûrbûna wateyê ve kaş dike. Carinan mirov mest dike û di tama çîrokekê de mirov nêzî pîvana ku azadiya jiyanê ye dike. Van hestên di dil de bi xwe dihesin di berhema helbestê ya “Ciweyna” a nivîskarê girtî Hecî Nehsan de zindî dibin. Van hestan hêviya behreya çavdêriyê geş dikin û wateyeke xweş li jiyanê bar dikin.

Wate û kûrahiya mijarê

Fikirandina li ser wate û kûrahiya mijarê wekî rêgezeke jiyanê ye. Ev rêgez rê li pêşiya analîzên xurt jî vedike. Mejî dişuxulîne û behreya lêpirsînê pêş dixe. Bi taybet hinek mijarên di berhema “Ciweyna” de mirov dide fikirandin. Wate û kûrahiya van mijarana hafizaya mirovan zexm dike. Ev ji bo tenduristiya rihê xwîneran jî xwediyê hêviyeke mezin e. Ev jî wateyeke din a xweş li jiyanê bar dike.

Behreya çavdêriyê

Tiştekî din a vê hêviyê mezin dike behreya çavdêriyê ye. Her tiştê behreya çavdêriyê di mirovan de pêş dixe bi qîmet in. Behreya çavdêriyeke rast di hişê mirovan de dibe sedema hişyariyekê. Ev hişyarî jî her tim mejiyê mirovan zindî dihêle. Mejiyekî zindî encax bikaribe her dem şîrove û nirxandineke baş bike. Dema min helbestên di berhema “Ciweyna” de xwend, min kûrgûya vê çavdêriyê di hişê xwe de dikaribû biafiranda.

Hevokên mirov mest dikin

Hevokên bi me re xweş tên, piştgiriyê didin pêşketina ziman û hêza wateyê. Carinan jî mirov mest dikin. Ji bo xurtkirina perspektîfa jiyaneke baş jî lazim in. Aliyê manewî yê xeyalên mirov dewlemend dikin û xwîneran ber bi kûrbûna wateyê ve kaş dikin. Hinek hevokên di berhema “Ciweyna” de yên min ber bi kûrbûna wateyê ve kaş kirin wiha ne: “Ma tu nizanî çem ji çavên te hînî herîkînê bûne? Min sonda xwe bi dîwarê serê kolanê ve aliqand. Û ji çavên beybûnan sêhra eşqê pars dikî. Ji mijangên şevê çivîkên nazenîn şiyar dibin û navê te li firîna wan dikim. Te gulhinarên şermedîn ên ji pêtên xewnê li şûn xwe kuştin.”

Helbestên di tama çîrokekê de

Ji xeynî gotinên mirov mest dikin hinek helbest tameke çîrokê dide xwîneran. Dema ew helbest tê xwendin tam û kûrahiya di vê helbestê de ji yên dinê cudatir e. Ev rêbaza tama çîrokê bi min, bi awayekî  xwezayî di hinek helbestan de derdikeve holê. Di hinek helbestên di berhema “Ciweyna” de jî ev rêbaza hatibû bikaranîn.

Azadiya ku pîvana jiyanê ye

Di cîhanê de hinek xalên girîng hene. Ev xalana pîvanên jiyanê jî derdixin holê. Ev pîvan jî rê nîşanî mirovan dide. Li ser vê bingehê gelek tiştên bi qîmet bi teşe dibin. Yek ji tiştên bi qîmet a ku li ser rûyê cîhanê bi teşe dibe ne azadiya ku pîvana jiyanê ye? Kî dizane belkî ew azadî ji bo hinek kesan di nava vê hevoka di berhema “Ciweyna” de verşartiye; “Û min her peyv di wateya eşqa te de kedî kir.”

Melodiya xwendina helbestê

Di helbestê de huner û marîfeteke mezin derdikeve holê. Ev hêzê jî dide fikrên xwîneran. Ji bo berhemek baş bê afirandin hostetiyeke baş lazim e. Dema li ser vî esasî bê nivîsandin di xwendinê de jî ev yek eşkere xuya dike. Feraseta ku di helbestê de derdikeve pêş di xwendinê de jî rûyê xwe nîşan dide. Min gelek helbestên di berhema “Ciweyna” de dixwest bi dengekî bilind bixwînim. Wê melodiya xwendina helbestê aliyekî din ê taybet ê helbestê ye.

Xeyal û ramana di helbestê de

Di helbestê de hest jî mijareke sereke û girîng e. Hestên di helbestê de derdikevin pêş bandorê li ser derûnî û binhişiya mirovan jî dike. Ev jî tameke cuda li jiyanê bar dike. Li gel vêya xeyal û raman jî di helbestê de di nava ahengekê de derdikevin pêşberî me re. Dema xeyal, raman û hest di helbestekê de hevdu temam bikin ev honandina wê helbestê xurtir dike.  Di berhema “Ciweyna” de têgeha hest li pêş bû. Bi awayekî eşkere xuya dikir û bandora xwe dida der. “Ciweyna” ahenga xeyal û ramanê di nav xwe de dihewîne.